'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'

img

MÊRSÎN - Birayê Mûstafa Amutgan Ahmet Amutgan ê ku 30 sal in girtî ye û tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin, diyar kir ku ev binpêkirinên li girtîgehan li dijî ruhê pêvajoyê ne û xwest ku hemû girtî bên berdan.

 
Tevî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî binpêkirinên li girtîgehan dewam dikin. Binpêkirinên wekî ferzkirina lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev di sewqên nexweşxaneyan de, zext, sirgûnkirina bajarên dûrî malbatan, lêdan û astengkirina tehliyeyan tevî hemû bang û gilîkirinan bi awayekî sîstematîk didomin. Yek ji girtiyên ku bi van binpêkirinan re rû bi rû maye Mûstafa Amutgan e. Mûstafa Amutgan ê ku di 7'ê Tîrmeha 2024'an de dema înfaza xwe ya 30 salî temam kir, bi hinceta ku "poşman nebûye" ji aliyê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê ve 3 caran tehliyeya wî hat astengkirin.
 
Amutgan ê ku di sala 1994'an de li Tarsûsê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Edeneyê ve cezayê muebedê lê hat birîn, demeke kurt beriya temamkirina înfaza xwe ji Girtîgeha Curnê Reş sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê hat kirin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Erzînganê bi hinceta "Em te nas nakin, ji ber vê yekê em nikarin rapora 'başhaliyê' bidin te. Ji bo em bidin, divê em te nas bikin" û bi hinceta ku ne di "başhaliyê" de ye, di 7'ê Tîrmeha 2024'an de cara ewil tehliyeya wî 6 mehan asteng kir. Amutgan, dema astengkirina ewil di 7'ê Çileya 2025'an de temam kir. Lijneya ku cara duyemîn Amutgan derket pêşberî wê, bi qesda kesên pê re hatine girtin kir û pirsên wekî "dema tu tehliye bûyî tuyê bi wan re hevdîtinê bikî?", "di navbera te û malbata te de pirsgirêk heye, çima nayên hevdîtina te?", "Tu poşman î?" jê pirsîn. Amutgan ê ku diyar kiriye ku ew poşman nîne û tehliyeya wî cara duyemîn 6 mehan hat astengkirin. Amutganê ku ev dem di 7'ê Tîrmeha 2025'an de temam kir, tehliyeya wî dîsa bi hinceta "poşman nebûye" 6 mehan hat astengkirin.
 
'MALBAT TÊN BÊZARKIRIN'
 
Ahmet Amutgan bertek nîşanî astengkirina berdewam a tehliyeya birayê xwe Amutgan da û diyar kir ku pirsên wekî hincet tên nîşandan bêwate ne û astengkirin jî ne hiqûqî ye. Ahmet Amutgan ev tişt got: "Tekane sedema ku em nikarin biçin hevdîtinê, ji ber neçariya aborî ye. 2 birayên min di girtîgehê de ne. Heta em diçin cem yekî, dor tê yê din, demeke dirêj derbas dibe. Ez bi xwe di sala 2022'yan de li Girtîgeha Tarsûsê bûm. Birayê min Nusret ji bo ku ji Samsûnê were Girtîgeha Tarsûsê gelek caran daxwazname nivîsand. Lê her carê bersiva 'cih tune ye' hat dayîn. Lêbelê em di qawîşa 18 kesî de 8 kes diman; tevî ku cihê 10 kesan vala bû jî daxwazname dihatin redkirin. Di Qanûna Cezayê ya Tirk de mafê birayên di girtîgehê de heye ku bên cem hev. Girtiyan ji malbatên wan dûr dixin û hewl didin hem girtiyan hem jî malbatan bêzar bikin. Ev 30 sal in em bi heman awayî tên cezakirin. Lingekî me li girtîgehê, lingekî me li malê ye. Ger birayên min li bajarê ku em lê ne yan jî li girtîgeheke nêzî herêma Çûkûrovayê bûna, em ê her meh biçûna hevdîtina wan. Ji ber ku dûr e û 2 kes in, sedemên aborî zorê li me dike. Em ê an biçin hevdîtina wan, an jî pereyan ji wan re bişînin, em nikarin her duyan bi hev re bikin."
 
'DI LÎSTEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ DE YE'
 
Amutgan diyar kir ku kekê wî yê din Nûsret Amutgan ê li Girtîgeha Tîpa S a Samsûn Kavakê ye, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire û got: "Ulsera mîdeyê pê re heye, ji mîdeya xwe emeliyat bû. Niha divê ji fitiqê emeliyat bibe. Ji bilî vê gelek nexweşiyên wî hene ku nikarim bijmêrim. Ji ber ku di lîsteya girtiyên nexweş ên bedensel de ye, ev lîste di destê îdareyê de jî heye. Gelek nexweşiyên wî hene. Jixwe ev mirovên extiyar in. Girtîgeh ne li gorî wan e. Niha li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Samsûn Kavakê ye."
 
GEFÊN ÎDAREYÊ LI GIRTIYAN
 
Amutgan rave kir ku rexmê pêvajoyê li girtîgehan rewş neguheriye û şert û merc girantir bûne. Amutgan destnîşan kir ku Midurê Girtîgeha Erzînganê ji girtiyan re gotiye, "Li vir pêvajo tune, li vir Wezîrê Edaletê tune, li vir Serokkomar tune, li vir Meclis tune, li vir her tişt em in." Amutgan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birayê min Nusret Amutgan li Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê ye. Berê di qawîşê de 3 kes bûn. Jixwe 3 ranza hene. Niha di qawîşeke wekî hucreyeke teng de 6-7 kes dimînin. Wisa bibêjim: Piştî 27'ê Sibatê zext hinekî din zêde bûn. Em her hefte bi telefonê diaxivin. Di her axaftina telefonê de polîtîkayeke cuda ya zextê dimeşînin. Li dijî girtiyan konsepteke cuda dimeşînin."
 
'LI GIRTÎGEHÊ PÊVAJO TUNE YE'
 
Amutgan qala axaftina telefonê ya bi birayê xwe re kir û got ku birayê wî gotiye: "Li girtîgehê pêvajo tune ye. Li girtîgehê têkildarî çareseriyê tiştek tune. Têkildarî vê pêvajoyê tiştek tune. Ji bilî başkirinê, zextên ku hêj zêdetir dibin hene. Zirarê dide ruhê pêvajoyê."
 
Amutgan diyar kir ku divê pirsgirêka girtîgehan bê çareserkirin û wiha pê de çû: "Ji bo ku pêvajo baweriyê bide me, beriya her tiştî wekî ku ew jî dibêjin, divê 'Rêberê damezrîner' rêzdar Ocalan bê berdan. Girtiyên me yên nexweş hene, girtiyên ku cezayê wan qediyaye hene. Divê ev bên berdan da ku em bawer bikin. Daxuyaniyên Bahçelî hene ku dibêje 'teyr bi baskekî nafire; aliyek erka xwe dike, aliyê din nake'. Tevgera Kurd ya dikeve ser milê xwe dike, lê aliyê din hikumet nizanim çima gav neavêje, dereng dixe."
 
'DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN'
 
Amutgan anî ziman ku ew wekî malbat li benda gavên pratîk in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke gavên pratîk neyên avêtin bawerî çênabe. Hêvî heye lê bawerî tune ye. Ev sepanên li girtîgehê ne li gorî ruhê pêvajoyê ne. Bi israr daxwaza me ev e: Ji bo ku ev çareserî demildest pêk were, -şer heta astekê rawestiyaye, ji bo ku dîsa gur nebe- divê hikumet tavilê gavan biavêje, di serî de girtiyên nexweş, rêzdar Ocalan û girtiyên ku cezayê wan qediyaye bên berdan, girtîgeh bên valakirin. Di girtîgehê de mayîna giriyekî siyasî, tê wateya ku pêvajo bi pêş ve naçe."
 
MA / Mehmet Guleş     

Sernavên din

10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'