ENQERE - Jinên ku li Enqereyê li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin, li dijî polîtîkayên necezakirinê û tundiya mêran a hewl tê dayin were rewakirin, bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştevaniyê.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li çar aliyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jin daketin qadan. Jinên ku li Enqereyê di tevahiya şevê de li kolanan bûn, dirûşmên wan ên enternasyonal li kolanan olan da. Ji Başak Gurkanê heta Rojîn Kabaîşê, ji rojnameger Cîhan Yildizê heta Gulistan Dokuyê, wêneyên gelek jinên hatin qetilkirin hilgirtin. Di çalakiyên tevahiya şevê domiyayîn de jin û zarokên hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Jinên tev li çalakiyan bûn, anîn ziman ku ew li dijî tundiyê ji bo piştevaniyê hatine gel hev û têkoşîna jinan a li dijî zextan mezintir bûye. Jinên gotin ku ew naxwazin êdî navên jinan ji bo daxwazkirina edaletê bi kar bînin û banga têkoşîn û piştevaniyê kirin.
