MERSÎN - Jinên ku 25’ê Mijdarê bi xebata li zeviyan pêşwazî dikin, balê dikişînin ser tundiya ku zexta aborî û civakî li jinan çêdike û daxwaza başkirina şert û mercên xebatê û bidawîkirina bêcezakirina tundiyê kirin.
Jinên karker ên çandiniyê, 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, bi şert û mercên xebatê yên bêewlehî û kedxwarina kedê di zeviyan de dixebitin pêşwazî dikin. Jinên ku ji sedî 44'ê karkerên çandiniyê yên welêt pêk tînin, hem di kar û hem jî di malê de bi “du qat xebat” ve kedeke nedîtî didin.
Di navbera Edene û Mêrsînê de jinên karker ên çandiniyê yên ku beriya roj hilê diçin zeviyan, diyar kirin ku mûçeya kêm, xebata bê sîgorte, barê nav malê û tundiya civakî bi hev re şert û mercên wan girantir dike. Tiştên ku jinên karker ên çandiniyê vedibêjin, newekheviya aborî û tundiya sîstematîk a li ser jinan aşkera dike.
XEBATA LI ZEVIYAN Û MALÊ
Hacer Kizilyildiz (56) a ku 20 sal in li zeviyê dixebite, diyar kir ku ew di saet 4'an de dest bi xebatê dikin û êvarê saet di 16’an de vedigerin malê. Hacer Kizilyildizê got: “Em bêyî ku bêjin baran, herî, serma dixebitin. Rojaneya me hezar û 200 TL ye. Ev çi heqdest e? Em heqê keda xwe nagirin, lê em neçar in ku werin. Ger em neyên, em ê birçî bimînin. Zarok diçin dibistanê. Dema em vedigerin malê, xwarin û paqijî jî li ser me ye. Mêr piştî zeviyê bêhna xwe vedidin. Em weke jin jiyaneke xweş dixwazin.”
JIN TÊN BÊDENGKIRIN
Karkera çandiniyê Zeynep Akyurekê diyar kir ku saetên xebatê temenekî diqedîne û wiha got: “Li malê bixebite, li zeviyê bixebite. Yewmiye têr nake. Dema ku zem tê ser mûçeyan, kardêr dibêje 'biha ye'. Av tune, xwarin tune. Ne germî û ne jî serma li vir nayê kişandin. Em daxwaz dikin ku yewmiya me ya ku berdêla kedên me ne, bên zêdekirin. Herî zêde jin êşê dikişînin. Divê ev tundiya li ser jinan rabe. Heta ku em weke jin serî hildin, rê li ber vê yekê nayê girtin. Em her tim tên bêdeng kirin, heke em dengê xwe nekin em mehkûmî bindestiyê ne.”
ZEXTA ABORÎ Û CIVAKÎ
Mahîde Çatuk a ku ji ber zexta dewletê di sala 1992’yan de ji navçeya Cizîr a Şirnexê neçar ma ku koçî navçeya Tarsus a Mêrsînê bike, diyar kir ku ew di bin zexta aborî û civakî de ne û ev tişt got: “Carinan em saet di 12'yê şevê de radizên û saet di 3'yan de radibin. Em nikarin ji bo xwe dem veqetînin. 100 TL ji yewmiyeya 1200 TL'ê diçe komîsyonê re, tevî taştê hezar TL ji me re dimîne. Dema kardêr zem dike, barê karê me jî zêde dibe. Ger em bibin yek, em ê di 10 rojan de mûçeya ku em dixwazin bistînin. Tevî vê jî, jin zilmê dibînin. Zilm her dem li jinan tê kirin. Mêr mafên jinan naxwazin. Jin diçe gilî dike, dibêjin 'li halê xwe binêre'. Bi vî awayî tundî mezin dibe. Diyar e ku polîtîkaya bêcezakirinê tundiyê zêde dike. Mala bê jin ne mal e; lê qîmeta jinê nayê zanîn.”
Guneş Aslan a karkera çandiniyê, diyar kir ku ew ji ber jiwariya debara xwe, dixebitin û got: “Karê bexçeyê zehmet e, karê malê hîn zehmetir e. Neçar im zarokê xwe li malê bihêlim. Heke em neçar nebin, em ê neyên.”
ZAROKA 9 MEHÎ LI MALÊ YE EV LI ZEVIYÊ YE
Şukran Kansu ya ku neçar ma ku zaroka xwe ya 9 mehî li malê bihêle û li zeviyê bixebite, dijwariya xizaniyê ji bo jinan wiha rave kir: “Em saet di 4'an de ji Mêrsînê radibin. Heta em tên baxçeyê saet dibe 6. Heta karê me diqede saet dibe 2-3. Dema em diçin malê jî em radiwestin; şîva êvarê ye, karê malê ye, paqijî ye, zarok e, em nikarin ji xwe re dem veqetînin. Zaroka min 9 mehî ye, lê ez li vir im. Keça min a 8 salî li zaroka min dinêre. Ji bilî vê debarek me tune. Ger baxçe tunebe, em karê tevrik dikin.” Şukran Kansu bal kişand ser tundiya sîstematîk a li ser jinan û krîza aborî ya kûr, rave kir ku ew di her qadê de di bin zextê de ne wiha pê de çû: "Bihayên marketan li ber çavan e. Em ê bi 100 TL zemê ve çi bikirin? Ez nikarim şîrê hezar TL bikirim, zaroka xwe bi bîskûwîtên erzan xwedî dikim. Jin her roj bi nûçeyên tundiyê şiyar dibin.”
Daxwaza tenê ya jinên din ên ku li zeviyê dixebitin jî ew bû ku şert û mercên xebatê bêne başkirin û bêcezakirina tundiyê bidawî bibe.
MA / Mehmet Guleş
