Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze

img
AMED - Welatiyên Sûrê, bertek nîşanî CHP'ê da ku nûnerên xwe neşanda Îmraliyê û gotin: "Sezgîn Tanrikulu divê nekeve nava kuçeyên Amedê.”
 
Bertekên li hemberî biryara Partiya Gel a Komarê (CHP) ya neşandina endamên xwe ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê, berdewam dikin.
 
Gelê Amedê, berteka herî mezin li hemberî Parlamenterê CHP’ê yê Amedê û endamê Komîsyona Meclisê Sezgîn Tanrikul ê ku piştî biryara xwefesixkirina PKK’ê li Sûrê bi def û zirne govend gerandibû, nîşan dan.
 
Welatiyên li navçeya Sûrê a ku Sezgîn Tanrikûlû lê govend gerandibû, daxwaz kirin ku Tanrikulu gave neavêje kolanên Sûrê.
 
'CHP RÊ NE LI ÇARESERIYÊ LI DIJMINATIYÊ VEDIKE' 
 
Berîtan Aksu diyar kir ku armanca CHP’ê ne çareserkirina Pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku CHP bi berdewamî bi rêya Pirsgirêka Kurd siyasetê dike û ev tişt got: “CHP rê li çareseriyê venake, rê li dijminatiyê vedike. Di çarçoveya pêvajoyê de dibêjin li Meclîsê piştgiriyê didin pêvajoyê, lê berevajî vê pêvajoyê sabote dikin. Ozgur Ozel ji aliyekî radibe silavê li Selahattin Demirtaş dike, roja din radibe dibêje 'em nikarin Selahattîn Demirtaş tevlî pêvajoyê bikin'. Ev tê wê wateyê ku polîtîkaya te ya qirkeririnê li ser Kurdan heye. Tu dixwazî bi rêya wan, hebûna xwe bidomînî û deng bigrî. Rexneyên min ên tund li ser kanalên nûçeyan jî hene. Ece Uner û Fatîh Portakal îdia dikin ku Pirsgirêka Kurd tune ye. Çawa Pirsgirêka Kurd tune ye?”
 
'DIVÊ SEZGÎN TANRIKULU NEKEVE NAVA KOLANÊN AMEDÊ'
 
Berîtan Aksuyê diyar kir ku Sezgîn Tanrikulu nikare nûnertiya Kurdan bike û wiha pê de çû: “Armanca te li vir ew e ku li ser gelê Kurd polîtîkayekê birêve bibî. Kesekî ku ji nav polîtîkayeke qirker hatiye, qet nikare nûnertiya gelê Kurd bike. Ez naxwazim tu parlamenterên CHP’ê li kolanên Amedê bigerin. Ji me re dibêjin ‘em li vir in, em li gel we ne’ lê di komîsyonê de dibêjin ‘em nikarin biçin Îmraliyê’. Ger tu nikarî biçî Îmraliyê; ev tenê sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye. Em weke gelê Amedê dibêjin; Sezgîn Tanrikulu divê nekeve kolanên Amedê.”
 
Mûsa Katkat anî ziman ku CHP partiyeke “faşîst” e û sedema vê rewşa Kurdan CHP ye û got: “Dewlet Bahçelî jî erênî ye, lê CHP ji wî xerabtir e. Tanrikulu jî ne kesekî durust e. Heke durust bûya, îro dê di nava gelê xwe de bûya. Kesekî xwedî namûs êdî Tanrikulu li vir naxwaze. Şerm e ku li gel gelê xwe nasekine û li gel kesên ku li dijî gelê wî şer îlan dikin, disekine.”
 
'GEL SEZGÎN TANRIKULU NAXWAZE'
 
Muammer Yalçin jî diyar kir ku CHP dualî dilîze û got: “Ev rewş ji bo wê bûye intihar. Ji ber ku hemû welatî bi  aştiyê dixwazin, lê CHP li hemberî wan sekinî. CHP ji sosyal demokrasî derdikeve û ber bi nijadperestiyê ve diçe. Diviyabû Sezgîn Tanrikulu ji CHP’ê îstîfa bikira. Gel êdî Sezgîn Tanrikulu naxwaze.”
 
Mahmût Kamaç anî ziman ku CHP ji roja damezrandina komarê heta niha her car hewl daye ku xwe weke li gel Kurdan nîşan bide, lê berevajî vê CHP her tim li dijî Kurdan rawestiyaye.
 
‘CHP DÊ BERSIVA XWE DI SINDOQAN DE BIGIRE’
 
Îbrahîm Karçak anî ziman ku biryara neçûna CHP'ê ji bo Îmraliyê, wan bêhêvî kiriye û ev tişt got: “Aştî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî pêwîst e. Ji ber vê yekê CHP tişta ku layiqî wê ye nekiriye. Lê bila baş zanibin; 20-25 milyon Kurd hene, CHP dê bersiva vê di sindûqê de bigire. Dirûşma herî mezin a Sezgîn Tanrikulu aştî û biratî ye. Ger tu rê li ber aştî û xweşk û biratiyê venekî, pêşengiyê nekî, gelê Amedê çi bike?”
 
'TARIKULU GELÊ AMEDÊ FEDÎKAR DERXIST'
 
Nûrûllah Denîz got ku CHP 70 sal in nikare bibe desthilatdar û sedema vê yekê jî ew e ku nikarîbûye hişmedniya xwe biguherîne. Denîz têkildarî neçûna Îmraliyê rexne li Tanrikulu jî kir û got: “Bila gelê Amedê Tanrikulu baş nas bike. Sezgîn Tanrikulu tenê hewl dide gel bixapîne. Tu karê wî yê din tune. Siyaset ne tiştekî hêsan e. Ew niha nikare wê bike.”
 
Mûstafa Bîrcan diyar kir ku biryara neçûna CHP'ê ji bo Îmraliyê şaş e û got: “Min nedîtiye ku Sezgîn Tanrikulu ji bo gelê Amedê tiştek kiribe. Sezgîn Tanrikulu gelê Amedê fedîkar derxist.”
 
MA / Heval Onkol

Sernavên din

09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin