HESEKÊ -Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî li ser gelek mijaran, bi taybetî jî li ser pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ajansa me re axivî.
Civîna Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed el-Şara di 10'ê Mijdarê de pêk hat, hîn jî ji mijarên sereke yên rojevê ye. Balkêşiya sereke ya civînê pêvajoya entegrasyonê li Sûriyeyê ye, lê der barê ka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê çawa di vê entegrasyonê de cih bigire de nezelalî hîn jî hene. Têkiliyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re jî di rojevê de ne. Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî vê dawiyê beşdarî 6'emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a li Dihokê ya Herêma Kurdistana Feder bû, der barê geşedanên heyî de daxuyaniyên girîng da.
Ebdî nirxandinên berfireh ên van hemû pêşketinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re pêşkêş kir. Beşa yekem a hevpeyvîna me ya bi Ebdî re dê sibê di ajansa me de bê belavkirin.
