ŞIRNEX - Li navçeya Hezex a Şirnexê perdewakar Mesût Sonmez, gelek caran 3 xwendekarên 15 salî taciz kiriye. Ligel giliyan, hê jî der barê Sonmez de îdianame nehatiye amadekirin.
Li Kurdistanê di çaçroveya polîtîkayên şerê taybet de kiryarên ji "hêzên dewletê" û karmendên cemaweriyê, bi "polîtîkaya bêcezatiyê" tên parastin. Di sûcên li dijî zarokan û jinan de, tevî bertekên raya giştî jî biryarên xelatkirinê tên dayîn û ev jî dike ku baweriya gel a bi darazê kêm bibe. Herî dawî di 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de, Cîgirê Midûrê Lîseya Pîşeyî ya Anadolûyê ya Cizîrê Bûrak Ercan ku gelek xwendekar taciz kiribûn, beraet kir.
Li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezex a Şirnexê, mamosteyê bi navê Mesût Sonmez xwendekar A.D. (15), xwişka wê B.D. (15) û hevala wê D.K. 815) taciz kir. Piştî A.D.'yç di 10'ê Îlonê de li Navenda Şopandinê ya Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê îfade da, derket holê. A.D. li bara Dozgerê Komarê îfade da û got ku Mesûr Sonmez gelek caran ew taciz kiriye. Xwişka wê B.D. jî di îfadeya xwe de behsa hûrguliyên tacizê kir û got ku ew giliyê Mesût Sonmez dikin. Lê hê jî lêpirsîna der barê Mesût Sonmez de veneguheriye dozê.
Li ser vê Baroya Şirnexê jî di 24'ê Cotmehê de li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê giliyê Mesût Sonmez kir.
Lê hat hînkirin ku 3 meh in der barê kiryar de tiştek nehatiye kirin. Hat îdiakirin ku zor li A.D.'yê hatiye kirin dest ji giliya xwe berde û bi zorê bi destan îfadeyeke ku dest ji giliyê berde pê hatiye nivîsandin.
MA / Emrullah Acar
