Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn

  • jin
  • 09:51 19 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Efxanistanê, bi rêbazên têkoşînê yên ku li dijî rejîma Talîbanê pêş dixin, dev ji berxwedanê bernadin. Pashtana Durranî got: “Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Ne zilamên li derdora me, ne civaka gerdûnî û ne jî aktorên navneteweyî, divê em bibin xilaskarên xwe.”

 
Li Efxanistanê di sala çaremîn a vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê de, jin li her qadê rastî zext û qedexeyên sîstematîk tên; ji perwerdehiyê heta kar, ji nava cemawariyê heta jiyana wan a civakî. Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di navbera 2021 û 2024’an de zêdetirî 2 milyon û 200 hezar keç zarok ji mafê perwerdehiyê bêpar man û beşdarbûna jinên ciwan di jiyana kar de hema hema bi temamî hatine astengkirin. Tundiya li ser jinan, zewacên bi darê zorê, jibîrkirina wan ji qadên cemaweriyê û kontrolkirina laşên wan, di navenda polîtîkayên rêveberiya Talîbanê de cih girt.
 
Çar salên dawî ji bo jinên Efxan di heman demê de tê wateya krîzeke giran a mirovî û psîkolojîk. Piştî erdhej û karesatên xwezayî sînordarkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê, vegerandina koçberan bi zorê û zêdebûna tundiya zayendî, welat ji bo jinan bûye cihek ku lê nayê jiyîn. Di vê pêvajoyê de rêjeyên “xwekujiyê” û krîzên tenduristiya derûnî li Efxanistanê gihîştin astên herî bilind ên cîhanê. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li Efxanistanê ji her pênc kesan yek bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî re rû bi rû ye. Lêbelê tevî qedexe û xetereyan, jin bi polên veşartî, bi torên nehênî û xwepêşandanan ji bo paşerojeke baştir li ber xwe didin.
 
Çalakvan, parêzvana mafên jin û zarokan û damezrînera rêxistina civaka sivîl a bi navê Learning for Empowerment and Advancement of Nutrition (LEARN), Pashtana Durranî, li ser têkoşîna jinên Efxan bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
 
MEKANÎZMAYEKE QANÛNÎ TUNE YE
 
Pashtana Durranî diyar kir ku jin û zarokên keçîn li Efxanistanê wekî hemwelatiyên pola duyemîn têne hesibandin û nikarin xwe bigihînin qada cemaweriyê û ev tişt got: “Jin di malên xwe de ‘ewle’ tên dîtin. Lê ger di hundirê malê de rastî tundiya fizîkî, devkî an jî curekî din werin, tu parastina wan tune ye. Jinên Efxan nikarin biçin dibistanê, nikarin bixebitin, nikarin li derve bimeşin an jî li ser ekranê xuya bibin û hevpeyvînan bidin, lê di heman demê de tu mekanîzmayeke qanûnî ya ku wan biparêze jî tune ye.” Pashtana Durranî bi bîr xist ku ji ber ku rejîma Talîbanê ji nû ve bûye desthilat, zarokên keçîn nikarin piştî pola şeşan biçin dibistanê û bal kişand ser zêdebûna rêjeyên xwekujiyê û krîzên tenduristiya derûnî, zêdebûna tuniya zayendî ya di çar salên dawî de û wiha pê de çû: "Ev rewş gelek tiştan li ser rewşa îroyîn a Efxanistanê û rejîma heyî dibêje." 
 
ŞÊWAZÊN BERXWEDANA JINAN
 
Pashtana Durranî anî ziman tevî ku qadên perwerdehî, tenduristî û kar li welêt hatibin qedexekirin jî, jin bi şêwazên çareseriya li dijî van zextan dibînin têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hîn xwendekarên min hene ku tên dibistanên me yên nehênî. Mamosteyên min hene ku tên van dibistanan ders didin. Min dît ku dayikên ciwan perwerdehiya keçên xwe dabîn dikin. Piştî erdheja ku mehek berê qewimî, min dît ku pîrik û bijîşkên ciwan diçin deverên ji erdhejê bandor bûne û ji gelê xwe re xizmetê dikin. Jin ji ber ku bi Efxanistaneke cuda bawer dikin û perwerdeya ku wan dîtiye wan ber bi vê yekê ve dibe. Mînak, xwendekarekê min hatibû zewicandin da ku deynê malbata wê bê dayîn û ti mekanîzmayek neteweyî an navneteweyî tune bû ku wê biparêze. Lê ji ber ku xwendekar bû û mafên xwe dizanibû, xwe gihand kesên rast û îro perwerdehiya xwe didomîne û dixebite. Jinên Efxan bi rêyên yên takekesî awayekî berxwedanê pêş xistine. Lê cîhan hîn di dîtina vê de pir paşde ye.”
 
PÊVAJOYA LEARN Û RÊBAZÊN PERWERDEHIYÊ
 
Pashtana Durranî diyar kir ku ew ji bo keç û kurên li gundan bi paşerojeke cuda bawer dike û ji ber vê yekê LEARN damezrandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Van herêman gelek caran ji aliyê kesên ji derve ve wekî civakên alîgir ên Talîbanê dihatin nîşandan. LEARN di serî de ji bo guhertina vê vegotinê hate damezrandin. Demên ku ez li Efxanistanê bi aşkera dixebitîm tên bîra min. Ez diçûm dibistanan, her kesê min nas dikir, min jî ew nas dikirin. Min navên xwendekarên xwe, di kîjan polê de bûn, mamosteyên wan, çîrokên wan dizanî. Ew demên pir xweş bûn. Îro ji bo dîtina xwendekar û mamosteyên min, pêdivî bi mehan plansazî, hewldaneke mezin û tevdîrên ewlehiyê yên cidî heye. Ev pêvajoyek dijwar e. Rastiyên herî bi êş ên Efxanistanê ev e ku jinên xwedî potansiyela ku dikarin bibin mamosteyên baş û dibistanên mezin bi rê ve bibin, neçar dimînin ku li malên xwe rûnin.”
 
‘DIVÊ EM BIBIN XILASKARÊN XWE’
 
Pashtana Durranî helwesta cemaweriya navneteweyî li hemberî rejîma Talîbanê û jinên Efxanî rexne kir û got: “Carekê ez ji helwesta civata kûrewî pir xemgîn bûm. Yên ku di destpêkê de rabûn ser piyan û gotin ‘divê em jinên Efxan xilas bikin’, paşê piştgirî dan Talîbanê. Civata kûrewî her dem rojevek wan heye. Rojek dikare bibe xilaskarên jinên Efxan, roja din piştgirên Talîbanê, roja sêyemîn jî dikarin wan nasan bikin. Lê ji bo gelê Efxan, nexasşm jinên ciwan, rojev pir hêsan e; divê em bibin xilaskarên xwe. Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Ne zilamên li derdora me, ne civata kûrewî, ne jî aktorên navneteweyî. Heta ku ev yek neyê qebûlkirin, pêşveçûn dê pir dijwar be. Divê ez vê yekê jî destnîşan bikim ku jinên Efxan yên pir bihêz hene ku ji bo vê rastiyê ji me re vebêjin, çiya hejandine û ger ez îro karibim vê bibêjim, bi saya wan e.”
 
BANGA LI JINÊN CÎHANÊ
 
Pashtana Durranî destnîşan kir ku divê jinên cîhanê piştgiriyê bidin hev û divê hevgirtin kûrewî be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundiya zayendî tenê yek aliyek e. Zewacên di temenê zaroktiyê de, ducaniyên ciwan, istismara zarokên keçîn, qaçaxçiya mirovan, negihîştina jinên pîr ji bo xizmetên tenduristiyê, ferqa mûçeya zayendî… Tenê ji ber ku em bi zayendekê hatine dinê, gelek astengî li pêşiya me hene. Tişta herî baş ku em dikarin bikin ev e ku em ne tenê xwe, lê di heman demê de jinên ku niha herî zêde pêwîstiya wan bi vê hevgirtinê heye jî bi hev re bilind bikin.”
 
SIBE: Tevgera Jinên Azad (TJA) di sala xwe ya 9’an de ye
 
MA / Hîvda Çelebî     

Sernavên din

10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê: Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 Eren Keskîn: ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî yên bajêr: Divê tavilê gav bên avêtin
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:17 Jinan, serdegirtina pêşangehê protesto kirin
15:07 Fîgen Yuksekdag ji bo turnuvaya bi navê Onder peyam şand
15:00 Bakirhan: Heke komîsyon biçe Îmraliyê dê zemîna pêvajoyê xurt bibe
13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike