Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn 2025-11-19 09:51:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Efxanistanê, bi rêbazên têkoşînê yên ku li dijî rejîma Talîbanê pêş dixin, dev ji berxwedanê bernadin. Pashtana Durranî got: “Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Ne zilamên li derdora me, ne civaka gerdûnî û ne jî aktorên navneteweyî, divê em bibin xilaskarên xwe.”   Li Efxanistanê di sala çaremîn a vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê de, jin li her qadê rastî zext û qedexeyên sîstematîk tên; ji perwerdehiyê heta kar, ji nava cemawariyê heta jiyana wan a civakî. Li gorî daneyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di navbera 2021 û 2024’an de zêdetirî 2 milyon û 200 hezar keç zarok ji mafê perwerdehiyê bêpar man û beşdarbûna jinên ciwan di jiyana kar de hema hema bi temamî hatine astengkirin. Tundiya li ser jinan, zewacên bi darê zorê, jibîrkirina wan ji qadên cemaweriyê û kontrolkirina laşên wan, di navenda polîtîkayên rêveberiya Talîbanê de cih girt.   Çar salên dawî ji bo jinên Efxan di heman demê de tê wateya krîzeke giran a mirovî û psîkolojîk. Piştî erdhej û karesatên xwezayî sînordarkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê, vegerandina koçberan bi zorê û zêdebûna tundiya zayendî, welat ji bo jinan bûye cihek ku lê nayê jiyîn. Di vê pêvajoyê de rêjeyên “xwekujiyê” û krîzên tenduristiya derûnî li Efxanistanê gihîştin astên herî bilind ên cîhanê. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li Efxanistanê ji her pênc kesan yek bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî re rû bi rû ye. Lêbelê tevî qedexe û xetereyan, jin bi polên veşartî, bi torên nehênî û xwepêşandanan ji bo paşerojeke baştir li ber xwe didin.   Çalakvan, parêzvana mafên jin û zarokan û damezrînera rêxistina civaka sivîl a bi navê Learning for Empowerment and Advancement of Nutrition (LEARN), Pashtana Durranî, li ser têkoşîna jinên Efxan bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.     MEKANÎZMAYEKE QANÛNÎ TUNE YE   Pashtana Durranî diyar kir ku jin û zarokên keçîn li Efxanistanê wekî hemwelatiyên pola duyemîn têne hesibandin û nikarin xwe bigihînin qada cemaweriyê û ev tişt got: “Jin di malên xwe de ‘ewle’ tên dîtin. Lê ger di hundirê malê de rastî tundiya fizîkî, devkî an jî curekî din werin, tu parastina wan tune ye. Jinên Efxan nikarin biçin dibistanê, nikarin bixebitin, nikarin li derve bimeşin an jî li ser ekranê xuya bibin û hevpeyvînan bidin, lê di heman demê de tu mekanîzmayeke qanûnî ya ku wan biparêze jî tune ye.” Pashtana Durranî bi bîr xist ku ji ber ku rejîma Talîbanê ji nû ve bûye desthilat, zarokên keçîn nikarin piştî pola şeşan biçin dibistanê û bal kişand ser zêdebûna rêjeyên xwekujiyê û krîzên tenduristiya derûnî, zêdebûna tuniya zayendî ya di çar salên dawî de û wiha pê de çû: "Ev rewş gelek tiştan li ser rewşa îroyîn a Efxanistanê û rejîma heyî dibêje."    ŞÊWAZÊN BERXWEDANA JINAN   Pashtana Durranî anî ziman tevî ku qadên perwerdehî, tenduristî û kar li welêt hatibin qedexekirin jî, jin bi şêwazên çareseriya li dijî van zextan dibînin têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hîn xwendekarên min hene ku tên dibistanên me yên nehênî. Mamosteyên min hene ku tên van dibistanan ders didin. Min dît ku dayikên ciwan perwerdehiya keçên xwe dabîn dikin. Piştî erdheja ku mehek berê qewimî, min dît ku pîrik û bijîşkên ciwan diçin deverên ji erdhejê bandor bûne û ji gelê xwe re xizmetê dikin. Jin ji ber ku bi Efxanistaneke cuda bawer dikin û perwerdeya ku wan dîtiye wan ber bi vê yekê ve dibe. Mînak, xwendekarekê min hatibû zewicandin da ku deynê malbata wê bê dayîn û ti mekanîzmayek neteweyî an navneteweyî tune bû ku wê biparêze. Lê ji ber ku xwendekar bû û mafên xwe dizanibû, xwe gihand kesên rast û îro perwerdehiya xwe didomîne û dixebite. Jinên Efxan bi rêyên yên takekesî awayekî berxwedanê pêş xistine. Lê cîhan hîn di dîtina vê de pir paşde ye.”   PÊVAJOYA LEARN Û RÊBAZÊN PERWERDEHIYÊ   Pashtana Durranî diyar kir ku ew ji bo keç û kurên li gundan bi paşerojeke cuda bawer dike û ji ber vê yekê LEARN damezrandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Van herêman gelek caran ji aliyê kesên ji derve ve wekî civakên alîgir ên Talîbanê dihatin nîşandan. LEARN di serî de ji bo guhertina vê vegotinê hate damezrandin. Demên ku ez li Efxanistanê bi aşkera dixebitîm tên bîra min. Ez diçûm dibistanan, her kesê min nas dikir, min jî ew nas dikirin. Min navên xwendekarên xwe, di kîjan polê de bûn, mamosteyên wan, çîrokên wan dizanî. Ew demên pir xweş bûn. Îro ji bo dîtina xwendekar û mamosteyên min, pêdivî bi mehan plansazî, hewldaneke mezin û tevdîrên ewlehiyê yên cidî heye. Ev pêvajoyek dijwar e. Rastiyên herî bi êş ên Efxanistanê ev e ku jinên xwedî potansiyela ku dikarin bibin mamosteyên baş û dibistanên mezin bi rê ve bibin, neçar dimînin ku li malên xwe rûnin.”   ‘DIVÊ EM BIBIN XILASKARÊN XWE’   Pashtana Durranî helwesta cemaweriya navneteweyî li hemberî rejîma Talîbanê û jinên Efxanî rexne kir û got: “Carekê ez ji helwesta civata kûrewî pir xemgîn bûm. Yên ku di destpêkê de rabûn ser piyan û gotin ‘divê em jinên Efxan xilas bikin’, paşê piştgirî dan Talîbanê. Civata kûrewî her dem rojevek wan heye. Rojek dikare bibe xilaskarên jinên Efxan, roja din piştgirên Talîbanê, roja sêyemîn jî dikarin wan nasan bikin. Lê ji bo gelê Efxan, nexasşm jinên ciwan, rojev pir hêsan e; divê em bibin xilaskarên xwe. Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Ne zilamên li derdora me, ne civata kûrewî, ne jî aktorên navneteweyî. Heta ku ev yek neyê qebûlkirin, pêşveçûn dê pir dijwar be. Divê ez vê yekê jî destnîşan bikim ku jinên Efxan yên pir bihêz hene ku ji bo vê rastiyê ji me re vebêjin, çiya hejandine û ger ez îro karibim vê bibêjim, bi saya wan e.”   BANGA LI JINÊN CÎHANÊ   Pashtana Durranî destnîşan kir ku divê jinên cîhanê piştgiriyê bidin hev û divê hevgirtin kûrewî be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundiya zayendî tenê yek aliyek e. Zewacên di temenê zaroktiyê de, ducaniyên ciwan, istismara zarokên keçîn, qaçaxçiya mirovan, negihîştina jinên pîr ji bo xizmetên tenduristiyê, ferqa mûçeya zayendî… Tenê ji ber ku em bi zayendekê hatine dinê, gelek astengî li pêşiya me hene. Tişta herî baş ku em dikarin bikin ev e ku em ne tenê xwe, lê di heman demê de jinên ku niha herî zêde pêwîstiya wan bi vê hevgirtinê heye jî bi hev re bilind bikin.”   SIBE: Tevgera Jinên Azad (TJA) di sala xwe ya 9’an de ye   MA / Hîvda Çelebî