NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî cîhanê zêdetirî 520 parastvanên mafên mirovan û kesayetên siyasî bi daxuyaniyeke hevpar bang li rejîma Îranê kir ku cezayên îdamê bide sekinandin.
Li seranserî cîhanê zêdetirî 520 parastvanên mafên mirovan û kesayetên siyasî têkildarî cezayên îdamê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine dayin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji roja Mesûd Pezeşkiyan bûye serokkomarê Îranê heta niha zêdetirî hezar û 800 kes hatine darvekirin, di her sê saetan carekê de kesek tê darvekirin, ji serê salê heta niha 38 jin jî hatine darvekirin.
Bi domdarî hate destnîşankirin ku 3 jê jin (Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî) bi giştî 50 girtiyên siyasî bi gefa darvekirinê rû bi rû ne. Bi domdarî wiha hate gotin: “Îran dixwaze dîroka 1988’an ku 30 hezar girtiyên siyasî hatibûn darvekirin dîsa dubare bike. Di serî de girtiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, divê hemû cezayên darvekirinê tavilê bên bidawîkirin.”
Di daxuyaniyê de bang li Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî jî hate xwestin ku ji bo cezakirina kesên tiliya wan di van binpêkirinan de heye tavilê gavan biavêjin.