ENQERE - Profesorê Skoçyayî Andrew Ross, têkildarî pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin ji DEM Partiyê re peyamek şand û got: “Hikûmeta Tirkiyeyê hewceye vê firsenda dîrokî pûçe neke.”
Profesorê Skoçyayî Andrew Ross, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji DEM Partiyê re peyameke piştgiriyê şand.
'DIVÊ TIRKIYE VÊ FIRSENDA DÎROKÎ PÛÇ NEKE’
Peyama Ross wiha ye: “Tevgera Kurd, ji kokê heta serî modeleke civaka wekhevîparêz derxist holê. Di serdemên modern de em kêm caran rastî pêşketinên demokrasiyê yên wiha tên. Heta belkî jî em qet rast nehatine. Biryara bêçekbûnê û fesixkirina rêxistinê biryareke pir bi wêrek bû. Entegrebûna gelê Kurd a di avadaniya siyayasî ya Tirkiyeyê, tenê dikare bibe çavkaniya hêvî û hêzê. Hikûmeta Tirkiyeyê hewceye vê peymana aştiyê, vê firsenda dîrokî pûç neke.”
ANDREW ROSS KÎ YE?
Andrew di sala 1956’an de ji dayik bû. Zanyarekî civakî, nivîskar, akademîsyen û aktîvîstekî Skoçyayî ye. Lîsansa xwe li Zanîngeha Aberdeenê temam kir û doktoraya xwe jî li Zanîngeha Kentê ya Ingilistanê kir. Li Zanîngeha Princetonê dest bi kar kir û di sala 1993’yan de derbasî Zanîngeha New Yorkê (NYU) bû û di bernameya Xebatên Amerîkayê de weke profesor xebitî. Ross, di polîtîkayên bajar, pêşeroja kedê, aboriya kûrewî, mafên karkeran û edaleta hawirdorê de bû pispor û aktîvîstekî girîng e. Di tevgerên weke Anti-sweatshop (li dijî kedxwariyê) de bi awayekî çalak cih girt, di mijarên kampanyayên li dijî deyn (Strike Debt, Debt Collective) û mafên karkerên penaber de xebat meşand. Nivîsên wî di weşanên weke The New York Times, The Guardian, The Nation û hwd. hatin weşandin û gelek pirtûk û gotarên wî hene. Ross, ji kevneşopiya sosyalîzm, anarşîzm û demokrasiya radîkal bibandor bûye.