NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmen windayan di çalakiya xwe ya li çar bajaran de gotin: “Heta aqûbeta hemû windayên me neyên aşkerakirin, aştî pêk nayê. Bila daxwaza Xizmên Windayan bê cih.”
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û li Îzmîrê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin, çalakiyên xwe yên heftana domandin.
AMED
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 871'emîn a çalakiyên "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên xizmên winda hat hilgirtin û Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahîr Saçakli axivî. Saçakli, ev tişt got: “Heta aqûbeta hemû windayên me neyê zelalkirin, aştî pêk nayê. Bila daxwaza xizmên windayan bê cih.”
Piştre çîroka Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosun ên ku di 19’ê Cotmeha 1995’an de li Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hatibûn binçavkirin û tu agahî ji wan nehate girtin, hat parvekirin.
ÇÎROKA AYDEMÎR Û TOSUN
Di çalakiyê de nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli axivî û wiha got: “Em her hefte li vê qadê ji bo ku careke din kiryarên bi vî awayî pêk neyên em bangawaziyê li rayedaran dikin. Her hefte em bang dikin dibe ku ji hinekan re sivik were lê gelek girîng e. Her roja ku em wêneyan hildigirin û têne vê qadê ew giraniya windabûna windakirina xizmên windayan tê ber çavên mirov. Heta ku aqûbeta windakiriyan neyê zanîn aştî pêk nayê. Bila daxwazên xizmên windakiriyan pêk were.”
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ku çîroka Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn xwend, diyar ku ew ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn bernedin û wiha got: “Huseyîn Aydemîr bavê şeş zarokan ê 34 salî li gundê Tûtê yê Licê dijiya. Wê demê gund dihatin şewitandin, gundî neçar dibûn ku koç bikin û bibin cerdevan. Ji ber ku êdî nikarîbûn li hember vê zextê bisekinin, Huseyîn Aydemîr û malbata wî pêşî koçî Amedê û dû re jî koçî Edeneyê kirin. Lê belê ew bi zext û gefan re rû bi rû dima. Di nîvê sala 1995an de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kirin. Fehmî Tosûn jî bavê pênc zarokan ê 35 salî li gundê Licok ê navçeya Licê dijiya. Licê û gundên wê gelek caran rastî rastî zext û zorê dihatin. Malbata Tosun di vê hawîrdora zor de bedelên giran dan. Ji ber van zextan malbata Tosun neçar ma ku koçî Stenbolê bike.”
Firat Akdenîz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên ku li dijî Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûnê ku hev re hatibûn qetilkirin û got ew her du hevalên hev ên herî nêzîk bûne û wiha domand: “Di 19ê Cotmeha 1995an de Fehmî Tosûn bi hevalê xwe Huseyîn Aydemîr re çû mala xwe ya li navçeya Avcilarê ya Stenbolê. Piştî ku bi hev re taştê xwarin her du heval derdora saet 10:00an de ji malê derketin. Dema ku li kolana Aksarayê dimeşiyan, du otomobîlên spî nêzîkî wan bûn û wan bi zorê xistin wesayîtê. Ji wê demê ve heta niha tu agahî ji wan nehat girtin. Dema ku malbatên Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn hîn bûn ku li Aksarayê ji aliyê polîsên sivîl ve hatine binçavkirin, hemû rêyên qanûnî şopandin. Hemû îtîrazên wan jî bêencam man. Rastiya ku Huseyîn Aydemîr û hevalê wî Fehmî Tosûn hatine binçavkirin ji aliyê dewletê ve hate înkarkirin. Qanûn nehatin sepandin. Ji bo eşkerekirina çarenûsa wan û darizandina sûcdaran lêpirsînên bi bandor nehatin kirin. Di doza wan de bi hinceta ku dem boriye biryara neşopandinê hate dayîn.”
Firat Akdenîz anî ziman ku dayîka Huseyin Aydemîr, Asiye Aydemîr, bi salan li benda nûçeyên saxmayîna kurê xwe maye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi xemgînî, mîna Dayîka Berfo, Dayîka Fatma, Dayîka Elmas, Dayîka Meryem û Dayîka Asiye bêyî ku bi zarokê xwe re bê cem hev koça dawî kir. Em bidomdarî şahidiya lêgerîna rastî û edaletê ya malbata Tosûn dikin. Têkoşîneke ku sê nifş e ji bo şikandina dîwarê bêdengiyê yê li dora windakirinên bi zorê tê meşandin didome. Hebûna pergala bêcezatiyê van mercan diafirîne. Ji ber vê yeke ev 871 hefte ne em her rê û rêbaz bikar tînin da ku bang li dewletê bikin. Da ku binpêkirinên mafên mirovan û bêcezatiyê biqedîne. Ji bo ku erkên xwe yên di bin qanûna gerdûnî de bicîh bîne. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Huseyîn Aydemîr û Fehmî Tosûn bernedin.”
Piştî daxuyaniyê beşdarên çalakiyê deqîqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û pişt re jî çalakî bi dawî kirin û belav bûn.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û malbatên windayan di hefteya 707’emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Parêzvanên mafên mirovan, ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiya bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Halît Boran ê ku di 19’ê Cotmeha 1995’an de li Aksaray a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin, hat pirsin. Çîroka Boran ji aliyê Rêvebira ÎHD’ê ya Êlihe ve hat xwendin.
Çîroka Boran, wiha ye: “Halît Boran, ji gundê Hereg a navçeya Licê ya Amedê ji bo xebatê diçe Stenbolê. Li taxa Aksaray a Stenbolê ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Piştî binçavkirina wî bi 8 rojan di qanala Show Tv’ê de dîmenên kesên hatine binçavkirin tên weşandin. Malbat û xizmên wî Halît Boran din ava kesên binçavkirî de dibîne. Piştî serlêdanê rayedar, ji malbatê re dibêjin derheqê binçavkirina wî tu qeyd nîn e. Rexmê hemû hewldanan ji wê dîrokê vir de tu agahî ji Halît Boran nehat girtin.”
Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ji bo çalakiya xwe kom bûn. Pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan ji aliyê xizmên windayan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ve hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hamît Temel ê ku di sala 1991’ê de ji aliyê komeke ji 10 kesan pêk tê ve hatibû binvaçkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, pirsin.
Metnê daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin. Akbaş diyar kir ku heta aqûbeta Temel bê aşkerakirin, dê têbikoşin û got: “Heta aqûbeta Hamît Temel û hemû windayên me neyê aşkerakirin û kiryar neyên darizandin em ê dev ji têkoşînê bernedin.”
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, li pêşiya Sumerbank a Kevin li Konakê çalakî li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" û "Winda wijdan in, xwedî li wan derkevin" hatin vekirin. Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Toraman ê ku di 27’ê Cotmeha 1991’an de li Stenbolê hatibû windakirin, hat pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêvebira Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Gulay Bîlîcî ve hat xwendin. Gulay Bîlîcî, got, em ê dev ji lêgerîna windayan, daraza kiryaran û têkoşînê bernedin.