ÎZMÎR - Hevberdevka EGEÇEP'ê Derya Lîmê diyar kir ku kuştina Hakan Tosûn tenê ne bûyerek e, encama siyasetekê ye ku kesên ku jiyanê diparêzin hedef digire û xwest ku sûcdar bên dîtin û radestî dadgehê bên kirin.
Platforma Jîngeh û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) der barê mirina rojnamevan û ekolojîst Hakan Tosûn ê li Stenbolê bi êrişekê hat qetilkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniya li ber Sumerbanka Kevn a Konakê de, pankartên bi nivîsên "Çi bi serê Hakan Tosûn hat?" û "Edalet ji bo Hakan Tosûn" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsên "Kuştina Hakan Tosûn siyasî ye" û "Kuştina rojnamevanan siyasî ye" hatin hilgirtin. Gelek caran dirûşmeyên wekî "Çi bi serê Hakan Tosûn hat?" û "Hakan Tosûn serhildana me ye" hatin berzkirin.
Di daxuyaniyekê de ku gelek kes beşdar bûn, Hevberdevka EGEÇEP'ê Derya Lîmê diyar kir ku Hakan Tosûn wêrankirina ekolojîk a li çar hawirdorê eşkere kiriye. Derya Lîmê anî ziman ku der barê êrişa li ser Hakan Tosûn de gelek pirs bêbersiv mane û got: "Hakan Tosûn ne tenê rojnamevan bû; ew di heman demê de çalakvanek jiyanê bû ku xweza, jiyan û mafê raya giştî yê agahdariyê diparast. Bi pênûs, kameraya xwe û keda xwe, ew bû dengê kesên ku li dijî talan, wêrankirin û bêdengiyê li ber xwe didin. Bêdengkirina wî ne tenê hedefgirtina kesekî ye, ya dengê xweza û rastiyê ye. Êrişa li ser Hakan Tosûn tenê ne bûyerek e; ew encama atmosfer ü politîkayekê ye ku kesên ku jiyanê diparêzin hedef digire."
Derya Lîmê bang li rayedaran kir ku berpirsên kuştina Hakan Tosûn bibînin û wan radestî dadgehê bikin.
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.