ÎZMÎR - Rojnamevanê Yewnanî Nikos Aslanidis ê ku li ser sirgûn û qirkirina Rûmên Pontosê belgefîlm amade kiriye û dixwest biçe Tirkiyeyê, bi hinceta ku ew wekî "kesekî xeternak" tê dîtin, destûr nehat dayîn ku bikeve Tirkiyeyê.
Serokê Komîteya Rûmet û Exlaqê ya Sendîkaya Rojnamevanên Makedonya-Trakyayê (ESIEMTH) û Endamê Lijneya Efxinos Leshi (Komeleya Dostaniya Deryaya Reş) ya Selanîkê rojnamevanê Yewnanî Nikos Aslanidis,wekî "bifikar" hate hesibandin û ketina wî ya Tirkiyeyê hate qedexekirin. Di 17’ê Cotmehê de, dema ku ew derbasî Tirkiyeyê bû, li deriyê sînor ê Kipiyê di kontrola pasaportê de hate rawestandin. Di dema kontrolê de, rayedarên Tirkiyeyê jê re ragihandin ku ji ber ku ew wekî "kesekî xeternak" tê hesibandin, ketina wî ya welêt hatiye qedexekirin.
Aslanidis ê ku serpêhatiya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal rave kir, diyar kir ku ew yek ji 100 rojnamevanên ku beşdarî gera Stenbolê ya Sendîkaya Rojnamevanên Makedonya-Trakyayê bûne bû. Wî diyar kir ku ew dixwaze serdana Patrîk Bartholomeos ê Yewnanî yê Fenerê, Ayasofya û Lîseya Mezin a Yewnanî bike û ev tişt got: "Min çend caran ji Tirkan pirsî: Çima ew min xeternak dibînin? Lê bersiva min nedan. Piştre polîsekî yewnanîn min ra got ‘belgefîlmên we yên li ser qirkirina Yewnanên Pontosê û kesên winda yên li Qibrisê ew aciz kiribin’. Ger 'dewleta kûr' a Tirkiyeyê armanc dike ku kesên ku lêkolîn dikin û rastiya dîrokî aşkere dikin bitirsîne, bibore, lê ev yek bi serneket. Derhênerên belgefîlman nêrînên şexsî nabêjin. Ew xwe dispêrin rastiyan û delîlan ji çavkaniyên rasteqîn ên ji vegotinên ji şahidiya mirovan pêşkêş dikin. Ev kes şahid bûne û bihîstine."
‘LI SER DEREWAN DOSTANÎ NAYÊ AVAKIRIN’
Aslanidis, diyar kir ku "dewleta kûr" hewce ye ku tiştên ku ji bo xweşkirinê têne gotin sansûr bike û wiha pê de çû: "Yên xeternak ne ew in ku rastiyê dibêjin. Yên xeternak ew in ku bi axaftina li ser 'Welatên Şîn' û veşartina rastiya dîrokî mejiyê xwendekaran dişon. Kes nikare dostaniyek rastîn li ser derewan ava bike. Mesele ne şexsî ye; bi tevahî siyasî ye û divê hem Wezareta Karên Derve û hem jî hemû partiyên siyasî vê mijarê çareser bikin. Ger em çavên xwe bigirin, dê rewşê xirabtir bibe. Di salên dawî de çend kesên Yewnanî yên Pontosî hatine dersînorkirin, lê dîsa jî tu kesî dengê xwe dernexistiye. Provokasyon berdewam dikin û em bêxem dimînin."
JI BO ÇI DESTÛR NEDANÊ?
Aslanidis bi salan di bernameya televîzyona Yewnanî ERT3 de "Senaryoyên Rastîn" li ser êşên ku Yewnanên Pontosî û Anatoliyê di dema Împeratoriya Osmanî de kişandine û ev pêvajo çawa bi qirkirin û sirgûnê ve bi encam bûye, diweşand. Wî bi şahidên nifşê yekem ên ji Pontos, Anatoliya û Trakyayê re axivî û van şahidiyan di pirtûka xwe ya "Şahidî" de berhev kir.
Herwiha Aslanidis, ji bo bîranîna sed saliya sirgûn û qirkirina Yewnanên Pontosî belgefîlmek bi navê "Bando" kişand. Belgefîlm li ser Orkestraya Filharmonî ya Giresunê ye. Ev orkestra ya ku ji 13 muzîkjenên Yewnanî û 3 Tirkan pêk dihat, Topal Osman ê ku wekî kujerê Yewnanên Pontos tê nasîn, bi zorê leşkerî bi wan dabû kirin. Ev mûzîkjen ên ku neçar bûn marşên Tirkî lê bidin, di dîmenên ku dema çete, Yewnanên Pontûsî talan dikin, tecawiz dikin û wan dikuştin de performansa xwe pêşkêş dikirin. Belgefîlm van bûyeran li ser bingeha bîranînên kesekî Yewnanî yê sax rave dike.
Aslanidis, belgefîlmek din bi navê “Where ara they” (Ew li ku ne) amade kir, belgefîlm çarenûsa 13 kesên winda yên Yewnanî û Qibrisî yên ku di girtîgehên ewlehiya bilind ên Bolu û Denizliyê de ne, dipirse.
MA / Tolga Guney