ÊLIH - Mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” ya li Êlihê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.
Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Azadî” mitîngê li dar dixe. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi hezaran kes herikîn qada mitîngê. Mitîng, li Xaçerêya Dortyolê tê lidarxistin. Hatina gel a ber bi qadê ve didome. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Tê payin ku di mitîngê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş biaxivin.
Berfirehiya nûçeyê tê...