'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’

  • rojane
  • 11:56 9 Cotmeh 2025
  • |
img

AMED - TJA û DBP’ê diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxistiye. 

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyên cuda yên nivîskî dan. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser civaka demokratîk. 
 
DBP: KOMPLO VALA HATE DERXISTIN  
 
DBP’ê, di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Manîfestoya Civaka Demokratîk komploya navneteweyî vala derxist” de wiha got: 
 
“Komploya Navnetewî ya ku ji aliye hêzên herêmî û hêzên hegomon ve di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî birêz Ocalan ket meriyete 27 sal li pey xwe hişt. Pêvajoya ku bi derketina birêz Ocalan a ji Sûriyê ve dest pê kir, hêj jî bi encamên ku derxist holê ve hem di qada navnetewî û hem jî di qada gerdûnî de rê li ber geşedanên siyasî û civakî vedike.  Komploya ku bi hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî hat plankirin, wek yek ji encamên hewldanên ku pirsgirêka Kurd kûr bike û lêgerîna çareseriyê têk bibe, hat pêşxistin. Hêzên ku sed sal beriya niha sînorên Rojhilata Navîn diyar kirin, vê carê li dijî paradîgmaya netewa demokratîk a ku ji gelan re jiyaneke alternatif pêşkeş dikir, ketin nav liv û tevgerê. Bi gotineke din; ji bo pergala netew-dewletî hebûna xwe biparêze û îxtîmala veguhastina demokratîk ji holê bê rakirin, komploya navnetewî ket meriyetê. 
 
Komplo, ji aliyê hêzên wekî Amerîka, NATO û hin welatên Ewropî ve li hat plankirin û Tirkiye jî wek birêvebirê pêvajoyê bû perçeyê vê planê. Armanc ew bû ku; têkoşîna rewa ya gelê Kurd bê tasfiyekirin, pêşî li hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn bê girtin û statukoya navendî ya hêzên netew-dewletî bê parastin. Ji ber vê yekê, komplo ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî gelên azadîxwez ên Rojhilata Navîn jî wek êrîşeke stratejîk bû. Lê, Birêz Ocalan, di girtîgeha Îmraliyê de li gel şert û mercên tecrîda giran, bi pradîgmaya xwe ya ‘’Civaka Demokratîk’’ ve di warê birdozî û siyasî de komploya navnetewî vala derxist. Bi perspektîfa çareseriyê ve Birêz Ocalan, ji bo azadiya jinê, ji bo hevsengiya ekolojîk û ji bo pêşeroja hevpar a gelan li ser esasên demokrasiye alternatîfeke bi hêz pêşkeş kir.
 
MANÎFESTOYA CIVAKA DEMOKRATÎK DIVÊ WEK NEXŞERÊ BÊ DÎTIN 
 
Îro ji Rojava heya Bakur, ji Başûr heya tevahiya Rojhilata Navîn hêzên demokratîk li ser perspektîfa birêz Ocalan xwe bi rêxistin dikin, li dijî înkar û êrişên pergala netew-dewletan modelên jiyana nû ya azad kêlî bi kêlî ava dikin. Li gel vê rastiyê û li gel tevî hewldanên çareseriyê yên birêz Ocalan, ev 27 sal in li Girava Îmraliyê hewldanên tesfiyekirinê bê navber didomin. Di şexsê birêz Ocalan de hêviya jiyana hevpar a gelan, hêviya civaka demokratîk û aştiyê tê tecrîdkirin. Qeyran, şer û bêîstîqrariya ku îro li Rojhilata Navîn kûr dibin, nîşan didin ku komplo çawa bi her awayî ve didome. Ji ber vê yekê jî, ji bo jiyaneke azad û wekhev divê ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan wek nexşerêya çareseriyê bê dîtin. 
 
Em jî wek Partiya Herêmên Demokratîk car din diyar dikin ku; li dijî siyaseta şer û talanê ya netew-dewletiyê, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan bersiva herî bihêz e. Hêzên komploger ji bo gelan şer, hilweşandin, xizantî û dagirkeriyê rewa dibînin. Lê, li hemberî vê pergalê birêz Ocalan wekheviyê, jiyaneke azad û demokrasiya rasteqîn pêşkeş dike. 
 
HETA OCALAN AZAD NEBE LI ROJHILATA NAVÎN ÎSTÎQRAR MAYINDE NABE 
 
Bi vê mabestê em bang raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û navnetewî dikin ku xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan derbikevin. Her wiha divê neye jibîrkirin ku; heya ku birêz Ocalan azad nebe, li Rojhilata Navîn aştî û îstîqrarî wê mayînde nebe. Ev rastiyeke dîrokî ye.” 
 
TJA: XWESTIN HÊVIYÊN AZADIYÊ TUNE BIKIN  
 
TJA'yê jî ragihand ku armanca komployê tunekirina hêviya azadiyê ya gelekî bû û destnîşan kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan hate meşandin ev plan têk bir. TJA’yê destnîşan kir ku rêya herî bi bandor a pûçkirina armancên komployê Manîfestoya Civaka Demokratîk e û got: “Heta ku em xwe bigihînin armanca xwe ya Rêbertiya azad û jin a azad, civaka azad, em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”  
 
 
 

Sernavên din

13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn HATE NÛKIRIN
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari li Meclisê diaxive
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin