Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku komploya navneteweyî ji hêla Abdullah Ocalan ve vala hatiye derxistin û got: “Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye.” 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku duh hate lidarxistin û geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Doganê diyar kir ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye û got: “Di rojên pêş de dê geşedanên girîng çêbibin.” 
 
Ayşegul Doganê di serî de bal kişand ser tiştên li Xezeyê diqewimin û bang li civaka navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê. Bi domdarî Ayşegul Doganê got ew piştgiriyê didin agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de. 
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina ji Sûriyeyê dest pê kir û got: “Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha tevî her tiştekî, bi hewldanên biisrar ên aştî û demokratîkbûnê yên Ocalan vala hate derxistin. Gelo xwestin di 9’ê Cotmehê de çi bikin? Armanc ew bû ku di navbera Tirk-Kurdan de şerekî derxînin. Lê bi ser neketin. Lêbelê ji bo bi ser nekeve têkoşîneke mezin hate meşandin û bedelên giran hatin dayin. Dema di çarçoveya bandora herêmî de em lê dinêrin, asta em li Tirkiyeyê gihiştinê qonaxeke krîtîk e. Qonaxeke pir girîng û dîrokî ye. Sedema biisrar dubarekirina van gotinên min ne ji ber xwe ve ye. Dema li 30 salên dawî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê nihêrtin, ev aliyê krîtîk û dîrokî baştir tê dîtin.” 
 
OCALAN DI VÊ PÊVAJOYÊ DE ÇI KIR?
 
Di berdewamê de Ayşegul Doganê wiha got: “Baş e lê Ocalan di vê pêvajoyê de çi kir? Îradeyeke çawa raber kir? Birêz Ocalan ku 27 sal in di tecrîdê de ye, ji bo valaderxistina vê komploya navneteweyî, pêvajo dav bi dav hûnand û teklîfa modeleke jiyana deokratîk ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re kir. Em vî aqilê komploger, aqilê dixwaze ji vir şer derxîne, dixwaze wêraniyê bîne, dixwaze koçê û şerê di navbera gelan de derxîne ne tenê şermezar dikin; her wiha bi sala ye li dijî wî têdikoşin û bedel didin. 
 
AQILÊ KOMPLOYÊ HÊJ DI NAVA BIZAVÊ DE YE 
 
Belê em behsa komployeke vala hatiye derxistin dikin. Lêbelê ev aqil hêj dibizive. Hêj jî hewl dide derfetên aştiyeke birûmet, aştiyeke wekhev û adilane tune bike û qada wê teng bike. Lê teqez dê bi ser nekevin. Lêbelê êdî tehemûla tu kesekî nemaye ku bêhtir kes bimirin. Lewma hewceye her kes baş bi qîmeta vê pêvajoyê bizane û cidî nêzî pêwîstiyan bibin. 
 
MIFTEYA MODELA JIYANÊ
 
Civaka komunal a demokratîk, eko-ekonomî, eko-endustrî, sosyalîzma civaka demokratîk, entegrasyona demokratîk û herî dawî jî demokrasiya muzakerevan... Ev têgeh divê ne tenê weke têgeh bên destgirtin. Em dixwazin vê di çarçoveya 9’ê Cotmehê de jî bi bîr bixin. Ev têgeh, têgehên sereke yên modela jiyana nû ne ku Ocalan pêşkeşî cîhan, Tirkiye, herêm û xelkê herêmê dike. 
 
Birêz Erdogan gotibû; ‘Her gavekî erênî dê bibe wesîleya gaveke din a erênî.’ Her wiha lîderê MHP’ê birêz Devlet Bahçelî got; ‘Ji ewil bila çek bêdeng bibin, paşê dikare li ser her tiştekî were axaftin.’ Em jî niha dibêjin ku; bêdengbûna çekan girîng e lêbelê divê rewşa bêpevçûniyê mayinde bibe. Ji bo rewşa bêpevçûnî mayinde bibe hewceye hinek gav bên avêtin. Çek bêdeng bûn, wê demê divê niha yasa, hiqûq û demokrasî bêhtir xuyanî bibe. Çek bêdeng bûn, wê demê niha dema naskirin û qebûlkirina vê ya ji hêla hiqûqî ve ye. Lêbelê heta niha tu tiştek nehatiye kirin. Gotinên girîng tên kirin lêbelê ev têr nake. Em dibînin ku dubarekirina vê tenê dibe windakirina demê. 
 
SERDEMA NÛ
 
Ji bo ku em fêm bikin di pêvajoya veguhêz de ne, hem ji hêla civakî hem jî ji hêla siyasî ve divê geşedanên nû çêbibin. Her tiştek, li aliyekî îşaret bi serdemeke nû dikin. Li hêla din, têkildarî vê mijarê tu gaveke şênber nayên avêtin. Di serdema nû de hewceye were dîtin ku serweriya hiqûqê û edalet cîbicî bûne. Divê em bi bibînin ku tecrîd ji holê rabûye. Divê pirsa ‘Dê çima biaxive?’ neyê kirin. Hewceye girîngiya axaftina wî were vegotin û ev tenê ji DEM Partiyê re neyê hiştin. Ev ne tenê meseleya DEM Partiyê ye. Meseleya Tirkiyeyê, ya civak û siyasetê ye. Lewma ji bo di vê mijarê de gav bên avêtin hewceye em bi hev re bixebitin. 
 
HEWCEYE KOMÎSYON BI OCALAN RE PÊWENDIYAN DEYNE 
 
Hewceye komîsyon bi birêz Ocalan re pêwendiyan deyne. Bahçelî di vê mijarê de daxuyanî da û em jê keyfxweş bûn. Lê hêj jî serokê Meclisê û serokê komîsyonê di vê mijarê de daxuyaniyek nehatiye dayin. 
 
DÊ DI TEVAHIYA COTMEHÊ DE BIDOME
 
Kampanyaya me ya ‘Em aştiyê dixwazin’ dê di tevahiya Cotmehê de bidome. Ev kampanya li hemû rêxistinên me yên bajar û navçeyan û li her herêma Tirkiyeyê didome. Her wiha plansaziyên nû tên kirin. Li gel hevdîtinên me heta niha kirine, têkildarî serdema nû ya Meclisê jî amadekarî hene û di MYK’ê de li ser van mijaran nîqaş hatin kirin. Di serdema nû de dê di vê mijarê de plansaziyên me hebin. 
 
EV TEVEK NÎŞAN DIDIN KU GAV NEHATINE AVÊTIN 
 
Hûn jî dişopînin bê ka ev pêvajoya krîtîk dikare çawa were derbaskirin. Ji ber ku li qadê jî em gelek caran rastî van pirsan tên. Hin alî jî girêdayî geşedanên li Sûriyeyê dikin. Têkildarî komîsyonê jî pirs hene. Yên pirsên weke ‘Dê çawa bibe? Dê birêz Ocalan nêrînên xwe çawa bi wir re parve bike? Ev dê çawa bibe?’ dikin jî hene. Ev tevek nîşanî me didin ku gav nehatine avêtin. Divê em vê jî bibînin; berpirsyartiya pêvajoyê di esasê xwe de li ser milê birêz Ocalan hatiye hiştin. Ev tiştekî gelek girîng e lê divê bersiva vê were dayin. 
 
BAL KIŞAND SER ENTEGRASYONÊ
 
Tê gotin ku li Sûriyeyê banga diyalogê ya HSD’ê ji hêla hikûmeta demkî ve bêbersiv tê hiştin. Mijara entegrasyona YPG’ê danîne pêşiya hemû mijarên din. Entegrasyon ne ew e ku aliyek xwe radestî aliyê din bike û divê wisa neyê nirxandin. Entegrasyon, guherîn û veguherîna her du aliyan e. Ji vî alî ve mirov dikare bibêje aliyekî Tirkiyeyê jî eleqedar dike heye. Ji ber ku em jî behsa entegrasyona demokratîk dikin. Birêz Ocalan di banga 27’ê Sibatê de bal dikişand ser vê mijarê lê em nikarin yekser girêdayî wê binirxînin. Du pêvajoyên cuda, du prosedûrên cuda, du welatên cuda û mercên cuda hene.” 
 

Sernavên din

13:25 Li Pasûrê îskele hilweşiya: Mirî û birîndar hene NÛÇEYA LEZGÎN
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari li Meclisê diaxive
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî