Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin

  • rojane
  • 11:01 9 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Parêzerê OHD’î Mehmet Şîrîn Şahîn, diyar kir ku di sala 2016’an de ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “bombe/teqemenî” cih digire, pergaleke cuda ya cezakirinê di meriyetê de ye.

 
Binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan zêde dibin. Li girtîgehên ku înfazên girtiyan tê şewitandin û tehliyeya wan tê astengkirin, girtiyên siyasî tên tecrîdkirin û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê maf tên binpêkirin. Girtiya bi navê Ratîbe Batmaz li vê girtîgehê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ratîbe Yilmaz, di sala 1999’an de piştî hat binçavkirin dadgehê cezayê muebedê lê birî. Ratîbe Yilmaz a ku 26 sal in girtî ye, di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin.   
 
Ratîbe Yilmaz a ku di tecrîdeke giran de ye, ji îdareya Girtîgeha Hejmar 1 Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê re bi daxwaznameyekî ji bo “hevdîtîna bi girtiyên din û qada hevpar” daxwaz dike. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, diyar dike ku Ratîbe Yilmaz di 3’yê Mijdara 2022’yan ji Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ji bo Girtîgeha Hejmar 1 Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê hatiye sewqkirin û destnîşan dike ku Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan di nivîsa sewqkirinê de gotiye “di çêkirina bombe, teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û teqemeniyên ji dûr de pispor e, divê bi girtiyên din ên bi heman wesfî ve re bên ragirtin û dema oda guhertinê an derketina qada hevpar divê wesfên wan esas bê girtin." Di biryara girtîgehê de nivîsa Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan hatiye esasgirtin û daxwaza Ratîbe Yilmazê hatiye redkirin. 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Şîrîn Şahîn ê ku têkildarî mijarê raporek amade kiriye diyar kir ku “satûya bombe” ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “bombe/teqemenî” cih digire ne li gorî rêgeza wekheviyê ye û ev yek tecrîd e. Herwiha Şahîn, rave kir ku tevî Ratîbe Yilmazê, Ahmet Surme, Erdal Ozdogan, Alîgul Alkaya, Mîkaîl Mungan û Halîl Kahraman ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê bi heman “statû" ve tên tecrîdkirin û sihbet, werzîş û qada hevpar ji bo wan hatiye qedexekirin.
 
‘DI 2016’AN DE LÎSTEYEK HATIYE AMADEKIRIN’  
 
Şahîn, destnîşan kir ku di girtîgehê ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “teqemenî/bombe” cih digire, polîtîkayên tecrîdê pêk tîne û ev tişt got: “Ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de ‘teqemenî/bombe’ cih digirin rejîmeke înfazê ya cuda tên sepandin. Lîsteyek kategorîzekirinê çêkirine. Me cara ewil di 2016’an de lîste ferq kir. Dema em ji bo binpêkirinan serlêdanan dikin di bersivên serlêdanan me de hejmar û dîrokên van dosyayan derbas dibe. Gulana 2016’an de ev lîste hatiye amadekirin. Ev lîste ji aliyê kê bi çi awayî hatiye amadekirin ne diyar e. Bersivên ku ji bo me hatine dayîn ew e ku saziyên girêdayî Wezareta Dadê ev lîste amade kirine.”
 
’10 SAL IN DI HUCREYÊ DE YE’ 
 
Şahîn, diyar kir ku ev lîste ji navê girtiyên cezayê muebedê cih digirin û wiha pê de çû: “Di vê lîsteyê de girtiyên ku ji aliyê DGM’ê ve hatine darizandin û di nava 20 salan de tu cezayê disiplînê wernegirtinê jî cih digirin. Ratîbe Batmaz, mînaka herî şênber e. Herî dawî dema sirgûnê Girtîga Kocaeliyê bû, ji ber vê lîsteyê mafê wê hatin binpêkirin. Girtiyên bi navê Husne Kiliç, Mahîde Şahîn jî di heman lîsteyê de ne. Herwiha Adem Aslan ê ku li Girtîgeha Kocaeliyê tê ragirtin ev 10 sal in di tecrîdê de ye. Di Girtîgeha Tekîrdagê gelek girtiyên bi vî rengî hene. Me daxwaza lîsteyê kir. Ji me re hate gotin ku ev lîste ji bo saziyê hatiye şandin û dê nedin me. Katergorîzekirineke wiha ne li gorî qanûna înfazê ye.”
 
‘NE LI GORÎ CPT Û PEYMANÊN MAFÊN MIROVAN E’ 
 
Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo girtiyên ku ceza li wan hatine birîn, rêgezek heye ku divê bê raçavkirin ku di hejmara 5275 Qanûna Înfazê de derbas dibe; ‘li dijî wan divê kiryarên bi zilm, der mirovî û bêrêzî ya li hember rûmetê neyên kirin.' Ragirtina di tîpên S û Y’yê de, binpêkirina mafên mirovan e. Ev kiryar û sepan ne li gorî rêgeza înfazê û Komîteya Pêşilêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ne. Bingeheke hiqûqî ya kategorîzekirina vê yekê nîn e.”
 
‘BIRYARA MÎNAK’ 
 
Şahîn, anî ziman ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê dikare girtiyan bi awayeke “bixeter” pênase bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lêbelê ev pênase ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye kirin. Têkildarî vê yekê biryara Dadgeha Destûra Bingehî heye. Serlêdaneke girtiyekî der barê vê yekê de heye. Serlêdan biryareke mînak e. Bingehek hiqûqî ya lîsteyên wiha nîn e. Di demeke nêzîk de dê pakêtên nû yên înfazê dê derkevin me serlêdanên xwe yên hiqûqî kir. Di pakêta nû ya înfazê de ger merc bên başkirin dê feydeya wê li pêvajoya aştiyê çêbibe.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû   

Sernavên din

14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari li Meclisê diaxive
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN