AMED - Talankirina daran a li Çiyayê Dorşînê yê Pasûrê ji hêla cerdevan û hinek gundiyan ve hatiye destpêkirin didome.
Talankirina daran a li gundên Eskar û Beyrokê yên li quntarê Çiyayê Dorşînê yê navçeya Pasûr a Amedê hatiye destpêkirin, didome. Dar, bi destê cerdevanan û hin gundiyan ve tên birîn. Qada dar lê tên birîn, li herêmê qada herî bi daristan e. Balkêş e ku bi hinceta “ewlehiyê” destûra têketin û derketina vê herêmê qedexe ye lê ji bo birina daran tiştek nayê gotin û kirin.
Xelkê herêmê li dijî vê talana di bin navê ciwankirina daristanê de tê kirin, bibertek e. Welatiyekî nexwest navê xwe bide got: “Siyasetmedar û ekolojîst çima li dijî birina daran a li Eskar û Beyrokê dengê xwe nakin û tiştekî nakin? Çemê Pasûrê hate tunekirin, Hesendîn tê tunekirin. Dorşîn, depoya oksîjena navçeya me ye û niha tê tunekirin. Çima li dijî vê her kes bêdeng e?”