ESKÎŞEHÎR - Li Eskîşehîrê kursa Kurdî, ji aliyê Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ve bi hinceta "îxbarê" hat astengkirin.
Koma Kurdî ya Eskîşehîrê, ji bo xwendekarên zanîngehê kursa zimanê Kurdî vekir. Kursa ku îro li kafeyekê dest pê kir, bi mudaxileya komîsyona ku ji Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ya Eskîşehîrê hatibû, nîvco ma. Beriya kursa Kurdî dest pê bike, polîsên Şaxa Ewlehiyê û TEM'ê li derdora kafeyê rawestiyan.
HINCETA ÎXBARÊ
Piştî destpêkirina dersa Kurdî, 6 kes dikevin salona dersê. Van kesan bêyî ku tu hişyarî û agahiyê bidin, pêşî li salonê wêne dikşînin. Piştre diyar kirin ku ew ji Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê hatine û bi îdiaya "xebata perwerde-hîndekariya bêdestûr tê kirin" îxbar wergirtine. Komîsyona ku ji Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî hatibû, girtek nivisî û ji wir veqetiya.
