MÊRDÎN - Li Mêrdînê barîneke zêde dibare û ji ber xebatên şaredariyê nîvco hiştî, cade û têketina gelek avahiyan di bin avê de man.
Ji şevê din heta niha li Mêrdînê barîneke zêde dibare. Ji ber barînan, li navçeya Artukluyê rê veguherîn golan. Ji ber xebatên binesaziyê yên nîvco mayîn ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, li gelek cihan korên mezin çêbûn. Wesayît di rêyan de man û trafîk xitimî.
Li gelek cihan jî logarên tehliyekirina avê xitimîn û têketina avahiyan di bin avê de man. Welatiyan hewl dan bi derfetên xwe logaran vekin û ava ketiye xaniyan vala bikin. Welatiyan got ku nikarin xwe bigihînin şaredariyê û rewşa heyî weke “rezalet” şîrove kirin.
