NAVENDA NÛÇEYAN - Kanala Zoom TV’yê ku ya Lahûr Şêx Cengî bû hate girtin.
Dadgeha Lêpirsînê ya Asayîşa Silêmaniyeyê duh der heqê Serokê Berey Gelê Lahûr Şêx Cengî de biryara girtinê da. Hêzên ewlekariyê bi ser Hotêla Lalezarê ku Lahûr Şêx Cengî lê dima de girtin û li vir pevçûn derket. Pevçûn nêzî 4 saetan domiya. Piştre jî Lahûr Şêx Cengî û 2 birayên wî hatin girtin.
Hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyeyê îro bi ser Zoom TV’yê de ku ya Lahûr Şêx Cengî ye de girtin. Rêveberê Metro Centerê Rehman Xerîb diyar kir ku hêzên ewlekariyê kanala Zoom TV’yê girtine û got: “Hêvîdarim desteserkirina televîzyonê tenê rewşekî demkî be.”