ENQERE – Piştî ku daxwaza hevdîtinê ya karmendan a bi Serokkomarê AKP’î Erdogan re bê bersiv ma karmendan xwestin ber bi qesrê ve bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Konfederasyona Karê-Cemawerî ya Yekbûyî (Bîrleşîk Kamu-Îş), piştî ku di Peymana Kar a Komî de lihevkirin çênebû û daxwaza civîna bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re bê encam ma. Ji bo vê yekê karmendan xwestin ku ber bi Qesra Serokkokamriyê ve bimeşin. Berî meşê, navenda konfederasyonê ya li Kizilay ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
‘EM Ê BI BERXWEDANÊ VE BI SER BIKEVIN’
Polîsan, îro di saet 14.00’an de mudaxileyê meşa ku hatibû plankirin kir. Endamên konfederasyonê yên ku ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê ve bi ser bikevin”, “Ev hêj destpêk e, em ê berxwedanê bidomînin” berz kirin.