* Hevserokê GOÇ-DER'ê Murat Sari diyar kir ku ji bo vegera welatiyên bi darê zorê hatine koçberkirin divê amadekariyên pêwîst bên kirin.
* Jinên ku me bi boneya 8'ê Adarê li Amedê bi wan re qise kir, xwestin ku qetlîamên jinan ên ku bûne pirsgirêka herî girîng a welêt bi dawî bibin. Ji jinan Semra Gunduzê got: "Heta ku li cîhanê jin azad nebin, tu kes nikare azad nabe."
* Nivîskar Ayşegul Devecîoglûyê banga Abdullah Ocalan nirxand û got: "Ya dikeve ser milê desthilatê ew e ku di warê demokratîkbûyînê de gavan bavêje."
* Hevala zarokatiyê ya Abdullah Ocalan Elîf Bindalê diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku hevalê xwe li Amarayê bibîne.
* Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çavê her kesî li gavên dewletê ye. Hat zanîn ku ji bo pêşketina pêvajoyê 10 rojên pêş gelek krîtîk in. Di bernameya Şandeya Îmraliyê de hevdîtina bi Erdogan re jî heye.
* Welatiyên Wanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin: “Peyamên Ocalan zelal in. Divê dewlet jî berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
* Dayikên Aştiyê bi bîr xistin ku PKK’ê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbest ragihandiye û gotin: “Divê êdî dewlet jî gavan biavêje û agirbestê ragihîne.”
* Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Êdî meseleya krîtîk ew e ka îktîdar dê vê banê çawa bibîne û çi bike. Ev yek dê pêvajoyê diyar bike.”
* Akademîsyen Vahap Coşkun û Mesût Yegen banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û gotin ku ji vir û şûnde ya girîng ew e ku her du alî gavên pêbawer biavêjin û hewceye her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.
* Jinan, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û gotin ku dixwazin di pêvajoya muzakereyan de bi awayekî wekhev cih bigirin.
* Danişîna ewil a doza Serokê Baroya Stenbolê û endamên lijneya rêveber ku ji ber parvekirina têkildarî qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan tên darizandin, dê li 2’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Giştî ya li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (09.30)
* Kedkarên çand û hunerê dê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ya li Amedê ji bo piştgiriya bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyê bidin. (10.00)
* Danişîna ewil a doza parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, dê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (11.00)
* Danişîna doza rojnameger Osman Akin û Veysî Sarisozen ku bi îdiaya “li pey hev propagandaya rêxistinê kirine” tên darizandin, dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (11.10)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna Koma Jinan a Meclisê de geşedanên di rojevê de binirxîne. (12.45) ZINDÎ
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê û TJA dê di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qertan bişînin. (13.30)
* Sêyemîn danişîna doza qetilkirina zarokê 18 mehî Mehmet Uytun ku bi fîşekên gazê yên leşkeran li Cizîrê hatibû qetilkirin, dê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê bê lidarxistin. (13.30)
* MED TUHAD-FED dê li avahiya xwe ji bo piştevaniya bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyê bide. (14.00)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li Meclisê bi nûçegihanên Meclisê re bên gel hev. (15.00)