MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku jina bi navê Canan Un li navçeya Stewrê întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest daye.
Hat îdiakirin ku welatiya bi navê Canan Un a 35 salî ku li gundê Ewîna yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê dijiya întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Cenazeyê jina ciwan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.