Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2025-03-04 08:47:21 MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku jina bi navê Canan Un li navçeya Stewrê întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest daye.   Hat îdiakirin ku welatiya bi navê Canan Un a 35 salî ku li gundê Ewîna yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê dijiya întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Cenazeyê jina ciwan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.