ŞIRNEX - Wezareta Karên Hundir a ku di sala 2023'an de bersiva pêşniyazpirsa ji bo "çeteya fihûşê" hatibû dayîn da, der barê lêpirsîna "çeteyên fihûşê" ya 11 salan hat meşandin de yek agahî jî cih neda. Parlamenter Newroz Uysalê got: "Ne pêkan e ku haya wezaret û dewletê ji fihûşê tune be."
Di "çeteya fihûşê" ya 25 kesî ya li Şirnexê de, rola leşkerên payebilind balê dikişîne. Di îdianameyê de ku der barê "çeteya fihûşê" hat amadekirin de, polîtîkayên şerê taybet ên bi salan li Botanê bi awayekî sîstematîk tên meşandin jî eşkere bûn. Berî ku îdianameya navborî bê amadekirin û “çeteya fihûşê” bê eşkerekirin, ango di 24'ê Kanûna 2023'yan de ev mijar ji aliyê Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan ve ketibû rojeva meclisê.
Di pêşniyazpirsa Newroz Uysal Aslan pêşkêş kir de; hat pirsîn ku haya wezaretê ji pêkhateyên ku li Şirnexê fihûş û sîxuriyê li ser jinan ferz dikin heye yan na û der barê leşker, polîs û cerdevanên tiliya wan tê de heye lêpirsîn hatine destpêkirin yan na û ev kes hê peywira xwe didomînin yan na.
Wezareta Karên Hundir di bersiva xwe ya 6’ê Kanûna 2023’yan de îdia kiribû ku peywira “hêzên dewletê" bi pabendbûna rêgeza dewleta hiqûqê ve girêdayî ye û ev kes peywira xwe bi cih anîne.
Wezareta Karên Navxweyî têkildarî sûcên li dijî jinan hatine kirin got ku 48 cerdevan û 14 notirsavn sûc kirine û 11 sal in der barê "çeteya fihûşê" de lêpirsîn hatiye meşandin. Wezîr ji xeynî vê tu agahî nedan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku beriya "çeteya fihûşê" were eşkerekirin, pêşniyazpirs pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kir, têkildarî bersivên nakok ên wezaretê axivî.
‘NE PÊKAN E KU HAYA WEZARETÊ JÊ TUNE BE'
Newroz Uysalê anî ziman ku gelek caran li Meclîs û Lijneya Giştî ya Meclîsê ev yek pirsîn e lê bersiva pêwîst negirtine û wiha got: “Me ne tenê bi pêşniyazpirsan, bi daxuyaniyên çapemeniyê yên li Meclisê jî ev pêkhate, bi taybetî sûcdarên hêzên hiqûqê anîn ziman. Lewma ne mimkûn e haya Wezareta Karên Hundir û dewletê ji vê yekê tunebe.
'DEWLET BI XWE HEBÛ'
Newroz Uysal Aslanê bi bîr xist ku di "çeteya fihûşê" ya ku di sala 2019'an de li Colemêrgê hat avakirin û piştre derketibû de çawîş û cerdevanên pispor jî hebûne û got: "Heke hûn bala xwe bidinê her du çete jî bi heman armancê hatine avakirin. Di nav wan de leşker, cerdevan û karmendên dewletê hene. Em nizanin ka ev du pêkhateyên cihê ne yan yek in. Lê ez dikarim bi hêsanî vê yekê bibêjim; Ev jî nîşan dide ku nizanim hûn ê jê re bêjin çete, kom an çi, lê dewlet bi xwe jî di nav de heye."
Newroz Uysalê da zanîn ku çeteya fuhuşê ya ku li Şirnexê derketiye holê careke din polîtîkayên şerê taybet ên dewletê li herêmê dimeşîne eşkere dike û got: “Di rastiyê de em vê rewşê û ya diqewime wekî polîtîkaya şerê taybet a dewletê dimeşîne pênase dikin. Ev pênase her çendî di asta polîtîkayên rizîna civakî, îmha, înkar û asîmîlasyonê de nîşan bide rast e jî, di heman demê de di asta ku ev polîtîka tên domandin de jî têgihiştinek pir xurt pêşkêş dike. Ev komên çete bedena jinê, hebûn û vîna jinê hedef digirin. Bi vê yekê ji bo têkbirina hevgirtin û berxwedanê bi qirkirina çanda civakî hatine avakirin. Ji ber vê sedemê berdewamkirina van polîtîkayan encax bi refleksên civakî bê astengkirin."
Newroz Uysalê anî ziman ku nayê qebûlkirin ku çeteya fihûşê ya ku li Şirnexê piştî 11 salan veguhere dozê û wiha got: "Ji ber ku ev kes li ser peywirê ne, nîşan dide ku polîtîkayên şerê taybet didomin. Wekî din îzahateke vê yekê nîne. Çawa dibe ku kesên ku ji aliyê civakê ve tên zanîn berpirsyarên gelek sûcan bin, çima lêpirsîn ev qas dirêj dewam kir. Di îdianameya ku îro hatiye amadekirin de gelek tişt ji me re tê gotin. Ev nîşan dide ku gotinên me rast in."
Newroz Uysalê da zanîn ku nasnameya kiryaran veşartî ne û got: “Em ê li dijî vê têbikoşin. Tê gotin ku di sûcên ku ji sala 2014 heta 2023'an hatine kirin de tu cendirme, polîs û leşker tunebûne, bi veşartina nasnameyan hewl tê dayîn sûcdar bên parastin. Lê belê her tişt eşkere ye. Bersiva ku wezaretê da jî zîhniyeteke tam kolonyal derdixe holê. Ne pêkan e ku mirov bizane çend ji wan bi van komên çete an jî şebekeyên sûc ve girêdayî ne, lê sûc dîsa li ser 'herêmê' hatiye avakirin. Di nava wan de cerdevan û notirvan jî hene. Li vir, hevkarên herêmî yên ku bi dewletê re hevkariyê dikin û xerc dikin têne destnîşan kirin. Bi gotineke din, pratîka kolonyalîst a heqaretê nîşan dide."
Danişîna duyemîn a dozê wê di 26'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê bê lidarxistin.
DAWÎ
MA / Zeynep Dûrgût