AMED - Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, di wêneyê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girt. Xwişka Aktaş, Sabîha Aslan got: “Ji bo çareseriyê divê ji hêla fîzîkî ve azad bibin. Gelê Kurd gavek avêt êdî dora dewletê ye.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ragihand. Beriya bangê jî wêneyê ku Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim û Şandeya Îmraliyê bi hev re kişandî hate weşandin.
Sabîha Aslan ku birayê wê Veysî Aktaş jî li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û di wêneyî de hebû, banga dîrokî li Qada Şêx Seîd temaşe kir. Sabîha Aslan ku piştî 4 salan birayê xwe di wêneyî de dît, got ku gelek hestiyar bûye. Sabîha Aslan, wiha got: “Dema min wêne dîtî hindik mabû dilê min bisekine. Gelek hestiyar bûm û min xwest bigirîm. Hem xemgîn bûm hem jî keyfxweş bûm. Diviyabû me ev hest her mehê carekê dema diçûyan Îmraliyê bijiyan lê bi sala ye me nekarî bikin. Di wêneyan de xuya dike ku ji hêla fîzîkî ve guherî ne. Min baş li cil û bergên li ser wan jî nihêrt û bala min kişand. Hem kekê min hem jî hevalên wî gelek xweşik derketine. Kekê min hinek qelew bûye, dibe ku ji nexweşiyê be.”
'TIŞTEKÎ GELEK GIRAN BÛ’
Sabîha Aslan, got ku banga dîrokî li Qada Şêx Seîd a Amedê ji hêla bi deh hezaran kesan ve hatiye guhdarîkirin û ev tişt anî ziman: “Min wêne li qadê dît. Gelek kesan li ser telefonê ji min re şandin. Kesên min nas nedikirin jî ji min re şandin. Tiştekî gelek giran bû. Dema tiştekî ji bo mirov giran be û nebaş be, di Kurdî de dibêjin ‘Ev bar pir giran e.’ Her wiha ev gotin ji bo tiştên pir xweşik jî tên gotin. Ji bo rewşên pir hestiyar tê gotin. Şevê din xew neket çavên min. Her tim wêne li ber çavên min bû. Hêj ji berê ve min di serê xwe de çêkiribû ka dê Veysî li ku bisekine. Min digot ew ê li milê çepê bisekine lê li rexê rastê sekinî bû. Şande li me negeriya, em li bendê ne ku li me bigerin.”
'DIVÊ GAVÊN CIDÎ BÊN AVÊTIN’
Sabîha Aslan, ji bo banga dîrokî jî wiha got: “Ez tiştekî xelet di vê bangê de nabînim. Divê ev firsend neyê pûçkirin. Ev ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke. Dema Rêbertî tiştekî dibêje, pir berfireh, kûr û demdirêj difikire. Xelete ku mirov bibêje ‘ev bang tenê ji bo Kurdan hate kirin.’ Birêz Ocalan 45 sal in di nava têkoşînê de cih digire û rast nîne ku em li ser gotinên wî gotinan bikin. Tiştên ku em nabînin û nizanin birêz Ocalan dizane. Heta niha çi gotibe raset derketiye. Divê dewlet cidî nêz bibe. Ev, qedera gelan e. Divê gavên cidî biavêje.”
'DIVÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBIN’
Sabîha Aslan, anî ziman ku gelê Kurd heta niha bi saya Abdullah Ocalan destkeftî bi dest xistiye û axaftina xwe wiha qedand: “Hin kesên canê wan neêşiyayî û li malên xwe rehet radizên li dijî vê derdikevin û vala diaxivin. Bila aştî bibe lê belê divê nirxên me û mafên me bên naskirin. Bi sala ye em kekê min nabînin. Mafê kesekî nîne vê rewşê bidomîne. Ne tenê ez, malbatên tu kesên li wir xizmên xwe nabînin. Divê êdî azad bibin. Azadiya wan didizin, ev dizî ye. Ev bû salek cezayê birayê min xelas bûye lê nayê berdan. Di meha nîsanê de dê bibe sala 31’emîn. Ji bo çûna Îmraliyê em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin. Dê inyeta wan jî di bersiva vê serlêdanê de diyar bibe. Ji bo çareseriyê divê ji hêla fîzîkî ve azad bibin. Gelê Kurd gavek avêt êdî dora dewletê ye. Dê gava wan erênî be yan neyînî em ê bibînin. Me wêneyê daxuyaniyê dît, dixwazin dîmenê wê jî bibînin. Nihêrtina rûyê wî dê xweştir bibe. Dê ev vîdeo ji bo me û civakê bibe moraleke xweş.”
MA / Mujdat Can