STENBOL - Parlamenterê DEM Prtiyê Saruhan Oluç bal kişand ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Divê tiştên dewlet û îktîdar bikin hene û divê gavan biavêjin. Bi taybet jî divê di qada hiqûqî de bi lezgînî gav bên avêtin.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê duh piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ragihand. Bang, bi sernavê “Aştî Civaka Demokratîk” hate weşandin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç diyar kir ku bangekî dîrokî bû û Abdullah Ocalan hem bang li rêxistina xwe hem jî li dewlet û îktîdarê kiriye. Oluç, wiha got: “Hêviya me ew e ku aştî çêbibe. Birêz Ocalan ji bo rêxistina xwe bangekî zelal kir. Û sedemên vê jî eşkere kir. Her wiha bang li Tirkiye, îktîdar û dewletê kir.”
'DIVE HEM DEWLET HEM JÎ CIVAK DEMOKRATÎK BIBE’
Oluç, bal kişand ser aliyê bangê ku qala demokratîkbûna dewlet û civakê dike û wiha got: “Sernavê bangê jî vê nîşan dide, ‘Banga civaka demokratîk.’ Anku dibêje ‘Divê hem civak hem jî siyaset demokratîk bibe.’ Lewma jî banga demokratîkbûna dewlet û îktîdarê kir û xwst zemîna hiqûqî û siyaseta demokratîk ava bibe. Hem ji bo gelê Kurd hem ji bo gelê Tirk hem jî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn axivî. Lewma jî gelek girîng e ku ji bo demokratîkbûna civak û dewletê gav bên avêtin. Weke DEM Partiyê em jî dê di çarçoveya vê bangê de ji bo ev fikr û polîtîkayên di bangê de civakî bibin tişta dikeve ser milê xwe bikin.”
'DÊ JI BO HER KESÎ BIBE DESTKEFTIYEKE MEZIN’
Oluç, got ku dê têkoşîna aştiyê mezin bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Aştî dê bi her kesî bide qezenckirin. Bang, bi kelecaneke mezin hat pêşwazîkirin. Heke îktîdar û muxalefet vegere ser rêgezên hiqûqê, dê her kes pir mezin qezenc bike. Ji bo civakîbûna têkoşîn û demokrasiyê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me. Ya ku dikeve ser milê dewlet û îktîdarê ew e ku gavên pêwîst biavêje. Bi taybet jî di qada hiqûqê de divê gavên lezgîn biavêje. Hewcehî bi reform û demokratîkbûnê heye. Her ku ev gav tên avêtin, her ku di qada hiqûqê de reform çêdibin dê ji bo girtîgehan, qeyûman jî encamên xwe hebin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Ev pêvajo dê ber bi destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz ve biçe. Têkoşîna aştiyê, civakîkirina aştiyê ji şer û pevçûnan gelek zehmettir e. Lê em ê vê jî bi ser bixin.”
MA / Yeşîm Tukel