STENBOL - Cihê daxuyaniya Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê ku dê piştî hevdîtina li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bide, hat guherîn. Daxuyanî dê li Stenbolê were dayîn.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibehî li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina xwe ya sêyem pêk bîne. Di hevdîtina sibehî de dê 7 kes cih bigirin. Li gel Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Ahmet Turk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol jî di heyetê de cih bigirin.
Heyet dê piştî vê hevdîtinê di 28’ê Sibatê de li Stenbolê daxuyaniyekê bide. Cih û saeta daxuyaniyê dê piştre were eşkerekirin.
DEM Partiyê têkildarî mijarê di daxuyaniya xwe de ev yek got: ‘’Heyet dê sibehî (27’ê Sibatê) piştî hevdîtinê di saet 17.00’an de li Stenbolê daxuyaniyekê dibe. Dê piştre cihê daxuyaniyê jî were eşkerekirin. Kedakarên çapemeniyê yên akredîte dê bikarin daxuyaniyê bişopînin. Kedkarên çapemeniyê yên dixwazin daxuyaniyê bişopînin, divê herî dereng heya sibehî saet 14.00’an li ser lînka jêrê navên xwe bidin ragihandin.’’