WAN - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di meşa li Wanê de axivî û got ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk dixebite.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin û li dijî qeyûman dimeşin" li Wanê li ber Mal AVM'ê meşiyan. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, saziyên sivîl ên bajêr û bi sedan jin beşdarî meşê bûn.
Girse, bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Wanê", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" û bi tilîliyan meşiyan.
‘ÇI DIBE BILA BIBE DÊ DAWÎ MUHTEŞEM BE’
Neslîhan Şedal di daxuyaniya piştî meşê de axivî û got ku xaka Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ye. Neslîhan Şedal, wiha domand: “Dayikên me bi rojan e li vir tevî hemû şert û mercên nebaş ên hewayê têkoşîna xwe didomînin. Bi hezaran sal in ev pergal bi tunehesibandina jinan hewl dide destkeftiyên xwe ji holê rake. Di pêşengiya vê pergalê de jin ji aliyê pergalê ve tên qetilkirin, rastî tundiyê tên guh nedane destkeftiyên wan. Çawa ku vî gelî bersiveke mezin da we komploya 15'ê Sibatê, dîsa heman bersivê dide. Em ê heta têkbîrina tecrîd bi felsefeya 'Jin Jiyan azadî' têkoşîna xwe bidomînin."
‘SIYASETA QEYÛMAN NEÇARÎ TUNEBÛNÊ YE’
Halîde Turkoglû jî diyar kir ku îktîdar dê bi tayînkirina qeyûman negihêje tu encaman û wiha pê de çû: “Li ser van xakan siyaseta qeyûman, mehkûmî tunebûnê ye. Têkoşîna me ya azadiyê ya jinan qeyûman nas nake. Pirsgirêka herî mezin a li vî welatî îro dozên komployê ne. Bi van diyalogan dixwazin şaredariyan hilweşînin. Hewcedariya Rojhilata Navîn bi diyalogê heye. Birêz Abdullah Ocalan ji me re têkoşîna aştiyê pêşkeş kiriye, berpirsiyariya me ew e ku divê em xwedî derkevin.
Em ê di 8'ê Adarê de li dijî qeyûman û berîqetan têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Wanê pêk were em bang li jin û ciwanên li vî welatî dikin. Em ê têkoşîna xwe li dijî hemû zextên îktîdarê bidomînin. Di mitînga li Wanê de em ê li qadan bin. Jin jiyan azadî wê bi ser keve."
Piştî axaftinan jinan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", "Bijî berxwerdana jinên Kurd" û "Neslihan Şedal vîna me ye" ji Wanê Mallê heta avahiya DBP'ê meş li dar xistin.