ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser nîqaşên têkildarî pirsgirêka Kurd û wiha got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne ku dê qedera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de li Meclisê diaxive û geşedanên di rojevê de nirxand.
BERTEK NÎŞANÎ TAYÎNKRINA QEYÛM DA
Bakirhan, diyar kir ku ew ji bo aştiyê dixebitin lê tevî vê jî tayînkirina qeyûman didome. Bakirhan, got: “Li her çar aliyên cîhanê em li rê û rêbazên aştiyê digerin lê ew hêj jî qeyûman tayîn dikin. Ma dê ev zîhniyeta xespkar û înkarger heta ku bidome? Qers, yek ji bajarên herî rengîn e. Derdora 10-12 komên baweriyan hene û bi hev re dijîn. Tevî hemû hewldanên cihêkariyê yên vê pergalê jî gelên Azerî, Terekeme, xwecih, Malakanî, Ermen, Çerkes, Tirkmen, Tirk û Kurd tu caran li dijî hev ranebûn. Qaxizman jî wisa ye. Gel bi hev re dijîn.”
‘RÊYA HÛN LÊ DIÇIN RÊ NÎNE’
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Yek ji cihên Tirk lê hatin Anatoliyayê jî Qers û Qaxizman in. Li Qersê gotineke xweş heye ku dibêjin; ‘Kêrê li sifreya tu nan jê dixwî nexe. Nexwe dê ji te re bibêjin nemerd.’ Ji ewil ser Qersê derbasî Anatoliyayê bûn. Dikariyan li wan deriyan bixistina û wisa biketina hundir lê şikandin û wisa têketin hundir. Ez vê feraseta ku îradeya xelk xesp kirî şermezar dikim. Ev rê ne tu rê ye. Dev ji vê rêyê berdin û qeyûman paşve bikişînin. Bila gel xwe bi xwe birêve bibe.
EM DI QONAXEKE NÛ DE NE
Em di qonaxa destpêkeke nû de ne ku dê qedera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherînin. Dê bandorê li dehan salên me tevan bikin. Netewe dewleta sedsal berê hate avakirin, li dijî ruhê damezirandinê bû. Di navbera dewlet û gel de cudahiyeke mezin ava kir. Ji ber polîtîkayên cihêkariyê, înkarger û hwd. gel li dewletê biyanî bû. Dewlet di her firsendê de ji demokrasî û hiqûqê derket. Bi sedan sala ye hewl dide yekperestiyê ava bike lê nekarî bi ser keve.
Em dikarin dest bi sedaleke nû ya demokratîk bikin. Heke hinek jidil bin, dê di rojên pêş de ev mijar bibin mijarên sereke yên Tirkiyeyê. Em dikarin Tirkiyeyeke rengîn ava bikin. Em ji bo vê têdikoşin.
ÇAVÊ HER KESÎ LI ABDULLAH OCALAN E
Çavê her kesî li banga birêz Ocalan e. Ji her çar aliyên cîhanê ji me re peyam tên. Pirsan dikin û merek û kelecaneke wan a mezin heye. Bi milyonan kes ji bo çareserî çêbibe duayan dikin. Êdî hemû gelên me aştiyê dixwazin. Ev gel edalet, azadî û pêkvejiyanê dixwaze. Şandeya me ya Îmraliyê çû serdana Herêma Federe ya Kurdistanê. Hevdîtinên girîng kir. Hevseroka me ya giştî birêz Tulay Hatîmogûllari tevî şandeyekê li Ewropayê xebatên dîplomasiyê dike. Em hewl didin xwe bigihînin her çar aliyên cîhanê. Em hewl didin aştiyê jê re vebêjin û dixwazin piştgiriyê bidin pêvajoyê.
SERDANÊN HERÊMA KURDISTANÊ
Li Herêma Federe ya Kurdistanê hevdîtinên erênî hatin kirin. Bi birêz Mesûd Barzanî, birêz Bafil Talabanî, birêz Qubad Talabanî, birêz Nêçîrvan Barzanî, birêz Mesrûr Barzanî û endama Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê birêz Şehnaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtinên girîng kirin. Ji bo yekitiya neteweyî gavên dîrokî hatin avêtin. Ya herî girîng jî ew bû ku ji lîderên girîng ên gelê Kurd birêz Mesûd Barzanî di hevdîtinê de got ku ew piştgiriyeke mezin didin perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan. Ev, seknekî dîrokî ye. Kurd bi hev re ne. Tevî polîtîkayên we yên cihêkariyê jî birêz Mesûd Barzanî û siyasetmedarên Herêma Kurdisetanê gotin ku ew bi aştiyê re ne û piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan. Qîmetê bidin vê sekna dîrokî.
GEL AMADE YE
Ji Hewlêrê heta Amedê, ji Mêrdînê heta Kobanê û Kirmaşayê, gelê Kurd dibêje ‘ez ji bo aştiyê amade me.’ Çi dîmeneke xweşik e. Hemû gelên Tirkiyeyê dibêjin ‘bila aştî bibe.’ Her kes li benda aştiyê ye, kolan amade ne, civak amade ye. Ji her çar aliyên cîhanê xelk piştgiriyê didin çareseriyê. Baş e gelo îktîdar ji bo aştiyê amade ye? Heke amade bin, em dikarin pêşeroja demokratîk a gelan bi hev re ava bikin. Em dikarin komara demokratîk ava bikin. Bila kesek ji bîr neke. Li welatekî ji maf û azadiyan bêpar ne dewlet ne jî mirov dilxweş dibin. Bi sala ye li vî welatî ne ax, ne dar û ber ne jî mirov dilxweş nîne. Rêya dilxweşiya ax û mirovan demokrasî ye.
EM LI XALEKE HEVPAR BÊN GEL HEV
Em di salvegera hewldana darbeyê ya 28’ê Sibatê û Mutebeqeta Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê de ne. Di 28’ê Sibatê de hem demokrasî ji holê hate rakirin hem jî di pirsgirêka Kurd de hêviya aştiyê çêbû. Birêz Erdogan di kongreyê de digot; ‘Dara ji koka xwe xeyîdî nikare şîn bibe.’ Kerem bikin em bi hev re vî welatî jinûve şî bikin. Em li xalên hevpar bên gel hev. Ji bîr nekin ku dîrok ne tenê eynika rabûrdiyê ye, her wiha eynika îro ye. Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ew e ku hûn li eynikê binêrin. Werin em li Destûra Bingehîn a 1921’ê binêrin. Gelek kêmasiyên wê hene lê yekemîn destûra bingehîn e ku rêveberiyên herêmî esas digirt. Bi taybet jî ji mafên gelê Kurd û gelên din re rêz digirtin, rêz ji bo rêveberiyên herêmî digirtin. Hedefa me demokrasî, rêbera me bila aştî be.”