Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê

  • rojane
  • 14:35 14 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê hate gel hev, berxwedana gelê Wanê silav kir. Di çalakiya li Rihayê de jî peyamên piştevaniya bi berxwedana Wanê re hatin dayin.

Cezayê hefsê yê 3 sal û 9 mehan ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn û hewldana tayînkirina qeyûm, li Sêrt û Rihayê hate protestokirin. 
 
SÊRT 
 
Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê xelkê bajar her hefteyê di roja înê de çalakiyê li dar dixe. Di vê hefteyê de li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî hate dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Sêrtê silav ji berxwedana Wanê re, na ji xespa qeyûm re” hate hilgirtin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Qeyûm dê biçin, gel dê were” hatin berzkirin. Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî di daxuyaniyê de axivî û got ku gelê Wanê li dijî polîtîkayên tayînkirina qeyûman mezin li ber xwe dide û berxwedana gelê Wanê silav kir. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn jî diyar kir ku îktîdarê ranegirtiye ku gelê Wanê tevahiya şaredariyan bi dest xistiye û got: “Gelê Wanê tevî sermayê jî berxwedaneke ku dilê mirov germ dike raber dike. Mîna ya berê ev berxwedan jî dê bi xwe re serkeftinê bîne. Û ev zîhniyeta xespkar dê têk biçe. Divê îktîdar di vê pêvajoya bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin de jidil be. Em heta dawiyê piştgiriyê didin pêvajoyê. Ji bo aştiyeke birûmet divê her kes destê xwe deyne bin kevir.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû. 
 
RIHA
 
 
Rêxistinên DEM Partî, DBP û TJA’yê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar daxuyanî dan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de ji ewil aktîvîsta TJA’yê Edle Fîdan axivî û got ku ew bi xelkê Wanê re ne û ev tişt anî ziman: “Hûn dê nekarin bi rêya qeyûman bi vî gelî paşvegavê bidin avêtin.”  
 
SIYASETA TESFIYEKIRINÊ
 
Parlamenter Omer Ocalan jî anî ziman ku ew bi sala ne li dijî bêhiqûqtiyê li ber xwe didin û wiha got: “Qeyûm, siyaseta tesfiyekirinê ye. Îktîdar pêşiya yên dibêjin ‘em bi siyasetê çareser bikin’ digire. Ev nakokî ye. Divê AKP biryara xwe bide. Divê bibêje ku bi çareseriyê re ye. Gelê Kurd ev sedsal in li ber xwe dide û dê li ber xwe bide. Gelê Wanê ji bo xwedîderketina li vîna xwe û protestokirina siyaseta qeyûm li kolanan li ber xwe dide. Siyaset, bi komkujî û tayînkirina qeyûmna nabe. Gelê Kurd li ser pêya ye û dê têkoşîna xwe bidomîne. Em jî dê biisrar demokasiyê biparêzin. Dê demokrasî bi ser keve.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Wanê" û bi çepikan bi dawî bû. 
 
 
DEM Partî, DBP û TJA’yê li Parka Lezgo ya navçeya Sêwereg a Rihayê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm xesp e, em rê nadin xespê” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de peyamên piştevaniya bi berxwedana Wanê re hatin dayin. 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 

Sernavên din

20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Dive komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
11:59 Bahçelî: Pêvajo ber bi dawiyê ve diçe
11:58 Fîdan ê ku bi Şara re çû Qesra Spî: Me helwestên xwe da der
11:31 Nûman Kûrtûlmûş dê hevdîtinê bi serokwekîlan re bike
11:30 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Di warê entegrasyona HSD'ê de lihevkirin çêbû
10:13 Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo filistîniyan da ber dengdayînê
10:09 Hilbijartina li Iraqê dest pê kir
10:01 Bêkarî dibe sedema zêdebûna wê, şaredarî terkexem in: Ma dê wiha pêşî lê were girtin?
09:42 Şîlan Bîngol: Ji bo aştiyeke mayinde bi 'mirinan' re hevrûbûn divê
09:41 'Heta statûya Kurdî neyê qebûlkirin em nikarin qala entegrasyonê bikin'
09:26 Êdî tiryak li ber deriyên dibistanên seretayî ye: Têkoşîn kêm e
09:06 Li Tekîrdagê Kurdî di bin xetereya saziyên dewletê de ye
09:02 Pisporê tenduristiya gel: Ji bo tenduristiyê aştî pêwîst e
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin