AMED - Ji bo tevlibûna mitînga 8’ê Adarê ku li Qada Stasyonê ya Amedê were lidarxistin, li navçeyan derî bi derî xebat hatin meşandin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyê azadî” mitîngê li dar bixe. Piştî deklarasyonê mitîngê ya duh hate eşkerekirin, îro li gelek navçeyên bajar xebat hatin meşandin. Rêveberên partiyan ên bajar û navçeyan û parlamenter derî bi derî geriyan û banga tevlibûna mitîngê li gel kirin.
Şandeya Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer Gulşen Ozer, Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî di nav de bû ji ewil çû serdana Baroya Amedê. Şande ji hêla Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û endamên Lijneya Rêveber hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de hevdîtinên li Îmraliyê û girîngiya tevlibûna rêxistinên civaka sivîl a li pêvajoyên çareseriyê hate vegotin. Baroya Amedê jî banga tevlibûna mitîngê kir.
Şandeya DEM Partiyê û DBP’ê piştre jî çû serdana Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Amedê. Li vir jî girîngiya mitîngê hate vegotin û banga xwedîderketina li pêvajoyê li her kesî hate kirin.
Şande piştre jî çû serdana Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK). Parlamenter Adalet Kaya di serdanê de got ku divê çareseriya pirsgirêka Kurd civakî bibe û ji gelên Tirkiyeyê re bêwatebûna vî şerî were vegotin.
LI ERXENIYÊ ÇÛN SERDANA ESNAFAN
Şandeya Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken û rêveberên navçeyê jî di nav de, li navenda navçeyê esnaf ziyaret kir û belavok belav kirin. Şandeya ku derî bi derî geriya, her kes vexwend mitîngê.
Saliha Aydenîzê di serdanan got ku divê her kes beşdarî mitîngê bibe, bi hev re dengê xwe bilind bike û bi hev re azadî û aştiyê biqîre.
LI REZANÊ ÇÛN SERDANA BAZAR Û GUND
Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk û Parlamenter Gulderen Barli jî çûn serdana bazarê û welatî ziyaret kirin. Şandeyê, banga tevlibûna mitîngê kirin.
Şandeya Parlamenter Serhat Eren û Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz di nav de bû jî çûn serdana gundên Sergelya û Hucetiyê. Di serdanê de şande bi gel re civiya, têkildarî pêvajoyê hate axaftin û hate gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê li Amedê dengekî xurt were derxistin. Eren, got ku divê welatî xwedî li pêvajoyê derkevin û tev li mitîngê bibin.