Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin

img
RIHA – Şaxa OHD’ê ya Rihayê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê saleke bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tahliyekirina girtiyan tê astengkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan ya şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê têkildarê pêkanînên li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê raporek amade kir û bi çapemeniyê re parve kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê pêk hat û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Rihayê Meral Halat da zanîn ku li ser daxwaza malbatên û giliyên girtiyan çûne serdana girtîgehê û binpêkirinên mafan lêkolîn kirine û wek rapor parve kirine. 
 
Meral Halat diyar kir ku di encama hevdîtinan de derketiye holê ku Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya girtîgehê ‘poşmanî’ û di ‘koxuşa yên bêalî’ de mayînê li ser girtiyan ferz dike û wiha got: “Bi biryarên kêfî ve bi destê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê binpêkirinên mafan pêk tên, daxwaza tahliyeyê ya girtiyan tê redkirin û birdyara tahliyeyê ya gelek girtiyan hatiye taloqkirin. Di saleke dawî de tu girtî bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê nehatiye tahliyekirin.”
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Meral Halat da zanîn ku girtiyên nexweş ji mafê tedawiyê bêmaf tên hiştin û wiha axivî: “Hemû kesên serlêdan kirine gotin ku di dema sewqan de pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ji ber ku di demên sewqan de lêgerîna nav dev li ser girtiyan tê ferzkirin girtî nikarin bên sewqkirin. Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya got ku ji ber lêgerîna nav dev qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û rastî cezayê dîsîplînê hatiye. Girtî Îlhan Talay ji ber ku ketiye erdê dereke wî şikestiye û ji ber ku lêgerîna nav dev qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Li Girtîgeha Tokatê ji ber lêgerîna nav dev tenduristiya girtiyan dikeve xetereyê. Divê mafê tedawiyê neyê astengkirin. Divê rêveberiya girtîgehê li ser pirsgirêkan bisekine û çareser bike. Em daxwaz dikin ku girtiyên nexweş bila sewqî nexweşxaneyan bên kirin.”
 
CUDAKARÎ, SIRGÛN Û TECRÎD
 
Meral Halat anî ziman ku li girtîgehê gelek maf tên binpêkirin, nemaze cudkariyê dixin nav girtiyan û xalên ku di raporê de cih digirin wiha rêz kir:
 
"*Derfetên ku ji bo girtiyên edlî tên dayîn ji bo girtiyên siyasî nayên dayîn, ji girtiyên edlî kêmtir mafê ragihandinê bi kar tînin û mafê ragihandinê ya bi dîmen jî nayê dayîn û ji mafî nikarin sûd werbigirin. 
 
*Girtiyên ku li Girtîgeha Tokatê dimînin bi sirgunê hatine vê derê û malbatên wan li derveyî bajar dimînin. Malbat û xizmên girtiyan ji bo serdana girtiyan bikin di encama rêwîtiyeke dirêj de tên vê derê û di dema rêwitiyê de jî bi talûkeyan re rûbirû dimînin. 
 
*Di şert û mercên heyî de tê îdiakirin ku mafê lêgerîna koxuyan, lêgerîna têketin û derketina girtîgeha û hejmartinê de ji aliyê rayedaran ve bi kêyfî tê bikaranîn.
 
*Ji ber ku cezayê muebeta giran a Hamît Acu teqez bûye, xistina hucreyê tê wateya cezayê li ser ceza ye. Divê encamên hucre û tecrîdê li ber çavan bê girtin, ji aliyê îdareyê ve tedbîr bên girtin û demildest dev ji pêkanînê cezayê hucreyê berdin. 
 
*Girtiyan diyar kirine ku ji mafên xwe yên sosyal bêpar tên hiştin.
 
*Nameya ku ji aliyê Aydin Degîrmencî ve hatiye nivîsandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê de wek ‘propagandaya rêxistinê’ hatiye pênasekirin û girtî rastî cezayê dîsîplînê hatiye. 
 
*Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kaya ragihand ku ji ber ku lêgerîna nav dev qebûl nekiriye rastî cezayê dîsîplînê hatiye.
 
*Girtiyên nexweş ên nexweşiya wan giran in, ji ber şert û mercên fîzîkî yên girtîgehê û pekanînên dij hiqûqî yên li hemberî girtiyan, di jiyana girtîgehê de binpêkirina mafan veguheriye tecrîdeke giran û divê rêveberiyeke ku mekanîzmayeke qanûnî û îdarî hebe.”
 
Meral Halat piştî ku binpêkirinên mafan rêz kir da zanîn ku divê rejîma înfazê ya Tirkiyeyê li gorî Rêgezên Mandela ya Neteweyên Yekbûyî (NY) be, cudakariya înfazê were bidawîkirin. Meral Halat xwest ku ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibe divê hiqûqa neteweyî û navneteweyî bi awayekî ‘serbixwe’ mekanîzmayên kontrolê biafirînin û bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê kir ku peywira xwe bi cih bînin.
 

Sernavên din

16:19 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
15:58 Rojnameger Ahmet Guneş hate berdan
15:56 Ji bo tevlibûna mitînga Amedê derî bi derî geriyan
15:47 Salek e li Girtîgeha Tokatê bi biryara lijneyê tahliye tên astengkirin
15:27 Bakirhan bersiva pirsa Îmraliyê da: Hêj tiştekî zelal tune ye
14:44 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
13:59 'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin