Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin

SÊRT - Wezareta Karên Hundir tayînkirina qeyûman her tim di bin navê “tevdîra tayînkirinê ya demkî” parast lê heta niha tu hevşaredar li peywira xwe nehatin vegerandin. Yek ji van jî Bêrîvan Helen Işik e. Bêrîvan Hele Işik got ku pêvajoye di çarçoveya planekê de tê kirin.
 
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê dihat darizandin, di 28’ê Çileyê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin û bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di 29’ê Çileyê de jî li Şaredariya Sêrtê qeyûm hate tayînkirin. Wezareta Karên Hundir, tayînkirina qeyûm weke “tayîna demkî” ragihand. 
 
Her çend wezaret weke “tayîna demkî” pênase bike jî, heta niha tu hevşaredarên ji peywirê hatine girtin dîsa li peywira wan venegerandiye. Li gel ku hevşaredar hatin darizandin û beraet kirin jî li peywira xwe nekarin vegerin. Yek ji van jî Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik bû. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê niha Tuncer Bakirhan dema hevşaredartiya Sêrtê dikir, di 16’ê Mijdara 2016’an de hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de jî Bêrîvan Helen Işik û Peymandara Turhan weke namzetên HDP’ê hatin hilbijartin. Hevşaredar nêzî salekê li ser peywirê man û di 15’ê Gulana 2020’ê de jî bi sedema xebatên hilbijartinê de lêpirsîn û doz lê hatin vekirin û ji peywirê hatin girtin. Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk li şûna wan weke qeyûm hate tayînkirin. 
 
Bi ser tayînikirina qeyûm a ku wezaretê digot “tayîna demkî” re 5 sal derbas bûn. Lê mîna hevşaredarên din, doza Bêrîvan Helen Işikê jî biencam nebûn û li peywirê venegerandin. Ev nêzî 2 sal in Berîvan Helen Işik di hefsa malê de ye û doza wê ya li 2’yemîn Dadgeha Cezayên giran a Sêrtê didome. Bêrîvan Helen Işik, got ku biryara dûrxistina ji peywirê y der heqê wê de heta dema peywira wê qediyayî nehate biencamkirin. 
 
BIRYARA DÛRXISTINÊ YA HETA HILBIJARTINÊ 
 
 
Bêrîvan Helen Işik, da zanîn ku biryarên dûrxistina ji peywirê li gorî plana ku heta roja hilbijartinê bidomin tên dayin û wiha got: “Bi vê yekê re îradeya gel dixin bin fermana yekkesî. Îro jî heman polîtîka didomin. Îktîdar ev 3 serdemin di nava pratîkên sûc de ye. Ev nêzî du sal in di hefsa malê de me. Sepana qeyûm ev 3 serdemin didome. Êdî tu îzaheta vê ya hiqûqî nema ye. Ne tenê ji bo şaredariyê, li saziyan û malê xelkê jî qeyûman tayîn dikin û xesp dikin. Ev pergal, îradeya gelê Kurd tune dihesibîne.” 
 
POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINÊ
 
Bêrîvan Helen Işik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji armancên tayînkirina qeyûm jî bêtehemûliya li dijî îradeya jina ye. Dema qeyûm tên, yekser polîtîkayên dijminatiya jinê dixin meriyetê. Li midûriyeta jinan zilaman tayîn dikin û saziyên jinan digirin. Dixwazin pergaleke nêrza ava bikin. Bi dijminatî nêzî hevserokatiyê dibin. Lewma her tim êriş dikin. Bi taybet jî êrişî cihên têkoşîna jinan lê mezin dibe. Dixwazin xwe weke bihêz nîşan bidin. Lê nîşaneya têkçûna wan e. Nîşaneya zeîfbûna wan e. Kes nikare xwe li ber vîna jinan bigire.” 
 
XESP, DIZÎ
 
Bêrîvan Helen Işik, got ku qeyûman zirareke mezin daye bajar û axaftina xwe wiha qedand: “Di serdema Tuncer Bakirhan di qaseya şaredariyê de pere hebû. Deynê wan tune bû. Lê qeyûm tayîn kirin. Dema me ji qeyûm dewr girtî 115 milyon TL deyn hebû. Dema me ev deyn dida qeyûm tayîn kirin. Niha jî 456 milyon û 853 hezar û 781,39 TL deyn hiştine. Texrîbata çêkirin ne tenê madî ye. Êrişeke piralî ye. Êrişeke ser ziman, çand, nasname, xweza, jin û hebûna Kurdan heye. Êrişeke ser destkeftiyên jina ye. Xesp e, dizî ye. Çalakiyên protestokirina qeyûm didomin. Xelkê Botanê ji dîrokê ve her tim erk û berpirsyartiya xwe bicih aniye.” 
 
MA / Heval Onkol- Fethî Balaman
 
 

Sernavên din

13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê di çalakiya nobetê de civiya ZINDÎ
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin HATE NÛKIRIN
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin