ENQERE – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar diyar kir ku heta Abdullah Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê û têkildarî gotinên Erdogan yên têkildarî berdana çek got, “Ev gefxwarin e. Bi zimanê şer û gefxwarinê aştî pêk nayê.”
Piştî hevdîtinên navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê nîqaşên derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de berdewam in. Bêyî ku ji bo çareseriyê gav bên avêtin berdevkên AKP’ê balê dikişînin ser çekberdanê û siyasetmedarên kurd jî bibîrdixin ku hilgirtina çek sedema pirsgirêka kurd nîn e, wek encama pirsgirêkan çek hatiye hilgirtin û ger pirsgirêk were çareserkirin encam jî dê ji holê rabin.
‘HEVDÎTIN GIRÎNG Û WATEDAR IN’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar têkildarî hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aydar da zanîn ku hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk tên girîng û watedar in û wiha got: “Di her du hevdîtinan de, rayedarên dewletê li wir amade bûn û ev girîng e. Û em vê wekî destpêka pêvajoyê dibînin. Ji bo me girîng e ku peyamên Serok Apo bigihêjin her kesî û em rasterast muxatap girtina wî girîng dibînin. Heta niha, nêrînên Serok Apo nêzîkî hev in. Di vê mijarê de, Serok Apo û tevgera wî zelal in. Ya girîng ev e ku yên hember çi difikirin.”
MIJARA ÇEKBERDANÊ
Zubeyr Aydar bibîrxist ku kurdan li hemberî polîtîkayên tunekirin, înkar û pişaftinê çek hilgirtine û têkildarî nîqaşên çekberdanê wiha got: “Kurdan çima çek hilgirtin? Ger hûn encaman holê rakin û sedema holê ranekin hûn dê bi heman encamê re rûbirû bimînin. Ger PKK nebe jî dê hinek kesên din çek hilgirin. Yanî divê şert û merc wisa bin ku kurd pêwîstiya çek hilgirtinê nebînin. Serok Apo got ku ‘Ger şert û mercên min guncav bibin, neyêm astengkirin, ez dikarim vê pêvajoyê ji şîdetê bînin ser bingeha hiqûq û siyasetê’. Daxwaza kurdan ew e ku bi hiqûq û siyasetê pirsgirêkê çareser bikin. Lê ger pirsgirêk tenê wek hilgirtina çek were destgirtin , tenê çeka kurdan wek pirsgirêk bibînin û çekê ji destê wan bigirin jî dê hinekên din çekê hilgirin. Pêwîst e mesele bi giştî were destgirtin. Lazim e pirsgirêk wek pirsgirêka gelekî ya maf, jiyana azad, zimanê gelekî, çanda gelekî û xwe rêveberinê were destgirtin. Ger li şûna sedeman bi encaman re mijûl bibin hûn dê nekaribin pirsgirêkê çareser bikin. Divê mesele bingehîn were destgirtin û her tiştî li ser esasê xwe nîqaş bikin û bigihêjin encamê.”
‘TECRÎD DEWAM DIKE’
Aydar diyar kir ku hêj tecrîda li ser Abdullah Ocalan dewam dike û wiha axivî: “Du hevdîtin pêk hatin û em nikarin bibêjin tecrîd bi dawî bûye. Heyet mehê carekê biçe li gel Serok Apo, 3-4 saetan hevdîtin pêk bîne, bi vî rengî pirsgirêka tecrîdê çareser nabe. Me demên berê jî dît ku pirsgirêk wiha çareser nebû. Di hevdîtinên 2013-2015’an de dewlet wisa nêzîk bû û pêvajo xitimî. Serok Apo rêveberê vê tevgerê ye û tevger ava kiriye û sermuzakerevan e. Divê şert û mercên wî yên xebatên bên başkirin. Jixwe wî jî berê behsa şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebata azad kiribû. Di pêvajoya 2013-2015’an de ji ber ku ev bi cih nehatin gotibû ‘Ez ji navberê vedikişim’. Tê wê wateyê ku ez di bin van şert û mercan de nikarim xebatan bimeşînim. Ji bo Serok Apo xebatan bimeşîne divê bi rêxistinê têkilî deyne, hevdîtin pêk bîne, xwe bigihîne hemû kesî û agahî û belgeyan bi rihetî bi dest bixe. Divê li Tirkiyeyê bi partiyên siyasî, akademîsyen, rojnameger, saziyên ragihandinê bi awayekî bêsînor diyalogê pêk bîne. Di şert û mercên Îmraliyê yên heyî ve ne mimkun e ku pêvajo bi awayekî baş bimeşe. Yên ku ji Serok Apo re dibêjin; ‘daxuyanî bide, filan tiştî bibêje’ neçar in ku şert û mercên Îmraliyê baş bikin. Heta şert û merc neyên başkirin ne mimkun e pêvajoy baş bimeşe.”
Aydar da zanîn ku pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê ve sînorkirî nîn e, her wiha Îran, Iraq û Sûriyeyê jî eleqedar dike û wiha got: “Pirsgirêka kurd hemû herêmê eleqedar dike, Ewropayê jî eleqedar dike. Veguheriye pirsgirêka cîhanê. Ger li holê pirsgirêkek hebe kesên din jî xwe tevlê dikin. Ji ber vê yekê, çareseriya ku Serok Apo dixwaze pêş bixe ji bo gelên herêmê bingeh e û di çarçoveya jiyana azad a paradîgmayeke pêşerojê ye.” Aydar got ku divê hişyariyên Abdullah Ocalan a ‘ger pirsgirêkê di navbera xwe de çareser nekin dibe ku wek Xeza û Sûriyeyê bin’ baş bên fêmkirin.
RÊYA ÇARESERIYÊ
Aydar anî ziman ku ger her nasname, çand û bawerî di makezagonê de karibe xwe bi rihetî îfade û birêxistin bike dê çareseriya pirsgirêkê hêsantir be û wiha got: “Feraseta netew dewlet ne li gorî herêmê ye. Feraseta netew dewlet gelan tîne hemberî hev û dişikîne. Me dît ku li Iraq û Sûriyeyê encamên çawa derketin holê. Pêwîst e Tirkiye û Îran bikevin pêvajoya guhertin û veguhertinê. Divê hemû nasname bikaribin bi rihetî xwe îfade bikin. Bi yek nasname û yek bawerî ve çareserî pêk nayê.”
GEFXWARIN Û ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ
Zubeyr Aydar herî dawî got ku divê hikûmeta tirk dev ji zimanê gefxwarinê û êrîşan berde û wiha axivî: “Ev gefxwarin e. Bi zimanê şer û gefxwarinê aştî pêk nayê. Ger ev nêzîkatî berdewam bikin jixwe çareserî ne mimkun e û encam jî nayê bidestxistin. Dema mirov pratîkên hikûmetê mêze dike dibîne ku li gorî pêvajoyê tevnagere. Li aliyekî qeyûman tayînî şaredariyên li Kurdistanê dike, her roj operasyonên leşkerî, siyasî pêk tîne. Her roj bombebaranan pêk tîne, bi hezaran kesa binçav dike û dixe girtîgehan, êrîşî Rojava dike. Em nikarin ji van tiştan re çavê xwe bigirin. Hem wisa bike û hem jî bibêje aştiyê dixwazim; ev her du bi hev re nameşin. Divê hemû kes vê bibîne û li gorî wê tevbigere. Mafê wan tune ku bibêjin; ‘Bang bikin, bila Serok Apo wiha bike’. Di bin van şert û mercan de ne mimkun e encam bê bidestxistin. Divê qet nebe vê carê zimanê xwe biguherînin. Zimanê hikûmetê zimanek guncav nîn e. Ev ziman di çapemeniya tirk de jî cih digire. Çapemenî li gorî zimanê hikûmetê helwesta xwe diyar dike. Çapemeniya îktîdarî bi berpirsyarî tevnagere. Carnan çapemenî sînorên exlaq derbastir dikin. Ji bo çareseriyê roleke mezin dikeve ser milê çapemeniyê û divê çapemenî jî bi berpirsyarî tevbigere.”
MA / Firat Can Arslan