AMED - Endamên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê ku li Enqereyê hevdîtin kirin, diyar kirin ku wan fikarên di nava civakê de bi partiyan re parve kirine û ji bo pêvajo civakî bibe dê xebatên wan bidomin.
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd di 27-28’ê Çileyê de li Meclisê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Şandeya platformê ji 7 kesan pêk dihat û pêşniyarên xwe ku ji 10 xalan pêk dihat bi partiyan re parve kir. Endamên Lijneya Rêveber a Platformê Mahsum Çiya Korkmaz û Serdar Keskîn ku di şandeyê de cih digirtin, têkildarî serdanên xwe û karûbarên dema pêş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
HEVDÎTINÊN BI MUXALEFETÊ RE
Mahsum Çiya Korkmaz, da zanîn ku biryara hevdîtinên bi partiyên li Meclisê re di komxebata “Di pirsgirêka Kurd de lêgerînên çareseriya demokratîk” ku di Sibata 2024’an de li gel rêxistinên civaka sivîl ên Amedê li dar xistibûn de dabûn û wiha got. “Di dema nîqaşên ser pirsgirêka Kurd de me daxwaza randevuyê li partiyan kir. Ji bilî Partiya Îyî û MHP’ê tevekan bersiv dan. Partiya Îyî jî piştî em vegeriyan Amedê bersiv dan. CHP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gavekî baş avêt lê di mijara meseleya Kurd de polîtîkayeke baş birêve nebir. Me rexneyên xwe yên di vê mijarê de jê re gotin. Me got ku hinek gotinên wan di nava gel de fikaran çêdikin, divê bêhtir bicisaret bin nexwe dê dengê xwe winda bikin. Em di ferqa rewşa CHP’ê de ne. Gotin ku têkildarî pêvajoyê tişta ji dest tê dê bikin. Partiyên din jî gotin ku ew ji zûde ye li gel pêvajoyê ne. Wan jî ev bi me re parve kirin.”
FIKARÊN HEYÎ BI AKP’Ê RE HATIN PARVEKIRIN
Korkmaz, got ku bi AKP’ê re 2 hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Me bi Serokê Koma AKP’ê û Efkan Ala re hevdîtin kirin. Me ew 10 xal bi wan re jî parve kir. Me daxwazên civakê û tiştên divê bên kirin bi wan re parve kirin. Me fikarên xwe yên ji têkçûna pêvajoyê parve kir. Wan jî gotin ku ew van fikaran fêm dikin û dê li ser bisekinin. Lê me xwest ji gotinan zêdetir pratîkê bikin. Weke mînak em gelek li ser ziman sekinînin û me got ku zimanekî hişk tê bikaranîn û li Kurdan ‘Teslîmbûn’ tê ferzkirin. Her wiha me qala qeyûman kir. Me got ku heke bixwazin pêvajo civakî bibe, wê demê divê hesasiyetên civakê esas bên girtin û gavê erênî bên avêtin.”
NÊZIKATIYA AKP’IYAN A LI DIJÎ PÊVAJOYÊ
Korkmaz, got ku AKP’î rêzdarî nêzî daxwazên wan bûne û wiha pê de çû: “Gotin ku di mijara çareseriyê de îcar bêhtir biîrade ne û ji demên berê ders girtine. Di nava wan 10 xalên me de ew jî heye ku azadiyên sereke di nava mafên makezagonî de bên destgirtin. Me got ku heta bingeheke qanûnî nebe ev pêvajo nameşe. Di hevdîtinên fermî de di vê mijarê de agahiyeke zelal tune ye lê li gorî agahiyên li ber dest, hinek xebatên li ser makezagonê hene. Armanca me ew bû ku daxwaz û fikarên civakê bi wan re parve bikin. Me xwest ku tevahiya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî jî tev li vê pêvajoyê bên kirin. Me got ku em li gel aştî û pêvajoyên erênî ne. Dê xebatên me bidomin. Amadekariyên me yên ji bo komxebatê hene, em ê biçin serdana partiyên siyasî û bi derdorên cuda re hevdîtinan bikin.”
'REWŞEKE BISEKINE-BIBÎNE HEYE’
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Platformê Serdar Keskîn jî got ku armanca wan a ji hevdîtinan ew bû ku ew fikar, pêşniyar û xebatên pêwîst bi aliyan re parve bikin. Keskîn, diyar kir ku wan ji partiyên muxalefetê xwestine ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got: “Di hevdîtina bi îktîdarê re de jî me xwest dev ji sepanê zirarê didin aştiyê berdin. Hem îktîdarê hem jî muxalefetê xebatên me erênî dîtin. Em dikarin bibêjin ku di hemû partiyan de helwesteke bisekine-bibîne heye.”
'DIVÊ XEBATEKE LI SERANSERÎ TIRKIYEYÊ WERE KIRIN’
Keskîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyan di hevdîtinan de gotin ku divê pirsgirêk were çareserkirin û nikarin îzahetê ji dinyayê re bikin. Gotin ku di vê mijarê de dê xebatan bikin. Gotin ku divê civaka sivîl jî tev li bibe. Hat gotin ku divê civaka sivîl ji ewil li herêmê û piştre jî li seranserî welêt bernameyên ‘aştiyê’ li dar bixin. Wan jî ev pêşniyar kirin. Weke platformê em dixwazin piştî herêmê, li seranserî Tirkiyeyê xebatan bimeşînin. Ji bo vê jî em dikarin komxebat û panelan li dar bixin.”
'HÊVIYA ME JI PÊVAJOYÊ HEYE’
Keskîn, axaftina xwe wiha qedand: “Di vê çarçoveyê de em ê bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bikin û piştre li gorî pêşniyarên wan bernameyekê amade bikin. Dema em li çareseriyên pirsgirêkên bi vî rengî yên navneteweyî dinihêrin, dibînin ku carnan şer carnan jî aştî pêş dikeve. Lê di dawiya dawî de pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser dikin. Hêviya me ji pêvajoya heyî heye. Ji bo veguhere aştiyeke mayinde, em ê tişta ji dest tê bikin.”
MA / Mujdat Can