Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê

img
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê yên ji qadên Newrozê bilind bûn û got: “Em ê bi hev re aştiyê bînin li ser axa Anatoliya û Mezopotamyayê.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, li Mêrsîna ku hin rêze serdanan bike, çû serdana Nobeda Edaletê ya Mêrsînê ku 115 roj in ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê yên Bajêr Perîhan Koca û Alî Bozan û endamên partiyê jî li gel Hatîmogûllariyê di serdanê de cih girtin.
 
Hatîmogûllari, li Nobeda Edaletê ku li avahiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) malbatên girtiyan û Dayîkên Aştiyê yek bi yek silav kirin. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
 
HETA KU OCALAN AZAD BIBE DÊ ÇALAKÎ BIDOMIN
 
Dayika Aştiyê Meryem Erbey ji bo piştgiriyê spasiyên xwe pêşkeşî Hatîmogûllariyê kir û bang li her kesî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd têbikoşin. Meryem da zanîn ku rêya aştiya li welat bi Abdullah Ocalan pêkan e û destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan pêk were dê çalakiyên wan bidomin.
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE
 
Pişt re Hatîmogûllari mafê axaftinê girt û destpêkê malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê silav kir. Hatîmogûllari, diyar kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye û got: “Em di wê baweriyê de ne ku Nobeda Edaletê wê rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd veke. Her wiha em di fikra ku wê deriyên çareseriya gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn veke de ne. Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên girîng hene. Yek pirsgirêka kurd û ya din jî pirsgirêka Filistînê ye, çareseriya her du pirsgirêkan ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Em weke gelên ku jiyana hevpar diparêzin, weke siyaseta ku diparêzin, weke paradîgmaya ku jiyana hevpar diparêze, em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka kurd a li vî welatî wê jiyana hevpar hîn xurtir bike û wekheviya her kesî pêk bîne ku bi ziman, çand û rengê xwe bijîn.”
 
‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’ 
 
Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi rastî ji bo hemû gelên Tirkiyeyê girîng e ku ev daxwazên li Nobeda Edaletê derdikevin pêş. Ev pirsgirêka ku îro ji bo Kurdistanê dewam dike, niha li aliyê din ê sînor e. Hûn amadekariyên şer dizanin. Gelek kes ji hikûmetê bi taybetî wezîrê derve, nûner li Iraqê civînên şer li dar dixin, bi gelek welatan re jî danûstandinan dikin da ku rê li ber şer û pevçûnan vekin, îsal di Newroza 2024’an de jî mîna Newroza 2013’an hemû gelan û di serî de gelê kurd daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind anîn ziman. Lê mixabin ev hikûmet bi civînên şer bersivê dide me, me duh dest jê berneda û em ê îro jî dest ji daxwaza aştiyê, daxwaza jiyana hevpar û têkoşîna ji bo mafên gelên bindest ên li vî welatî bernedin.
 
Careke din ez vê têkoşîna bi rûmet a we dayikên me yên hêja û jinên delal silav dikim. Helbet wê aştî were van xakan. Em ê bi we re tovên mirinê, xwînê, rondikên çavan, van dijminatiyan, van pevçûnan, van fesadiyan, tovên dubendî û dijberiyê yên ku tê xwestin di nava van mirovan de bên çandin, ji van axan ji holê rakin. Em ê bi hev re, bi destên xwe aştiyê bînin xaka Anatolya û Mezopotamyayê. Ez bawer dikim ku têkoşîna me wê bibe sedema vê.”
 

Sernavên din

09/04/2024
15:17 Ji bo cejna Amedê biewle û xweş derbas bibe hemû tevdîr hatine girtin
14:51 Almanyaya ku bi hevkariya qirkirinê tê sûcdarkirin parastina xwe kir
13:23 DEM Partî dê li cejnê serdana çar partiyan bike
13:05 Li Êlihê şer derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
12:56 Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin
11:37 Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê
11:35 Dewleta tirk bazirganiya bi Îsraîlê re bisînor kir!
11:34 Navên cerdevanên ku dê tev li operasyona derveyî sînor bibin derket holê
11:33 DMME’yê ji bo serlêdana Kavala biryar da ku zû lêkolîn bike
11:25 Li sûk û bazaran rûyê tu kesî nakene
11:15 Karker dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
10:12 Tirkiyeyê ev 7 meh in ava Hesekê qut kiriye
09:27 Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî
09:04 Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:02 168 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Kesê ku dest avêtibû zarokekê bû keya!
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN
08/04/2024
21:56 Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 72'yan de ye
20:29 Wê di Cejna Remezanê de li Wan û Mêrdînê otobus bêheq xizmetê bikin
19:18 Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin
18:04 Rapora Girtîgeha Kavakliyê: Dema îşkence dikin dirûşma ‘welat parçe nabe’ berz dikin
17:00 Di protestoyên Wanê de 30 kes hatin girtin
16:47 Li bajarokê şerê hilbijartinê lê derketiye, qedexeya derketina derve!
16:06 Ji bo Abdullah Ocalan şitlên daran hatin danîn
15:23 MKG: Zextên ser rojnamegeran di meha adarê de jî dom kirin
14:27 Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin
14:23 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em ji bo xizmeta gel hatin
14:05 Ji bo azadiya Ocalan 3 milyon û 699 hezer kes îmze hatin komkirin
13:28 Li Dîlovasiyê li du fîrmayên derdorê qirêj dikin ceza hate birîn
13:08 Dozger ji bo çalakger bide girtin îtîrazê li gorî demê kir
12:17 Almanya bi hinceta ‘bûye şirîka qirkirina li Filistînê’ tê darizandin
11:10 Bûcak û Dogan bi gel re ketin şaredariyê
11:04 Ji navenda gastronomiyê ya girtî re bi bihayê 2 milyon û 248 hezar lîreyan goşt hate kirîn
09:04 Berxwedana girtiyan di roja 134’an de bênavber didome
09:04 PDK’ê Silêman Ehmed revand: Ev 167 roj agahî jê nayên girtin
09:03 Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin
09:02 Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Li Şaredariya Xelfetiyê li ber çûyînê dizî hate kirin
07/04/2024
23:03 Hevşaredarên Qaxizmanê di fitarê de bi gel re hatin bahev
21:56 Qulûbeyên polîsan ên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin rakirin
20:21 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 71’emîn de ye
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin