Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk

  • rojane
  • 09:08 30 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Emran Emekçî diyar kir ku polîtîkayên leşkerî û ewlekariyê yên di pirsgirêka kurd de êdî encamekî nadin û wiha got: “Ji bo vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê, sala 2024’an guncav e. Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.” 
 
Ji ber polîtîkayên tecrîd û şer ên AKP’ê saleke din jî bi krîzên giran ve derbas bû. Li dijî israra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk, îktîdara AKP’ê polîtîkayên xwe yên neçareseriyê domand. Ji 5’ê nîsana 2015’an ve li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke giran xist meriyetê û vê yekê jî ji aboriyê heta siyasetê, di gelek qadan de rê li ber krîzên mezin vekir. Tevî hişyar Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Heke çareserî çênebe dê mekanîka darbeyê bikeve dewrê” jî AKP’ê di 24’ê tîrmeha 2015’an de konsepta şerê topyekûn xist meriyetê. Tevî hemû hişyariyan jî AKP’ê şer kûr kir û vê jî bi xwe re hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an de anî. 
 
AKP a ku hewldana darbeyê weke “Lûtfa xwedê” nirxand, hevdîtinên malbat û parêzerên ên li Girtîgeha Îmraliyê heta niha bi hincetên weke “rewşa hewa” û “keştî xerabe ye” asteng dikir lê piştre Rewşa Awarte (OHAL) ragihand û di vê çarçoveyê de 4 caran ji bo 6 mehan ev hevdîtin qedexe kir. Qanûnên ku li gorî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine dîzaynkirin, pergala tecrîdê ya Îmraliyê di bin navê cezayên disiplînê de qanûnî kir. Abdullah Ocalan ku di nava 25 salên li Girtîgeha Îmraliyê de tenê karî 2 caran mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Hevdîtina herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de hate kirin lê axaftin di nîviyê de hate qutkirin. Ji wê rojê ve 34 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Sala 2023’yan jî bi pergala tecrîdê ya ji rewşa agahînegirtinê veguherî agahînegirtina mutleq berdewam kir. 
 
Li gel Abdullah Ocalan, ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin jî tu agahî nayên girtin û vê rewşê fikarên malbat, parêzer û raya giştî ya cîhanê jî zêdetir kir. Gelê kurd û dostên wan bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di tevahiya salê de çalakî û xwepêşandan li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her qadê qêriyan. 
 
Siyasetmedaran di rojên ewil ên salê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Di rojên dawî yên salê de jî ev çalakî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ku li 74 navendan hatibû destpêkirin de hate berdewamkirin. Vê daxwazê mohra xwe li salê da. Parêzerên Abdullah Ocalan jî di tevahiya salê de li Dadgeha Destûra Bingehîn heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hewldanên xwe yên hiqûqî domandin. Ji endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike, Emran Emekçî têkildarî bûyerên ji ber Îmraliyê qewimîn û rewşa dawî ya Abdullah Ocalan pirsên me bersivand. 
 
Miwekîlê we Abdullah Ocalan di nava 25 salan de her tim rastî astengkirinan hat. Ev 33 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Heke gotin di cih de be çi derî neman ku we lê neda. Girava Îmraliyê sala 2023’yan çawa derbas kir? 
 
Rewşa agahînegirtinê didome. Di vê salê de me nekarî pê re peywendiyan danîn, nameyan ji hev re bişînin û li ser telefonê biaxivin. Em nizanin bê ka nameyên em dişînin digihijinê yan na. Malbat û parêzeran nekarîn hevdîtinê bikin. Rewşa agahînegirtinê mohra xwe li sala 2023’yan da. Di rewşên awarte yên weke erdhejê de mecbûriyeta mafê bikaranîna telefonê û hevdîtina bi malbat û parêzeran hene. Lê hatin astengkirin. Prosedûra asayî nehat cîbicîkirin. 12 jê me parêzeran û 9 jî malbatan, me 21 caran ji ber erdhejan serlêdan kirin. Lê balkêş e di bersiva ji me re hatiye dayîn de gotin; ‘qedexeyên asayî didomin.’ Bersiveke ku qet erdhej çênebûye dan. Gotin; ‘qedexeya hevdîtina bi malbatê re heye û em nadin kirin. Qedexeya telefonê heye, em nadin kirin.’ Di rewşeke ku hukmê fermandayînê yê qanûnê hebe, wê demê tu wateya qalkirina qedexeyê nîne. 
 
”Cezayên disiplînê” ku weke hinceta astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên nîşandan, di sala 2023’yan de jî bi awayeke sîstematîk dom kirin. Heta duh digotin “keştî xerabe ye” û niha jî ev astengiye bi hinceta “cezayên disiplînê” tên domandin. Gelo çi bingeha van astengkirinan a qanûnî heye? 
 
 
Pozîsyona birêz Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyê de diyar e û ji bo vê hewl dide. Berevajî vê, di pêşîlêgirtina darbeyan de rola xwe bi cih anî.
 
Heta sala 2016’an jî hincetên weke “keştî xerabe ye” û  “muxalefeta hewayî” yên jênebawer pêşkeş dikirin. Heta ev rewş bû mijara karîkatûran. CPT’yê jî di rapora xwe de gotibû; “Ev dewleta ewqas mezin ma nikare keştiyekê peyda bike?” Êdî nedikariya îzaheta vê bikin. Kesekî jê bawer nedikir. Di sala 2016’an de OHAL ragihandin û weke ku darbe ji hêla birêz Ocalan ve hatibe kirin, fatûreya wê li wî birin. Piştre jî darbe weke hincet hate nîşandan û bi biryarên dadgehê serî li qedexeyan dan. Biryara qedexeyê ya ewil a bi hinceta darbeyê di 20’ê tîrmeha 2016’an de hate dayîn. Lê tu eleqeya birêz Ocalan bi darbeyê re nebû. Pozîsyona birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyê te diyar e û ji bo vê di nava hewldanan de ye. Berevajî vê, ji bo pêşîlêgirtina darbeyan bi rola xwe lîst. Pêvajoyên ku birêz Ocalan çareseriya demokratîk daye destpêkirin û rê li ber darbeyan girtî çêbûn. Heta sala 2018’an OHAL weke hincet hate nîşandan. Piştî rakirina OHAL’ê jî îcar cezayên disiplînê yên ji bo 3 mehan hatin dayîn. Ku tu bawerî jê nedibû. Her carê ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran hatin dayîn û ev biryarên qedexeyê êdî bi awayeke sîstematîk hatin dayîn. Hincetên van biryarên qedexeyan jî kopyayên hev in. 
 
Ji bo van qedexeyan “ewlekariyê” weke hincet nîşan didin. Ji bilî vê tu hinceteke din tune ye. Ji ber ku tu bingeheke qanûnî û maddî nîne. Di qanûnê de wiha tê gotin; ‘tu mecbûrî rê bidî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û hevdîtina li ser telefonê. Heke piştî dayîna vî mafî heke hêmayek bikeve destê te, li gorî wê dikarî serî li qedexeyê bidî.’ Lê belê ji bo hevdîtina telefonê ya nehatiye kirin biryara qedexeyê didin. Ji bo hevdîtinên bi parêzeran ên nehatine kirin biryara qedexeyê didin. 
 
DMME’yê di sala 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan biryara binpêkirina maf da. Got ku cezayê “heta mirinê dê di girtîgehê de be” li dijî qedexeya îşkenceyê û ji bo li gorî hiqûqê were amadekirin divê mewzûat were guherandin. Ev mijar veguhestin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Gelo di vê mijarê de pêşketinek heye? 
 
Di tevahiya sala 2023’yan de mijara herî zêde em li ser sekinînin, Komîteya Wezîran bû. Cîbicîkirina biryara DMME’yê bû. Me di 19’ê çileya 2023’yan de serî li Komîteya Wezîran da. Bi sedema; “hikûmet pêşniyaran bi cih nayîne, mewzûatê naguherîne, cezayan nadaxîne û bersivên di vê mijarê de tên dayîn ne li gorî biryarên DMME’yê ne’ me serlêdan kirin. Me jê xwest ku hikûmet dîsa bê hişyarkirin û heke hewce bike xala 46/4’ê bikeve meriyetê. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê di bersivên xwe de bi israr dibêje ku dê mewzûatan neguherîne.  Rejîma înfazê ya “Dê heta dawiya emrê xwe dê di girtîgehê de bimîne” ku DMME wek “îşkence” pênase dike diparêze. Komîteya Wezîran di vê mijarê de jî pasîf man. 
 
 
Prosedûra 46/4’ê zextekî çawa di xwe de dihewîne? 
 
Heke Tirkiye biryarên DMME’yê bi cih neyîne, dikare sicîla wê ya mafên mirovan bidin ber şopandinê û bi gotina “Tirkiye biryarên DMME’yê bicih nayîne” deşîfre bike. Heke pêwîst bike dikare endamtiya wê jî bide sekinandin. Ev zextekî giran e lê nayê kirin. Mixabin ev yek di me de rê li ber fikaran vedike. Komîteya Wezîran jî di nava hewldaneke ku bi demê re vedihêle de ye. Gavên bibandor naavêje. 
 
DMME dema ji Tirkiyeyê re dibêje mewzûatên xwe biguherîne, balê dikşîne ser mîna Vînterê û pêşniyar dike ku sînorê herî zêde divê 25 sal be. Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê tê ragirtin. Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê beriya niha gotibû; “Deriyê hiqûqî yê azadiya fîzîkî ya Ocalan hate vekirin.” Ev bû 25 sal, gelo pêkane ku deriyên Îmraliyê bên vekirin? 
 
 
Tirkiye ji DMME’yê re, ji Komîteya Wezîran, CPT û NY’ê re dibêje; “Ez hiqûqa navneteweyî bi cih nayînim.” Dewleta ne li gorî hiqûqê, dewleta li gorî polîtîkayê. 
 
DMME û welatên din dibêjin ku cezayê ji 25 salan zêdetir nayê dayîn û cezayê 36 salan an jî heta mirinê, cezayekî dermirovî ye. Di vê mijarê de sînorê cezayê weke 25 sal xêz dike. Heke bi rastî jî îradeyeke siyasî ya ji demokrasî û serweriya hiqûqê bawer hebe, ev bingehek û firsendeke gelek girîng e. Birêz Ocalan ji xwe ji çareseriya demokratîk û aştiyê re vekirî ye û dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Heta sala 1991’ê jî di mewzûata Tirkiyeyê bêyî ferq û cudahiyê têxin navbera girtiyên edlî û siyasî, girtiyek herî zêde 20 salan di girtîgehê de dimîne. Di 91’ê de TMK derket û wê demê girtiyên edlî û siyasî ji hev hatin cudakirin. Cezayê 26 salan wê demê anîn. Jixwe 36 cezayekî dermirovî ye. Îcar ev jî besî wan nekir û piştî anîna birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî, rejîma înfazê guherî û cezayê heta dawiya emrê xwe anîn. Ev jî nakokiyeke bi serî xwe ye. Hiqûqa înfazê ya Tirkiyeyê pir tevlihev e. Li gorî tu rêgezan tevnagerin. Jixwe cudakariya di navbera girtiyên edlî û siyasî de tê kirin binpêkirina rêgeza wekheviyê ye. Îcar jî cezayê muebbeta giran a heta dawiya emrê xwe anîn ku ev li dijî mirovahiyê ye. 
 
Li gorî mewzûata girêdayî hiqûqa Ewropayê, li gorî peymanên Tirkiyeyê jî îmze kirine û li welatên di nava wan pergalan de ceza herî zêde 25 sal in. Tirkiye ji DMME’yê re, ji Komîteya Wezîran, CPT û NY’ê re dibêje; “Ez hiqûqa navneteweyî bi cih nayînim.” Dewleta ne li gorî hiqûqê, dewleta li gorî polîtîkayê.  Hiqûq li vir tenê qilifek e. Cezayên disiplînê û hwd. tenê qilifek in. Rastiya mijarê ev e. Tevek jî biryarên polîtîk in. 
 
Heke em bên ser mijara CPT’yê ku dema Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Girava Îmraliyê, ew li wir pêşwazî kiribû. Di sala 2022’yan de çû serdana Îmraliyê lê rapora xwe parve nekir. Hûn vê helwesta CPT’yê ku Abdullah Ocalan jî weke berpirsyarê tecrîdê dibîne çawa dinirxînin? 
 
CPT li heman cihî disekine. Bi ser re salek derbas bû. Rapora xwe di 2023’yan de eşkere nekir. Dev ji eşkerekirina raporê berdin, pêşniyar jî bi cih ne anî. Cezayên disiplînê û qedexeyên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û ya telefonê berdewam kirin. Sala 2023’yan bû sala neçalakbûna CPT’yê ku rayeyên xwe bi kar ne anî. Dema nûçeyên têkildarî jehrîkirina birêz Ocalan û mudaxileya fîzîkî hatin parvekirin, CPT’yê di sala 2007’an de ji hikûmetê re nameyek şand. CPT’yê seknekî radîkal nîşan da û got; “heke tu pêşniyarên me bicih neyînî, em ê helwesta we ragihînin.” Piştî wê jî hinek sererastkirin çêbûn. Hevdîtinên parêzeran dest pê kirin. Anku bandorekî wisa yê CPT’yê heye. Lê niha rewşekî ji wê awartetir li holê ye. Em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Em di serdemee wisa de ne ku divê rayeya xwe dîsa bi kar bîne. Wê demê her çend bisînor jî be, her 45 rojan carekî malbat û parêzeran hevdîtin dikirin. Bi awayekî agahî jê dihatin girtin. CPT a ku wê demê prosedûr da destpêkirin, niha di rewşa agahînegirtinê de wê prosedûrê naxe meriyetê. Ev yek jî bi awayekî neyekser cisaretê dide polîtîkayên îktîdarê. 
 
Ji 2007’an heta niha çi guherî? 
 
 
Rayeyeke CPT’yê heye. Niha rewşeke hêj bêhtir awarte heye. Em agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Em di serdemekî wisa de ne ku divê vê rayeya xwe dîsa bi kar bîne. 
 
CPT, di encamê de saziyeke dewletên girêdayî Ewropayê ye. Ne saziyeke li ser bingeha civakî ye. Serbixwebûna wê cihê nîqaşê ye. Têkiliyên berjewendiyan ên konseyê bi dewletan re hene. Têkiyên dîplomatîk hene. Xalên hesas hene. Naxwazin zêde bi ser Tirkiyeyê de biçin. Ji ber pirsgirêkên weke koçberî, penaber û hwd. Tirkiye gefan li wan dixwe û ew jî serî ditewînin. Hevsengiyeke siyasî ya wiha heye. Nabêjin “em nikarin bi hiqûqê bikin” lê bi demê re vedihêlin. DMME, Komîteya Wezîran û CPT bi demê re vedihêlin. Rewşa agahînegirtin rewşekî awarte ye û dikeve çarçoveya îşkenceyê lê bi demê re vedihêlin. Mixabin helwesta hevpar ev e. CPT, li gorî xala 10/2 dikare ji Tirkiyeyê re nameyê bişîne, heke bi pêşniyarên wê neyê kirin dikare prosedûra sicîlê bide destpêkirin. CPT dikare bibêje “Em ê bikevin pêvajoya ferzkirina sepanan û ji cîhanê re bibêjin ‘Tirkiye bi hiqûqê nake’, em ê sîcîla wê eşkere bikin.” Ev yek jî cîbicîkirina xala 10/2’yan e. Ev yek di sala 2007’an de kir û hikûmet neçar ma ku pê bike. Lê niha nake. CPT, biryareke polîtîk dide. Em jê re dibêjin “hiqûqê bicih bîne” û me jê nexwestiye ku rayeya xwe derbas bike. Ji niha û şûnde CPT bi xwe mijara nîqaşê ye. 
 
We got ku helwesta vehêlandinê helwestekî hevpar e. Gelo ji encamên vê helwestê, berpirsyartiya van saziyan heye? 
 
Bêguman heye. Biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê heye. Komîteyê di 19’ê çileya 2023’yan de cara duyemîn ev biryar bi bîra Tirkiyeyê anî. Di vê biryarê de NY’ê got ku bi tu awayî nabe mafê xwegihandina parêzeran bê bisînorkirin û astengkirin, divê tavilê parêzer bikarin hevdîtinan bikin. Li ser biryara tevdîrê ya NY’ê, me jî serî li dadgeriya înfazê û Wezareta Dadê da û di hiqûqa navxweyî de hemû serlêdanên xwe kirin. Lê tevî biryara NY’ê jî bi hinceta cezayên disiplînê yên ji bo 3-6 mehan ev biryar binpê kirin. Bersivên “bisînorkikrinê” didin me. Nabe ku xwegihandina parêzeran bê astengkirin lê Tirkiye asteng dike. Doza birêz Ocalan di vê mijarê de doza yekemîn e. Ji bo Mandela jî hevdîtinên bi parêzeran re nehatibûn astengkirin, li Guantanamoyê jî nehatibûn astengkirin. Tirkiye vê hincetê pêşkeş dike; “Mijareke polîtîk e, lewma em bi biryarên we nakin.” Bi kurt û kurmancî mijar ev e. Hincetên ewlekariyê yên yekalî nîşan dide û li biryaran guhdarî nake. Xala 90’emîn a Destûra Bingehîn tenê çîrok e. Serweriya peymanên navneteweyî, bicihanîna berpirsyartiyên ji ber van peymanan û hwd.. tevek jî çîrok in. Bi yek ji wan nake. 
 
Di nava salê de AYM yek ji mijarên herî zêde li ser nîqaş hat meşandin bû. We jî gelek serlêdan ji bo AYM’ê kirine. Hûn helwesta AYM’ê çawa dinirxînin? 
 
Li gorî min li ser AYM’ê zext hene û nikare biryarên xwe li gorî hiqûqê bide. Belkî jî doza Ocalan wê dide zorê. Ji ber ku raporên şîretan ên pir eşkere yên CPT’yê, DMME’yê û NY’ê hene. Ewqas zelal in ku belgeyên wan hene. Li gorî min di vê mijarê de AYM zehmetiyeke mezin dikişîne. Dixwazin biryarên xwe li gorî hiqûqê bidin lê hikûmet bi krîzên çêker re zextê li AYM’ê dike. Dixwaze pêşî li ber AYM’ê bigire da ku derheqê Ocalan de biryarên erênî nede. Bêdudilî saziyên darazê yên payebilind yekser dike mijara nîqaşê. Gelo ferasetekî hikûmetê ya wiha ma dibe? Ji bo kurd û sosyalîstan hiqûq tune ye. Hiqûqa AKP-MHP’ê heye. 
 
Polîtîkaya îktîdarê her kes pê dizane. Bêdengiya hêzên navneteweyî jî didome. Gelo çi bingeheke siyasî yê çareseriyê tune ye? 
 
 
Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.  Jixwe birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têdikoşe û li dijî tecrîdê li ber xwe dide. 
 
Birêz Ocalan ev 25 sal in di girtîgehê de ye. Tirkiye dikare vê veguherîne firsendekê. Dikare qanûna înfazê li gorî hiqûqa xwe sererast bike. Dê ji bo vekirina deriyên Îmraliyê û çareseriyeke demokratîk bibe wesîle. Ji hêla hiqûqî ve jî em sedemekê nîşan didin. Destê hikûmetê pir rehet dibe. Biryarên DMME û NY’ê hene. Rapora CPT’yê heye. Dikare vebijêrka hiqûqî û siyasî bixe meriyetê. Bingeh û derfet ji bo vê ewqas guncav in. Lê vebijêrka tecrîd û leşkerî hildibijêre. Me hemû vebijêrkên siyasî û hiqûqî danîne pêşiya wê. Bi rehetî dikare li ser bingeha van pêvajoyê bide destpêkirin. Birêz Ocalan 25 salên xwe temam kirine. Bingeha hiqûqî ya tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Ocalan heye. Bingeha çareseriya siyasî jî heye.  Jixwe birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê têdikoşe û li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Li wê derê kesekê di vê pozîsyonê de tê ragirtin. Birêz Ocalan gelek tiştan naxwaze. Dixwaze bi hiqûqê were kirin. Di hevdîtina dawî de digot; “Bila hiqûqê bi cih bînin.” Em jî heman tiştan dibêjin. Biryarên me dayîn dê ji hêla hiqûqî ve destê hikûmetê xurt bikin. Her wiha di mijara têkoşîna li dijî tecrîdê de destê me xurt dikin. Ji hêla hiqûqî ve birêz Ocalan êdî kesekî azad e. Ji hêla feslefî, psîkolojîk, ruhî û fikrî ve jixwe kesekî azad e. 
 
Li gel ku vebijêrkeke wiha heye jî çima di tecrîdê de israr dikin? 
 
Li Tirkiyeyê îradeyeke ku biryara çareseriya demokratîk û aştiyê dide tune ye. Xwestin bi Ozal bidin çareserkirin lê Ozal birin. Xwesetin bi Erbakan bidin çareserkirin lê li dijî wî darbe kkirin, Ecevît xweset çareser bike lê felc kirin. Xwestin bi Erdogan bidin çareserkirin lê zext li wî jî kirin û teslîm girtin. Gotin; “Nikare çareser bike, nikare bide çareserkirin.” Hevdîtina veşarî ya bi Buyukanit re çi ye? Çima dibêje “Ez nikarim bibêjim.” Li wir bi eşkereyî ji Erdogan re gotin; “Dê destê xwe nêzî pirsgirêka kurd nekî, bi vî şertî dê li îktîdarê bimînî.” Lihevkirineke wan a bi vî awayî çêbû. Gotin; “Em ê rê bidin AKP’ê û tu jî dê dijminatiya kurdan bikî.” Bi vî awayî li ser îktîdarê dimîne. Ew jî ji bo li ser îktîdarê bimîne êrişî kurdan dike. Hebûna xwe li ser vê didomîne. Li ser tecrîd û şer nîjadperestiyê pêş dixin. Lê di dawiya dawî de dê çareseriya demokratîk û aştî bibe. Ji ber ku hemû cîhanê pirsgirêkên xwe wiha çareser kirine. Ev pozîsyona birêz Ocalan firsendekî mezin e. Bes hema bila îradeyeke siyasî derkeve holê bes e. Lê derneket, dernakeve. 
 
Ji bo Tirkiyeyê çi encaman bi xwe re tîne? 
 
 
 Di siyaseta neçareserkirinê de û di feraseta dewleta yekperest de israr dikin û aştî û çareseriyeke demokratêk dest pê nakin... Dê kî hesaba van 8 salên winda bide? 
 
Di siyaseta neçareserkirinê de û di feraseta dewleta yekperest de israr dikin û aştî û çareseriyeke demokratêk dest pê nakin... Li vir winda dike, xwîna jê diçe. Ew jî winda dike û bi gelan jî didin windakirin. Em tevek winda dikin. Rewşa aboriyê li holê ye. Ma dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin rewş wiha bû? Nexêr, refah hebû. Her kesî dikariya biaxive û nîqaş bike. Niha çi bû? Gelo dê kî hesaba van 8 salên winda bide? Girtina deriyên Îmraliyê bi Tirkiyeyê çi da windakiri? Mesele, liv û tevgera bi aqilane ye. Çareseriya demokratîk tê wateya polîtîkaya qezenc bike qezenc bike. Polîtîkaya şer û neçareseriyê dide windakirin. Em jî dê winda bikin, kurd û tirk dê winda bikin. Dê kî qezenc bikin? Rûsya, Yewnanistan, DYA, Almanya û welatên ewropî qezenc bikin. Ew qezenc dikin û em winda dikin. Gel û dewlet winda dike. 
 
Tekane kesê ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî pêş xistî, birêz Ocalan e. Bila her kes pirtûka wî ya Çareseriya Şaristaniya Demokratîk a Rojhilata Navîn Krîza Rojhilata Navîn bixwîne. Tekane berheme ku ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyan pêşkeş dike. Heke ew fikir bikevin meriyetê, dê pirsgirêka Îsraîl-Filistînê jî çareser bibe û ya kurdan û yên din jî çareser bibin. Tevek jî bi demokrasiyê dikarin çareser bibin. Li Rojhilata Navîn a demokratîk ji bo her kesî cih heye. Hêzên navneteweyî sûdê ji neçareseriyê digirin. Hikûmeta Tirkiyeyê jî xizmetê ji vê re dike. 
 
Birêz Ocalan li wir e û amade ye. Li şûna ku tawîzan bidin 50 dewletan bila bi Ocalan re vê meseleyê çareser bikin. Birêz Ocalan tenê dibêje; bila zordestî bi dawî bibe. Tiştekî din naxwaze. Lê kesekî wiha tê tecrîdkirin. Ev ne karê aqil û mantiqê ye. Ji ber bêaqiliya xwe hem xwe hem jî gelan têk dibin. 
 
Îsal dîsa nîqaşên “Destûra Bingehîn a Nû” bû rojev. We jî bal kişand ser xala 90’an û got ku biryarên navneteweyî nayên bicihanîn. Gelo tu bendewariyeke we ji Destûreke Bingehîn a ku tecrîd û çareseriya demokratîk paşguh dike heye? 
 
Tu tiştek jê dernakeve. Ji ber ku bingeha pirsgirêkê, neçareserkirina meseleya kurd e. Di Lozanê de kurd derveyî hiqûqê hatin hiştin. Divê hiqûq û mafên kurdan bên naskirin. Mafên şexsî nabin. Li birêz Ocalan zexta “Dev ji mafên komî berde, were ser xeta mafên şexsî.” Birêz Ocalan jî dibêje; ‘Ma misilmanekî ji koma cemaeta misilmanan qut dibe? Ma kurdekî ji civakê qut dibe?’ Ev maf dane her kesî. Di peymanên Ewropayê û NY’ê de mafên koman hatine naskirin. Bingeheke hiqûqî jî heye. Dibe ku bi xwe re gelek rehetiyan bîne lê heke neyîne, destûrên bingehîn çîrok in. Heke îradeyeke siyasî hebe, tu dikarî bi vê Destûra Bingehîn jî meseleyê çareser bikî. Lê bi wan qanûnan jî nakin. Tirkiyeyê di hemû peymanên Ewropayê de ji bo mafên koman xwe paşve daye. Rêveberiyên herêmî, xweserî... Tu ji van qebûl nekiriye. Sedema vê jî ew e ku kurd sûdê jê negirin. 
 
Li holê neheqî û zilmek heye. Ji ewil divê ji ber van neheqiyan bi dîrokê re hevrû bibe. Ji bo vê jî birêz Ocalan firsendekî mezin da. Di hevdîtina dawî de birêz Ocalan got; ‘dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ Ji ber ku amadekariyên xwe kiriye. Mesele ew e ku îradeyek derkeve holê. Gelên Tirkiyeyê dikarin partiya xwe bikin îktîdar, destûra xwe ya bingehîn biguherînin û Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Ev yek di destê me û gelan de ye. 
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li gelek deverên cîhanê kampanya hatin birêxistinkirin û hêj didomin. Sal wiha diqede. Gelo ji bo 2024’an peyama we çi ye? 
 
 Divê dev ji siyaseta ewlehiyê berdin. Divê vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê. Bi rastî jî sala 2024’an ji bo vê guncav e. Heke Tirkiye hemû peymanên îmze kiriye bi cih bîne, dê pirsgirêk çareser bibe. 
 
Birêz Ocalan gotibû; ‘Tecrîd tê wateya betalkirina vebijêrka hiqûqî û siyasî û li şûna wê tercîhkirina vebijêrka leşkerî û şer e.’ Lê ev siyaset na meşe. Halê ku welêt xistiyê li holê ye. Divê dev ji siyaseta ewlehiyê berdin. Divê vebijêrka hiqûqî û siyasî bixin meriyetê. Bi rastî jî sala 2024’an ji bo vê guncav e. Heke Tirkiye hemû peymanên îmze kiriye bi cih bîne, dê pirsgirêk çareser bibe. Lewma em dixwazin sala 2024’an bibe sala çareserkirina pirsgirêka kurd û Tirkiye bibe dewletekî hiqûqê. Em dixwazin ku bibe saleke ku Tirkiyeyê mewzûatên xwe li gorî NY û Ewropayê sererastkirî û bi birêz Ocalan re pirsgirêka kurd çareser bike. Jixwe azadiya birêz Ocalan bi vî awayî dikare watedar bibe. Heke pergal azad bibe, gel azad bibin dê birêz Ocalan jî azad bibe. Dê bi hev re azad bibin. Azadiya birêz Ocalan jî bi tena serê xwe têr nake. Şert û mercên ji bo azadiya fîzîkî temam in. Biryarên DMME’yê temamin, 25 sal  temam e û her tişt temam e. Lê heke îradeya siyasî nebe, hiqûq jî nabe û azadî jî nabe. Lewma hêvî dikim ku sala 2024’an bibe wesîleya çareseriya hiqûqî û siyasî. 
 
Şert û merc guncav in. Bingeha hiqûqî jî guncav e. Tenê hewcehî bi îradeyeke siyasî heye. Armanca van kampanya û têkoşînan jî ev e. 
 
MA / Dîren Yurtsever - Esra Solîn Dal 

Sernavên din

30/01/2024
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû