ŞIRNEX - Parêzer Dîlan Elçî da zanîn ku bi çêkirina bendava tê xwstin li ser Rûbarê Nerdûşê yê li Cizîrê re dê gundên weke “qada parastinê” hatine ragihandin di bin avê de bimînin û got: “Em ê li dijî vê projeyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”
Talan û wêrankirina ekolojîk a ku 5 sal in li çiyayên Cûdî, Gabar, Kato û herêmên Besta, Feraşîn, Çilênimêja yên Şirnexê hatiye destpêkirin, dewam dike. Herêma ku ji sedî 8’ê qadên wê yên daristanê hatine tunekirin, ber bi tunebûnê ve diçe. Li şûna darên tên birîn jî bîrên neftê tên vekirin. Çavkaniyên avê yên heyî ji aliyê şîrketên madenê yên nêzî hikûmetê ve tên qirêjîkirin û jehrîkirin. Rûbarê Nêrdûşê ku yek ji çavkaniyên avê yên Çiyayê Cûdî ye û ava vexwarinê ya gel e, bi salaye mîna komirê diherike. Tevî hemû bertekan jî Midûriyeta Herêma 10'emîn a Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) dixwaze li ser çemê ku tevdîr nehatine girtin bendavê çêbike.
Gundên Şax û Heblerê yên li ser rêya çem, 15 kîlometreyan dûrî Cizîrê ne û bi vê projeya bendavê re ev gund jî dê di bin avê de bimînim. Proje tenê bi çêkirina bendavê re bisînor nîne. Di heman demê de dê Santrala Hîdroelektrîkê (HES), projeya avdaniyê, kana komiran, tesîsên perçiqandin-şûştin-ceribandin û projeyên santralên betonê jî bên çêkirin û bi vê yekê re bi xwe re wêraniyeke mezin a xwezayê bîne.
Bi bendava ku tê çêkirin re gundê Şaxê ku xwedî dîrokeke kevnar e û ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ve di dereceya yekemîn de weke Herêma Parastinê (Sît) hatiye ragihandin jî dê di bin avê de bimîne. Li gundê Şaxê 7 kelehên dîrokî yên bi nav Keyser, Dûşê, Çeko, Keçikê, Kardu Mangûlî, Bagiyê û Xirabe hene.
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Dîlan Elçî ku ji gundê Heblerê ye, der barê çêkirina bendavê de ji ajansa me re axivî.
'NIKARIN QADA ARKEOLOJÎK DI BIN AVÊ DE BIHÊLIN'
Dîlan Elçî, anî ziman ku gundên ku 30 sal in hatine qedexekirin, bi çêkirina bendavan dixwazin bên tunekirin û wiha got: “Tişta ku di salên 90'î de qewimîn, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd û polîtîkayên ewlekariyê yên wê serdemê, bûyerên herî bi êş û travmatîk in. Yek ji van bûyerên bi êş û travmatîk jî valakirina gundan a bi darê zorê bû. Ji ber hincetên ewlehiyê ye gund hatin valakirin û dûvre jî hatin şewitandin. Ji vê rojê heta niha gundî nikarin biçin gundên xwe. Dewlet li şûna ku bi rûbarî bibe dixwaze ku bendavekî çêbibe. Beriya niha ji bo ku rapora ÇED'ê çêbikin bi şêniyên herdu gundan re civiyan. Lêbelê gundiyan aniye ziman ku ew qebûl nakin û naxwazin. Gundên ku tên xwestin ku di bin avê de bihêlin dîroka wan digihîje Împaratoriya Asuran. Kelehên gundê Şaxê ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ve weke qada arkeolojîk a pileya yekem hat îlankirin. Herêmeke ku weke qada arkeolojîk hatiye îlankirin nikare di bin avê de bihêlin.”
'DIXWAZIN JI HOLÊ RAKIN'
Dîlan Elçî, bi lêv kir ku bi çêkirina bendavan re polîtîkayên salên 90'yan yên valakirina gundan di dewreyê de ne û wiha domand: “Heke bendav bên çêkirin, hêviya gundiyan a ji bo vegerandina gundên xwe, bi rastî jî ji holê radibe. Mexdûrbûn bi mexdûriyetê re çêdibe. Ev her du gundên ku bi hezaran sal in li ser lingan in dixwazin tune bikin. Beriya ku gund nehatibû valakirin, fekî û zebzeyên herêmê hemû ji van herdu gundan dihatin. Di salên 90'î de, hewldana dagirkirina gundan bûyerên herî bi êş û travmatîk ên van gundan bû. Ji sala 1992'yan heta niha gundî nikarin biçin gundên xwe. Hîn astengiyên mezin li pêşiya vegera gundan heye.”
PÊVAJOYA HIQÛQÎ DIDIN DESTPÊKIRIN
Parêzer Dîlan Elçî diyar kir ku piştî gelek salan bi nasnameya xwe ya parêzeriyê karîbû bikeve gundê xwe Heblerê û da zanîn ku ew ê li dijî bendava ku li gundê wan tê xwestin were çêkirin dest bi pêvajoya hiqûqî bikin. Dîlan Elçî, axaftina xwe wiha qedand: “Ziyana ku bendav didin jîngehê bêsînor e. Bendav dibe pirsgirêk, ne çareserî ye. Bi çêkirina bendavê re dê li gund cureyên ajalan û rihekan tune bibin. Me li dijî çêkirina bendavê bernameyek daye pêşiya xwe. Em ê bi şêniyên her du gundan re bên cem hev û îmzeyan kom bikin û piştre jî pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Ji bo ku bîr, dîrok û axa me di bin avê de nemîne bi hemû hêza xwe em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bikin.”
MA /Zeynep Durgut