ŞIRNEX - Jinên Botanî diyar kirin ku heta ku pêvajoya bi banga Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi ser dikeve dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Divê Abdullah Ocalan demildest ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”
Di 7’ê Adarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad, bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidaristin. Jinên tev li mitîngê bûn, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û gotin ku ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Leyla Ayaz, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan hêvî daye wan û wiha got: “Em ji ber bagê keyfxweş in û hêvîdarin ku bibe wesîleya berdana girtiyên siyasî. Em dixwazin êdî ne dayikên gerîlayan ne jî yên leşkeran bigirîn. Divê dewlet gavan biavêje. Divê jin têkildarî van geşedanan dengê xwe bilindtir bikin û têbikoşin. Pêvajo yekalî pêk nakeve. Ji bo rojên xweş hêviya me mezin e.”
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Makbule Aşa jî ew bi hêviya rojên aştiyane û azad li qadan e û ev tişt anî ziman: “Bila bi destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin bigirin. Em nasnameya xwe dixwazin. Em ji bo aştiyê hatin û hêvîdarin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Gelek dewlet li ser aştiyê diaxivin. Em naxwazin êdî kesek bimire. Em cîhaneke ku dayik nagirîn dixwazin. Ma ev şer dê heta kengî bidome? Êdî bes e. Em ji bo banga Abdullah Ocalan û gelê xwe li vir kom bûn. Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve demildest azad bibe.”
Kazê Cîn jî bilêv kir ku ji bo pêvajo bi ser keve divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha got: “Em êdî şer naxwazin. Jin, aştî û zimanê xwe dixwazin.”
'HETA AŞTÎ ÇÊDIBE EM Ê LI QADAN BIN’
Gullu Demîr jî wiha got: “Bi hezaran girtiyên me li zindanan e. Hin ji van 26 sal in girtî ne û em dixwazin bên bedan. Qala aştiyê dikin lê tu gavan naavêjin. Em banga Abdullah Ocalan silav dikin. Hinek malbatan 3 hinekan jî 4 zarokên wan girtî ne. Ma ev dê heta kengî wiha bidome? PKK ket pêvajoya agirbestê lê tiştek neguheriye. Divê Abdullah Ocalan demildest bê berdan û em dixwazin biçe Meclisê. Devlet jî ev bang kir lê gavekî şênber nehatiye avêtin. Êdî bes e. Divê rayedarên dewletê ji bo aştiyê tevbigerin. Jin her tim daxwaza aştiyê dikin. Heta ku aştî çêdibe jî em ê li qadan bin.”
'EM JI ABDULLAH OCALAN BAWERIN’
Hatîce Yîgît jî got ku ji bo aştiyê divê jin bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin û daxilî pêvajoyê bibin. Hatîce Yîgît, wiha domand: “Heta ku em sax bin dê li pişt Abdullah Ocalan bin. Dewlet tu gavan naavêje lê em ji Abdullah Ocalan bawerin. Divê em Kurd yekitiya xwe ava bikin.”
Pakistan Armagan jî wiha got: “Em aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Her çar parçe jî azadiya Ocalan dixwazin. Hêvîdarim dewlet gavan biavêje. Em ji bo zarokên xwe hatin vir. Hin kesan zarok, xwişk-birayên wan mirine, hinek jî gundên wan hatine şewitandin. Gel êdî dixwaze vegere gundên xwe.”