Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin

img
STENBOL - Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku PDK li Kerkûkê di nava “şerê pevşêwirî" de cih digire û got: “Heke alozî bidomin wê hilbijartin pêk neyê û ev jî wê kêrî PDK’ê were. Çimkî kêm rayên PDK’ê hene.” 
 
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî ferman dabû ku avahiya li Kerkûkê ku ji sala 2017’an ve di destê artêşê û Haşdî Şabî de ye, li PDK’ê paşve bê vegerandin. Piştî fermana Sûdanî hêzên leşkerî avahiyê vala kiribûn û ji bo bidin Parastinê (Rêxistina îstîhbarata PDK’ê) amadekarî hatin kirin. Lê piştre xwepêşandanan dest pê kir û piştî êrişên artêşê ku qewimîn hat ragihandin ku biryar ji bo demekê hatiye sekinandin. Di êrişa li dijî xwepêşandanên 2’yê îlonê de 4 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. 
 
Balkêş e ku van xwepêşandanên rû dan piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk anî rû dan. Her çiqas aloziya li herêmê bi dawî bûbe jî lê tê diyarkirin tiştên ku qewimîn ji hilbijartina meclisa giştî ya bajêr kut ê payîn di 18’ê kanûna 2023’yan de pêk were qut nîn in. 
 
Di hilbijartina navborî de li Kerkûkê 16 kursî hene û heke 8 kursî ji aliyê kurdan ve bên bijartin dê hêza sereke bikeve destê kurdan. Bi vî awayî dê Walîtiya Kerkûkê jî bikeve destê kurdan. Rayên YNK’ê li Kerkûkê ji rayên hemû partiyan zêdetir e. Tê diyarkirin di rewşek wiha dewê PDK jî neçar bimîne ku destekê bide namzetê ji bo walîtiyê yê YNK’ê. Lê belê ev yek ne kêrî kare Tirkiyeyê ne jî kêrî karê PDK’ê tê. Li gorî hin rojnamevan û siyasetmedarên geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînin; ji ber rewşa navborî hem PDK hem jî Tirkiye xwestiye ku hilbijartin bê betalkirin û tê diyarkirin ji bo vê yekê zemîna vê provokasyonê hatiye amadekirin. Her wiha PDK’ê daxuyandibû ku di hilbijartina li Kerkûkê de bi partiyên kurd re wê di heman lîsteyê de cih negire. 
 
Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne nirxand. 
 
'ÇALAKVAN Û PDK WÊ BI HEVPARÎ BIKEVIN HILBIJARTINÊ’ 
 
Koyluoglû serdana Hakan Fîdan wek “provokasyonê” nirxand û got ku Tirkiye ji bo herêmê “plana dagirkirinê” çêdike û destnîşan kir ku armanca Fîdan ya ewil ew e ku PKK di lîsteya "rêxistina terorê" ya Iraqê de cih bigire. Koyluoglû da zanîn ku tu daxuyaniyek Iraqê di vê mijarê de nîne lê belê rayedarên PDK’ê piştgiriyê didin vê rewşê. Koyluoglû anî ziman ku "Tirkiye Kerkûkê weke cihekî tirkmenan pênase dike" û li piştperdeya bûyerên Kerkûkê hilbijartinên giştî yên mecliê hene. 
 
Koyloglû bal kişand ser wê yekê ku PDK dê bi lîsteyeke hevbeş ligel tirkmen û erebên sunnî yên bajêr bikeve hilbijartinan û got: "Erebên şîe dê namzedên hevbeş diyar bikin û bikevin nav hilbijartinan. Tevgera Goran, Tevgera Guhertin û Tevgera Zahmetkeşan jî biryar girtin ku wê bi tu komê re beşdarî hilbijartinan nebin. Piştî aloziya hilbijartinê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî Navenda Operasyonên Hevbeş a li Kerkûkê da PDK’ê. Hin komên nêzî Şiî û Heşdî Şabî li dijî vê biryarê bertek nîşan dan lê belê ev yek tenê dom kir. Paşê komek ji tirkmen û erebên sunnî gotin, ‘em naxwazin PDK were Kerkûkê’ û kon vedan. Ereb û tirkmenên ku çalakî li dar xistin, dê bi lîstey hevbeş bi PDK’ê re biçin hilbijartinê. Dema mervi têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re li ber çavan digire, li Kerkûkê ne pêkane ku tirkmen li dijî PDK’ê çalakiyan li dar bixin.” 
 
‘DIXWAZIN KU HILBIJARTINÊ ASTENG BIKIN’ 
 
Koyluoglû destnîşan kir ku PDK li Kerkûkê di nava “şerek pevşêwirî” de ye û komên piştgiriyê didn wê mîna ku li dijî wan be li qadê belav kir û PDK’ê bi alîgirên xwe xwepêşandana li dijî tifaqên xwe da nîşandan. Koyluoglû anî ziman ku gelek ciwanên kurd bi hestên xwe yên neteweyî beşdarî xwepêşandanan bûn û kesên çekdar ên di nava çalakvanên siyasî de bi zanebûn provokasyonan kirin. Koyluoglû bi bîr xist ku di provokasyonên qewimîn de 4 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan û got: “Ev provokasyona PDK’ê bi xwe ye. PDK’ê lîstokek mezin li dar xist û aloziyek çêkir.” 
 
Koyluoglû bal kişand ser sedema êrişên li dijî xwepêşanderan û got: "Armanca yekem a vê destwerdana tund ew e ku weke ku bi kurdan re nakokî heye. Ya duyemîn jî pêşîlêgirtina hilbijartinan e. Heke alozî li bajêr berdewam bike dê hilbijartin li bajêr çênebe, ev jî dê bi kêrî PDKê were. Çimkî li Kerkûkê pir hindik rayên PDK’ê hene. Ji ber ku tifaqa wê ya bi tirkmen û şiî’yan re jî deşîfre bûye û ji ber vê yekê şansê xwe yê bidestxistina dengên kurdan winda dike."
 
KURD PARÇE NE 
 
Koyluoglû destnîşan kir ku piştî "referandûma serxwebûnê" ya PDK'ê di demografiya Kerkûkê de guhertineke cidî pêk hat û destnîşan kir ku guhertina demografîk ji bo destkeftiyên kurdan metirsiyeke mezin e û wiha axivî: “Di rewşa heyî de kurd bûne sê parçe. Hinek ji wan serbixwe dimînin. Hinek ji wan bi kombûna li dora YNK'ê hewl didin yekitiya kurdan pêk bînin. PDK xwe weke rêxistineke cuda dibîne. Ez dikarim bêjim ku bi vî awayî serkeftina kurdan a li Kerkûkê pir hindik e.” Koyluoglû diyar kir ku kurd li Kerkûkê li ji bo daxwazên xwe yên neteweyî û li dijî desteserkirina mafên xwe beşdarî xwepêşandanan bûn û hêza PDK'ê nîne ku ji gelê kurd re li pir bibe pêşeng ku çalakiyan li dar bixin. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

10/09/2023
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin