Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!

  • rojane
  • 09:02 31 Tebax 2023
  • |

ŞIRNEX - Şaredariya Elkê ya ku 5 sal in ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, rêyên tax û navenda navçeyê çênake, lê belê ji baregehên leşkerî re jî rêyên asfaltkirî tên çêkirin. Şeniyên navçeyê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Rê ji çiyayan re birin, lê ji me re neanîn." 

Navçeya Elkê ya Şirnexê bi salane bi polîtîkayên taybet ê "ewlehiyê" tê birêvebirin. Navçeya ku her derê wê bi leşkeran ve dorpêçkirî ye heta niha her tim ji xizmetê bêpar hatiye hiştin. Navçeya Elkê ya ku çavkaniyên avê yên zêde lê hene, bi salan e bi pirsgirîka avê û rêyan re rû bi rû ye. Li navçeyê rê ji ber wesayîtên zirxî yên leşker û polîsan xerabe ne û nayên bikaranîn. Rêyên baregehên leşkeriyê tên çêkirin û asfaltkirin, lê belê daxwaza gel a çêkirina rêyên taxên wan û sûka wan ji aliyê şaredariya AKP'ê ve tên paşguhkirin. Rêyên taxa Karşiyaka, Tatar û sûka navçeyê nayên çêkirin. Şêniyên taxa Karşiyakayê bertek nîşanî şaredariya AKP'ê dan û bang şaredariya AKP'ê kirin ku xizmeta gel bike. 
 
'JI BAREGEHÊN LEŞKERIYÊ RE  DIBIN'
 
Nîhat Tîmûr (52) anî ziman ku ji ber wesayitên leşkeriyê li navçeyê kes nikare wesayitan bi kar bîne û got ku dewlet li navçeyê tenê ji baregehên leşkeriyê re rê dibe û wiha axivî: "Bi salan e li ser navê xizmetê tiştek nehatiye kirin. Ew kevirên parkê tenê ji bo alîgirên xwe datîne. Her sal didin ber îhaleyê û paşê dişkînin. Ji ber wesayîtên barkirî yên leşkeran rê tim xerabe ne. Li Elkê kes nikare wesayitê bi kar bîne. Ew wesayîta ku bi kar tînin jî tenê 2 salan bi kar tînin, ji ber rêyan xerab dibe. Her wiha li vir kêmasiya avê mezin e. Bi salan e pirsgirêka me ya avê heye. Pêdiviya navçeyê bi ava paqij heye. Ji sedî 90'ê avê niha ji bo baregehên leşkeriyê dike. Gel tî ye. Qenalên avdanê yên bi rêkûpêk tune ne, em nikarin ava paqij vexwin. Tenê şaredarî reklamê dike. Dema ku şaredarê nû hatî bi dehan soz dan. Lê yek soza xwe jî pêk neanî.Tenê ji bo alîgirên xwe xebitî.  Wesayîtê ambulans û îtfaiye nikarin bikevin taxê. Dêya min di nav nivînan de ye, nexweş e. Ez ji nêçariya xwe her zivistanê diçim Silopiyayê dimînim. Ji ber ku pirsgirêka çûnûhatinê heye em nikarin li vir bimînin. Çend caran em çûn qeymeqamtiyê, em çûn şaredariyê jî lê tiştek nehat kirin. Serokê şaredariyê diçe, li gundan wêneyan dikişîne, reklaman dike, diçe rêyan ji baregehên leşkeriyê re dibin. Lê ji bo navçeyê xwe jî tiştek nehatiye kirin. Heta ku rêyên govên alîgirên wan jî hatine asfaltkirin. Lê rêyên taxên me nayên çêkirin. Dema ku nexweş çêdibin em wan jî li ser pişta xwe dibin." 
 
'ŞAREDARIYA AKP'Ê DURÛTIYÊ DIKE'
 
Ji şêniyên taxê Nazîre Aykût (65) bi lêv kir ku şaredariya AKP'ê ji sozên dayî yek jê jî neanıye ci û wiha got: "Baweriya me bi partiyan hat. Me digot dê ji me re xızmetê bikin û em jî dê jiyaneke xweş derbas bikin. Lê belê heta niha jî me ti xızmet nedîtiye. Ji bo ku pirsgirêkên me çareser bibin em gelek caran çûn cem qeymeqam, şaredar. Lê belê çareser nekirin. Soz dabûn me ku ew ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Kevirê parkê ne zêre. Em 2-3 caran jî çûn şaredariyê lê çareser nekirin. Bi salane riya taxa me nayê çêkirin. Mirov dibêje qey em hatine cezakirin. Kesek qasî min AKP nediparast û baweriya xwe nedabû AKP'ê. Lê ez niha lê dinêrim dûritiyê dikin, nijadperestiyê dikin. Divê ku di xizmetê de dûritî nebe. Divê ku xizmet ji her kesî re bikin. Coyên me ev çend sal in bi vî awayî ne lê nayên çêkirin. Xaniyê me xerabe ye û talûkeya hilweşandinê heye. Lê em nikarin restore bikin. Erdhêjek çêbibe avahî dê hilweşe. Rê nîn e ku ez çêkim. Ez pereyê çi bidim çi nedim. Şewat derkeve agirkuj nikare bikeve taxê, nexweşek çêbibe ambulans nikare bê. Propaganda kirin û gotin em ê her tiştekî bikin. Rê ji çiyayan re çû. Lê ji me re çênekirin. Soylu digot ava Elkê me paqij kir. Av bêtirin qirêj kirin. Ma ev xizmet e? Xizmet a berjewendiya berîkan nîn e. Em xizmetê dixwazin."
 
'HEKE KU ŞEWAT DERKET EM Ê ÇI BIKIN?' 
 
Meryem Aykût (64) jî diyar kir ku ew bi salan e bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ne û got: "Ji roja ku ez hatime vê taxê heta niha rêya me wiha ye. Em dixwazin rêyên me bên çêkirin. Ji ber ku wesayît nikare bikeve taxê em her tiştekî pişta xwe vedikêşin. Em çopê bi destê xwe digirin û dibin diavêjin. Taxa me bê rê ye, em dixwazin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em ditirsin heke ku şewatek derket, nexweşek çêbû em ê çi bikin? Ne ambulans dikare bikeve taxê, ne agirkuj dikare bê. Bila xizmetê ji gel re bikin." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

04/09/2023
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê