Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike

  • rojane
  • 09:02 31 Tebax 2023
  • |
RIHA - Endamê Meclisa Giştî yê PYD'ê Ehmed Xoce anî ziman ku sedemeke êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ew e ku şoreşa Rojava rê li ber plansaziyên Tirkiyeyê yên Rojhilata Navîn digire û got ku şoreşa Rojava hemû destkêftiyên kurdan mîsoger dike. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran û SÎHA'yan berdewam dikin. Tirkiye û komên paramîlîter ên giredayî wê di van êrişan de gelek caran li dijî welatiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êriş pêk anîn û di encama êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku li gor mekezagonên navneteweyî êrişên li dijî welatiyên sivîl hatine qedexekirin û wekî sûcê şer hatiye pênasekirin jî dewlet û saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina sivîlan û êrişên Tirkiyeyê bêdeng in. Li dijî sûcên şer ên dewleta tirk her çi qas gelek caran serî li saziyên navneteweyî hatibin kirin jî tu encam bi dest neketine. 
 
Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce têkildarî êrişên Tirkiyeyê û bêdengiya dewletên navneteweyî ji ajansa me re axivî. 
 
Ehmed Xoce
 
'TIRKIYE LI SER QIRKIRINA KURDAN AVA BÛYE'
 
Xoce bi lêv kir ku Tirkiye ne tenê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî her çar aliyên Kurdistanê dike û wiha got: "Komara Tirkiye li ser qi rkirina gelê kurd hatiyê damezirandin. Nasname, ziman û hebûna gelê kurd her tim bûye hedefa dewleta tirk. Piştî 2011'an şerê navxweyî yê Sûriyê hêzên hegemonîk li ser Rojhilata Navîn plansaziyên xwe çêkirin. Di wê demê de jî me dît dewleta tirk polîtikaya xwe ya faşîst bi plansaziya Rojhilata Navîn re meşand. Dewleta tirk jî di guherandina Rojhilata Navîn de berjewendiyên xwe difikire û dixwaze Osmaniyan ji nû ve ava bike. Dixwazin armancên xwe yên Mîsak-ı Milli ava bikin. Lê ya ku pêş van armanc û xwestekên wan, têkoşîna tevgera azadî û Şoreşa Rojava ye." 
 
'BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ'
 
Xoce bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser hat damizarandin dewlet tirk tehemûla vê yekê nekir. Ji bo wê jî bi hezên paramîlîter ve êrişî Bakur û Rojhilatê kirin, Efrînê dagirkirin. Tevî ku êriş û dagirkirinên Tirkiyeyê li dijî mafên mirovan û pîvanên Neteweyên Yekbûyî ye jî li dijî vê yekê bêdeng in. Bi taybetî DYA û Rusya ji kiryarên Tirkiyeyê re çavên xwe digrin. Dewleta tirk jî hêza xwe ji NATO'yê digire. Gelê kurd îro li herême serkêşiya demokratîk dike, ji ber wê jî tirsa hezên hegemon ji kurdan heye. Li her derê êrişî kurdan dike lê hêzên navneteweyî jî çavên xwe ji vê yekê re digrin."
 
'EM JI HEZA XWE BAWERIN'
 
Xoce di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku li dijî şerê DAIŞ'ê dewletên navneteweyî jî piştgiriya hezên kurd kiribûn û guherîna helwesta dewletên navneteweyî wiha nirxand: "Bi şoreşa Rojavayê re heqîqeta civakê derket holê. Ji ber wê ev jî dibînin di Rojhilata Navîn de serkêftineke wisa bê çêkirin armanc û siyaseta hezên hegemon wê têk biçin. Ji ber vê yekê jî niha li dijî êrişan bêdeng in. Ev jî dixwazin li gor siyaset û daxwaza wan hezên kurd tevbigerin lê gelê kurd xwîna xwe, canê xwe dane vê şoreşê îro bi milyonan kurd di nav têkoşînê de ne, ji ber wê jî li gor daxwaza wan tevnagere. Ev jî ji ber vê sedemê bêdeng in. Gelê kurd ne gelê salên berê ye, îro xwedî şoreş e, ji aliyê zanist, nasname û destkêftiyan ve li pêş e. Em jî ne ji wan, lê ji hêza xwe bawerin."
 
'EV TÊKOŞÎN WÊ HER BERDEWAM BIKE'
 
Xoce destnîşan kir ku Şoreşa Rojava destkeftiyên kurdan ên heyî mîsoger dike û wiha pê dê çû: "Projeya Modernîteya Demokratîk a ku li Rojava hatiye damezirandin projeya herî rast, mirovî û demokratîk e. Qonaxa ku îro gelê kurd gihîştiyê bi saya berxwedana Tevgera Azadiyê. Tevî ku dewleta tirk bi her cureyên teknîkî êrişî Tevgera Azadî dike, çekên kîmyewî bi kar tîne jî nikare bi ser bikeve, berxwedaneke mezin heye. Dewleta tirk ku bi piştgiriya NATO tevî çekên giran jî nikare li hemberî Tevgera Azadî serbikeve nîşan dide ku ev têkoşîna Tevgera Azadî wê her berdewam bike. Rêveberiya Xweser ku li ser vê bingehê hatiye avakirin li hemû qadan de xwedî hezeke. Ji aliyê civakî û lêşkerî ve dikare xwe ji hemû êrişan biparêze."
 
'DIVÊ KURD HEV BIGRIN'
 
Xoce di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina destkeftiyên kurdan ev bang li gelê kurd kir: "Li her çar aliyên Kurdistanê divê gelê kurd hev bigire û têbikoşê. Çawa ku di sed sala derbasbûyî de hemû mafê gelê kurd hatin binpêkirin ji bo di vê sedsala nû de ev yek pêk nayê, divê têbikoşê. Têkoşîna gelê kurd ji bo azadiya xwe ye, tevî cudahiyan jî ji bo her çar aliyan a esas azadiyê. Divê gelê kurd jî bi vî rengî tevbigerin. Di hûndir de divê siyaseteke yekitî û hevgirtî bê meşandin û ji derva jî bi dîplomasiyeke herî pêş bikarin xwe bidin qebûl kirin û têbikoşin."
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 

Sernavên din

04/09/2023
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê