Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye

  • rojane
  • 09:06 16 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan Fehîm Taştekîn, diyar kir ku Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad bi gotina hevdîtina bi şert a bi Tirkiyeyê re peyamekê hem dide Erdogan hem jî dide Pûtîn û anî ziman ku hevdîtina gengaz dê “senaryo” be. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Serokkomarê AKP’î Erdogan di demên dawî de ji bo bi Serokê Dewletê yê Sûriyeyê Beşar Esad re têkiliyan normal bike li firsendekê digere. Li dijî daxwaza Erdogan ê ku bi dayîna her cure piştgiriya rêxistinên selefî yên cîhadîst ku di kûrbûna şerê navxweyî yê Sûriyeyê de rol lîstin, di şer de roleke mezin lîst, Esad şertê “vekişîna leşkerên tirk a ji Sûriyeyê” derxist pêş. Wezîrên Parastinê û Karên Derve yên her du welatan herî dawî di meha gulanê de li hev kirin ku ji bo başkirina têkiliyan “nexşerêyekê” bi afiranînin.Lê belê bernameyeke teqez nehate diyarkirin. Herî dawî hefteya borî Esad got ku ew ê di nav şertên Erdogan dixwaze de hevdîtinê pêk neîne. Esad ê ji qenala Sky News Arabiya re axivî, wiha got: “Nabe ku hevdîtin di nava şert û mercên Erdogan de be.”
 
Nivîskarê Rojhilata Navîn rojnamevan Fejîm Taştekîn, qonaxa heyî ya têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de, axaftinên serokên dewletan û ev geşedan dê bandoreke çawa li kurdên ku li herêmê hêzeke bi bandor in bike nirxandin. 
 
ÇIMA ALÎ NIKARIN BIGIHIN ENCAMEKÊ?
 
Taştekîn, diyar kir ku li Moskowayê di bin navbeynkariya Rûsyayê de ji bo di têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de asayîbûn pêk were rêze hevdîtin hatine kirin. Taştekîn anî ziman ku sedema ku ev hevdîtin negihîştine encamekê ew e ku Tirkiye leşkerên xwe û komên destekê didin wan ên li herêmê venekişandiye û bi lêv kir ku Erdogan naxwaze qala rewşa destpêkê ya bingehîn bike. Taştekîn ê rewşa destpêkê ya bingehîn zelal kir wiha got: “Tirkiye dibêje ‘axaftina li ser leşkerên min xeta min a sor e’ Esad dibêje, ‘tu dagirker î, heta ku ez vekişînê garantî nekim ez nakevim tu hevdîtinan’. 
 
‘HEVDÎTINEKE GENGAZ SENARYO YE’ 
 
Taştekîn, bal kişand ser ku Erdogan dixwaze dagirkeriya li Sûriyeyê rewa bike û destnîşan kir ku Esad fikrên xwe yên der barê Tirkiyeyê de bi gotina “Çavkaniya terorê ya li Sûriyeyê Tirkiye ye” datîne holê. 
Taştekîn, bi lêv kir ku Erdogan xwe dispêre zextê ku Pûtîn kirine û wê bike û bal kişand ku Esad bi axaftina xwe ya dawî re hem peyamek da Erdogan hem jî da Pûtîn. Taştekîn, diyar kir ku pêşengtiya Rûsyayê ew e ku bêyî şert û mercên pêşwext hevdîtin bi Tirkiyeyê re bê kirin û wiha berdewam kir: “Esad jî Tirkiyeyê nas dike û stratejiya ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin di dawiya dawî de garantiya bernameyekê nade. Sûriye dixwaze formuleke bernameya ku vekişîna Tirkiyeyê gav bi gav di van qonaxan de li pêş çavan be. Gelo dê ev bername were pêşxistin an na, girêdayî hevdîtina Erdogan û Pûtîn e. Muzakereyeke di çarçoveya vê demê de wê pêkan bûya, lê bi dîtina min ev senaryoyeke gengaz e.”
 
DI KONJONKTURA ROJHILATA NAVÎN DE POZÎSYONA KURDAN’ 
 
Taştekîn, got ku her ku konjonktura Rojhilata Navîn biguhere, pozîsyona kurdan jî diguhere û anî zima ku her ku Rûsya û dewleta tirk nêzî hev bibin, kurd tên paşguhkirin. Taştekîn bi bîr xist ku Rûsyayê beriya niha formuleke nerm ku di nav de naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di warê avadaniya çandî û xweseriyê de anî ser maseyê û wiha pê de çû: “Rûsyayê niha ev yek bi temamî ji bîr kiriye û li noxteyeke ku ji Rêveberiya Xweser re dibêje, ‘bi Şamê re rûne, li hev bike, bi artêşa Sûriyeyê re di nava şert û mercên Şamê de bi hev re tevbigere’. Rûsan ji cihê ku Tirkiyeyê gotiye dest bi gotinên li ser kurdan kirine.”
 
Taştekîn diyar kir ku piştî civîna NATO'yê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê nerm bûne û Amerîka û Sûriye gav bi gav ji helwestên ku dê Tirkiyeyê aciz bikin ditirsin û bi lêv kir ku her çiqas Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan êrişên xwe zêde kiribin jî Amerîka tiştek nekiriye. Taştekîn, da zanîn ku hevkariya leşkerî ya Amerîkayê ya di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bi kurdan re dewam dike û destnîşan kir ku ew naxwaze vê yekê bikişîne bingeheke siyasî. 
 
‘LI DIJÎ KURDAN WÊ GUHERTINÊN CIDÎ ÇÊBIBIN’ 
 
Taştekîn diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi cihkirina milyonek penaberên li Efrînê re hewl dide mudaxileya avaniya demografîk a li herêmê bike û wiha lê zêde kir: “Ev yek wê li dijî kurdan guhertineke cidî çêbike. Nêzîkatiya emerîkiyan tê wê wateyê ku têra xwe prîm dane Tirkiyeyê. Lê ya girîngtir, emerîkî hemû noqteyên hevpar ên li rojhilatê Firatê diguherînin. Ji ber ku xwe amade dike ji bo pêşî li derbasbûna milîsên Îranê û herikîna çekan bigire, li herêmê operasyonê bike. Amerîkayê dixwest bi kurdan re operasyonê pêk bîne. Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ev qebûl nekirin. Ji ber ku naxwazin bi Sûriye û Îranê re şer bikin.”
 
‘SIYASETA ÇOKDANÎNÊ DI DEWRÊ DE YE’ 
 
Taştekîn destnîşan kir ku armanca yekem a dewleta tirk qutkirina piştgiriya Amerîkayê ya ji bo kurdan e û armanca wê ya duyemîn jî plana ku Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) bibe cihgira Amerîkayê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di operasyonên li dijî Minbic û Reqayê de Tirkiyeyê xwest Amerîka bi OSO’yê re tevbigere, ne bi kurdan re. Armanc ew bû ku Rêveberiya Xweser sînordar bike û têkiliya Amerîkayê ya bi kurdan re bi dawî bike. Tirkiye dixwaze li ser siyaseta çokdanînê bi pêş ve biçe”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

21/08/2023
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin