Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin

  • rojane
  • 09:03 16 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ku yek ji kevirên bingehîn ên kevneşopiya Çapemeniya Azad e û herî dawî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat girtin Zana Kaya anî ziman ku ew ê kevneşopiya ku weke “têkoşîneke heqîqetê” bi nav dikin, bidomînin.
 
Rojnameya Ozgur Gundemê ku di salên 1990'î yên yek ji serdemên herî tarî yên dîroka Tirkiyeyê ye de dest bi weşana xwe kir, tevî hemû zext û zordariyan 26 sal in bi ragihandina rastiyan a ji raya giştî re bû yek ji kevirên bingehîn ên kevneşopiya Çapemeniya Azad. Rojnameya Ozgur Gundemê ku ji polîtîkaya xwe ya weşanê tawîz neda, weke salên 90’î careke din bû hedefa desthilata AKP’ê. Rojnameya Ozgur Gundemê ku di 30’ê gulana 1992’yan de dest bi weşana xwe kir, di demeke ku kevneşopiya Çapemeniya Azad derket ser dika dîrokê de, li hawirdoreke ku her kes lê bêdeng bû, komkujî û kuştinên kiryarên nediyar ên JÎTEM, kontrgerîla û Hîzbul-Kontra yên aktorên şerê taybet, ji cîhanê re ragihand. 
 
Di roja 7’an a weşana Rojnameya Ozgur Gundemê de ku para xwe ji van zext û êrîşên li ser rêwîtiya heqîqetê girt, nûçegihanê Amedê Hafiz Akdemîr hate qetilkirin. Di êrişên berdewam kirin de du nava du salan de 76 xebatkar û nûçegihanên Rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyên JÎTEM û hêzên tarî ve hatin qetilkirin. Derbarê Rojnameya Ozgur Gundemê ku rastî terora dewletê hat, 3 caran 30 roj, 15 caran 15 roj, du caran jî 10 roj bi komî di 20 dozan de biryara girtinê hate dayîn. Derbarê nûçegihan û edîtorên wê de bi komî 147 sal cezayê hefsê û 21 milyon lîre cezayê pere hate birîn. 
 
Kevneşopiya Çapemeniya Azad di sala 2000’an de bi navên Ozgur Ulke, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, 2000’de Yenî Gundem, Guncel, Yaşamda Gundem, Haftaya Bakiş, Otekî Bakiş, Yenî Bakiş, Alternatîf, Gelecek, Gerçek, Gunlukê weşana xwe domand. Lê ev rojnamevan jî weke Ozgur Gundemê ji laiyê desthilatan ve hedef hatin girtin û bi astengiya girtinê re rûbirû man. Rojnameya Ozgur Gundemê dîsa bi navê xwe di 4’ê nîsana 2011’an de bi xwînêrên xwe re hate gelhev. Piştî salekê di adara 2012’an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” ji rojnameyê re mehekê cezayê “rawestandina weşanê” hate dayîn. Tevî ku ev biryar piştre weke binpêkirina azadiya çapemeniyê hat rakirin jî, zextên li ser Çapemeniya Azad dewam kirin.
 
Rojnameya Ozgur Gundemê ku piştî di sala 1992'an de dest bi weşanê kir her tim bi biryarên girtinê re rû bi rû ma, vê carê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ya vegeriya konsepta şer ve hat girtin. Ozgur Gundemê ku di dema weşana xwe de bi bombeyan, bi qetilkirina nûçegihanên wê ya bi cînayetên kiryarên nediyar hate xwestin were bêdengkirin, piştî civîna Lijneya Ewlehiya Milî (MGK) ya di 30’ê cotmeha 2014’an de ku “Plana Çokdanînê” xistin meriyetê hedef hate girtin. Di şeva 24’ê tîrmeha 2015’an ku desthilatê konsepta şer xiste meriyetê, berdevkê hikumetê yê demê Bulent Arinç bi gotinên “Rojnameyeke weke Ozgur Gundem heye. Weke makîneya sûc e. Derbarê van rojnameyan de di destê me de dosya hene” Rojnameya Ozgur Gundemê hedef nîşan da. 
 
Piştî desthilatê hedef nîşan da hema hema derbarê her hejmara Rojnameya Ozgur Gundemê de lêpirsîn hate destpêkirin, derbarê gelek hejmarên wê de biryara komkirinê hate dayîn. Piştî hedef hate nîşandan, di nava salekê de, 30 ji lêpirsînên li dijî rojnameyê ji ber îdîayên weke “propaganda rêxistinê”, “heqareta li polîsên tirk”, “heqareta li serokkomar” û “heqareta li tirkbûn, komar an jî Meclîsa Tirk” veguherîn dozê. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn ku piştgirî dan kampanyaya “Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar” a li dijî tepisandina hikûmetê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
 
Hefteyek piştî bidawîbûna kampanyayê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi lêpirsîna bi hejmara 16/95651’ê ya bi dîroka 16’ê tebaxa 2016’an biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê da. Piştî biryara girtinê, polîsan bi tîmên taybet û bi çekên giran avêtin ser avahiya rojnameyê ya li Stenbolê û 24 rojnamevanên ku Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, edîtor û xebatkarên rojnameyê û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û nûçegihanên İmc TV’yê jî di nav de hebûn binçav kirin. Bi serdegirtina avahiya rojnameyê re hemwext bi ser malên Gerînendeya Weşana Giştî ya berê Eren Keskîn, yek ji nivîskarên rojnameyê Fîlîz Koçalî û rojnamevan Ragip Zarakolû de jî girtin. 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya di 22'yê tebaxa 2016'an de ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Nivîskar Asli Erdogan a di nav qadroya rêveberî û nivîskaran de di 19’ê tebaxê nivîskar Necmiye Alpay jî di 31’ê tebaxê hate girtin. 
 
Rojnameya Ozgur Gundemê ku avahiya wê bi biryara demkî hate mohrkirin, bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya di 29’ê cotmeha 2016’an de di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de hate weşandin bi weşanên ku DÎHA, JINHA û Rojnameya Azadiya Welat di nav de hate girtin. 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya û rojnamevan-nivîskar Ender Ondeş ku edîtorê aboriyê ye, êrîşên li dijî Çapemeniya Azad ên ji duh heta îro nirxandin û berxwedana li dijî vê yekê vegotin.
 
HEKE ÇAPEMENIYA AZAD NEBÛYA…
 
Ender Ondeş ê ku di salên 1990’î de kevneşopiya Çapemeniya Azad nas kir, anî ziman ku êrişên li ser çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd ku ragihandina rastiyan a ji raya giştî re ji xwe re kirin peywîr qet nesikînin. Ondeş, bal kişand ku çapemeniya azad tevî hemû êrîşan gavek jî paşve neavêtiye û wiha got: “Çawa ku min ev hemû jiyan, min gelek caran fêm kir ku çapemeniya azad çiqasî girîng e û di dema van bûyeran de çapemeniya azad nebûya, wê rastî çawa di nava tarîtiyê de bimana.”
 
ZINCÎREKE KU NAYÊ ŞIKANDIN
 
Ondeş, diyar kir ku Ozgur Gundema yek ji nûnera herî girîng a kevneşopiya Çapemeniya Azad e ji ber hemû karên qirêj ên dewletê aşkere kiriye hedef hatiye girtin û destnîşan kir ku sedemê girtina rojnameyê jî ev e. Ondeş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi xwezayî dewlet ji rojnamevanên ku rastiyan dibêjin hez nake; li tevahiya cîhanê rewş bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê gelek hevalên me yên rojnamevan kuştin û gelek ji wan avêtin girtîgehan. Bi dehan hevalên me hene ku hê jî girtî ne. Lê belê rewş neguherî û wê neguhere. Rastî nanê gel e û Çapemeniya Azad wê her roj wî nanî hilberîne. Ya rast, ez difikirim ku dewlet di vî warî de bêçare ye. Em îro bi mirovên ku dema Apê Mûsa hate kuştin, hêj ji dayik nebûbûn re dixebitin. Ev zincîreke ku nayê şikandine. Kevneşopiyeke bi bi vî rengî li cîhanê kêm e. Ji ber vê yekê ez dibêjim, di dawiya dawiyê de em ê serbikevin, rastî dê serbikeve.”
 
DÎROKA GELÊ KURD
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya diyar kir ku bi kevneşopiya Çapemeniya Azad re bi xebitandina rojnameya Ozgur Gundemê ya di sala 2001’an de dest pê kiriye. Kaya, diyar kir ku destpêkê di beşa arşîvê ya Rojnameya Ozgur Gundemê de xebitiye û piştre bûye Gerînendeyê Weşanê û da zanîn ku di vê demê de ew bûye şahidê hemû êrîşan û 27 kedkarên Ozgur Gundemê hatine qetilkirin. Kaya ku Çapemeniya Azad weke dîroka gelê kurd penase kir wiha got: “Çapemeniya Azad, qadeke ku bandor li têkoşîna gelê kurd kiriye û vê têkoşînê didomîne ye. Ji ber vê yekê nêrîna pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê nêrîna li çapemeniya azad jî radixe pêş çavan. Êrîşa li dijî gelê kurd bi êrîşên li ser Çapemeniya Azad re di nav hev de ye. Ji aliyekî ve dema sûcên dewletê yên li hemberî kurdan, şewitandina gundan, înfazan, valakirina gundan û avêtina mirovan a li nava bîrên asîdê teşhîr kirin, em bi xwe bûn mûxatabê van pêkanînan. Gelek caran em bûn mijara nûçeyên ku em çêdikin. Hevalên me yên rojnamevan ku komkujiyek ronî kirin, hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê, me bûyer û nûçeyên ku tu kes rastiyê nanivîse û bûyerên girîng dernaxe holê, newêre bike û eger bike jî berdêlên giran dide derxistin holê.”
 
ÇIMA HEDEF HATIN GIRTIN?
 
Kaya, bi lêv kir ku gavên hikûmetê yên girtina rojnameya Ozgur Gundemê bi vegera li konsepta şer a 24’ê tîrmeha 2015’an re hatine avêtin û wiha berdewam kir: “Bajarên li Kurdistanê hatin şewitandin û xerakirin. Li dû vê yekê hewldaneke darbeyê hat kirin û piştî vê yekê li dijî saziyên kurdan hin rêze operasyonên berfireh dest pê kirin. Gava vê ya ewil girtina Ozgur Gundemê bû. Dest bi êrîşên berfireh ên li dijî saziyên kurd û saziyên sivîl kirin. Çapemeniya Azad bû parçeyek ji van êrîşan. Di sala 2014’an de ‘Plana Çokdanînê’ derketibû holê . Ji wê demê û vir ve em dibînin bê çi qewimiye û encamên wê, em bi xwe dijîn. Em bi xwe dibin kirde û mijara wê.”
 
TÊKOŞÎNEKE HEQÎQETÊ 
 
Kaya, destnîşan kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad paş ve gavê naavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ketin hundir, hevalên me cihên me girtin. Gelo çima Çapemeniya Azad? Ji ber ku yekane çapemeniya ku heqîqetê bigihîne gel em bûn. Ev guhertina alayê ye. Şûna her hevalekî me yê ketî kesekî din cih digire. Ev têkoşîneke heqîqetê ye. Em ê derxistina holê ya bêhiqûqiyên desthilatê bidomînin.”
 
MA / Ferdî Bayram
 

Sernavên din

21/08/2023
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin