Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn

  • jin
  • 18:44 12 Tebax 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama danezana konferansa jinan a di pêşengtiya TAJÊ de li Silêmaniyê hate lidarxistin de banga nasîna vîna Şengalê hate kirin. 
 
Li Silêmaniyê Konferansa di bin pêşengtiya TAJÊ ya bi dirûşmeya “Têkoşîna Hevbeş a Jinên ji Pêkhate û Baweriyan Pêngavekê ber bi Pergalek Demokratîk û Misogeriya Bidawî Anîna Komkujiyê ye” bi dawî bû. Encamnameya konferansê hate parve kirin.
 
Di konferansê de jinên êzidî, kakeyî, zerdeştî, feylî û mesihî amade bûn. Di konferansê de ji bilî peyamên sazî û rêxistinên jinan, du panel hatin pêşkêşkirin. Di panelan de komkujî û siyaseta li dijî pêkhate û baweriyên cuda tê meşandin hat niqaşkirin. Her wiha behsa rola jinan a di parastina çand, ziman û baweriyan de hat kirin. Di konferansê de teqezî li ser têkoşîna hevpar a jinan hat kirin.
 
Konferans bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ qediya.
 
ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ HATE RAGIHANDIN
 
Encamnameya konferansa pêkhate û baweriyên cuda yên jinan hat ragihandin. Di encamnameyê de wiha hate gotin: ‘’Em jin ji dil bawer in ku eger em xwe li ser esasê vîna azad bi rêxistin bikin, ji bo welat û civaka me wê azadî, aştî û demokrasî bi pêş ve biçin, ji wê boneyê tevkariya me ya bi hev re gelek giring e.’’
 
Encamnameya konferansê wiha ye:
 
“Naskirina fermanê ne bes e, bi berpirsyariya xwe rabibin.
 
12 Tebaxa 2023‘yan TAJÊ li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê bi dirûşmeya “Têkoşîna Hevbeş a Jinên ji Pêkhate û Baweriyan, Pêngaveke ber bi Avakirina Pergalekî Demokratîk û Mîsogeriya Bidawî Anîna Komkûjiyan e“ konferansek lidarxist.
 
Bi destên dîjminên jin, jîn û mirovahiyê DAIŞ‘ê li dijî gelê Şengalê 3‘yê Tebaxa 2014‘an qirkirin û jînkujiya ku pêk hatiye, em di salvegera 9’emîn de qetlîamê bi tundî şermezar dikin, tevahî mexdûr û windahiyan bi rêzdarî bi bîr tînin.
 
Gelek saziyên navdewletî û parlamentoyên welatan ev êrîşa hovane weke qirkirin qebûl kir, em vê biryara wan wek gavekî erênî û giring dibînin û bang li wan hêz û welatan dikin da ku li gor vê biryarê tev bigerin. Bi taybetî em dixwazin ku hemû dewlet û saziyên ku qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran zend û bendên xwe ba bidin.
 
DIVÊ PARLAMENTOYA IRAQÊ TIŞTÊN HATINE JIYÎN WEKE JENOSÎD BI NAV BIKE
 
Heya vê gavê jî parlamentoya Iraqê komkujiya 3‘yê tebaxa 2014‘an wek jenosîd û qirkirina jinan nas nekiriye. Em jin dibêjin ku divê parlamentoya Iraqê demîldest tiştên hatine jiyîn wek jenosîd bi nav bike û nas bike. Iraq welatekê bi pir bawerî, çand û nasnameyên etnîkî ye. Bi saya van dewlemendiyên xwe xwediyê çandeke qedîm e jî. Lê mixabin ev cihêtiyên ku bingeha jiyana demokratîk in, ji hêla polîtîkayên desthilatdarî û mêtînger ve tê tehrîkkirin û civakan bi hev û din re didin şerkirin. Bi taybetî jî li ser nasnameya neteweyên kêm bêyî sekin êrîşan dikin. Kakeyî, feylî, zerdeştî, mesihî, şîa û kurd, asûr- suryan, ereb bi armanca qirkirinê tim êrîş li wan hatine kirin.
 
Îro jî ji ber jehra siyaseta desthilatdarî, olperestî û netewperestiyê xweşîkbûn û dewlemendiya çandî ya xaka Iraqê tê tunekirin. Ji bo hemû reng, deng, çand, ol û bawerî di nava azadî û aramiyê de bijîn, em jin pêşengtiyê ji bo têkoşîna demokratîkbûnê ji bo xwe wek erka herî sereke dibînin.
 
JENOSÎDA YEKEMÎN LI BER ÇAVÊN CÎHANÊ PÊK HAT
 
Jenosîda yekemîn a sedsala 21’ê beriya 9 salan, roja 3’yê tebaxa sala 2014’an li ber çavên cîhanê li Şengalê pêk hat.
 
Em cardin van êrîşên ku çavkaniya xwe ji netewperestî, olperestî û zayendperestî digirin bi tundî şermezar dikin û dibêjîn heya aqûbeta jinên di destê DAIŞ‘ê de çareser nebe, heya êşên jin, zarok û mirovên Şengalê neyên dermankirin wê ev rewş mîna lekeyeke reş di wijdana mirovahiyê de her hebe.
 
Em jinên xwedî bawerî û nasnameyên cuda yên çandî biryardariya xwe dibêjin ku divê Iraq ji bo hemû nasnameyan bibe welatekê azadtir û ewlehîtir û ji bo bipêşxistina vê em biryardariya xwe ya têkoşîna hevbeş dubare dikin. Em ê li dijî hemû êrîşan, bi taybetî jî dijî êrîşên ji aliyê pergala serdest a mêr ve rû didin, ya ku jiyanê ji bo jinan dike jehr li ser hîmê felsefeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ têkoşînê geş bikin.
 
JI BO LI WELATÊ ME AŞTÎ Û AZADÎ PÊŞ BIKEVE HEVKARÎ GIRÎNG E
 
Em jin ji dil bawer in ku eger em xwe li ser esasê vîna azad bi rêxistin bikin, ji bo welatên me, civakên me dê azadî, aştî û demokrasî bi pêş ve biçin, ji wê boneyê hevkariya me ya bi hev re gelek girîng e.   
 
Em mafê xwe parastin û xwebirêveberinê yê xelkê Şengalê ku qirkirin dîtiye û hîn jî hebûna wan di bin xeteriyê de ye rewa dibînin û bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku pîştgiriyê bidin vê daxwazê. Wekî ku di Peymana 9’ê cotmeha 2020’an de tê dîtin, ku ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê û PDK’ê ve hatiye îmzekirin, em tu biryarên ku bêyî tevlêbûna Êzidî û saziyên li Şengalê hatine dayîn rewa nabînin û dixwazin ku demildest dev ji van biryaran were berdan. Heger li Şengalê çareseriyek pêk were, ev yek tenê bi naskirina îradeya gelê Şengal’ê wê pêkan bibe.
 
BANGA LI SAZÎ Û DEZGEHÊN NAVNETEWÎ
 
Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî yên ji bo girtina ber li vê sûc û wêrankêriya li dijî mirovahiyê ya li Şengalê pêkhatî jî dikin ku bila xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin. Em bi taybetî jî li bendê ne ku Iraq bi awayekê fermî komkujiya li Şengalê qewimiye wek jenosî nas bike û pêşî li êrîşên dewleta Tirk yên pêk tên bigire. Ji bo windahiyên nû çênebin em bi lez û bez bang li hêzên têkildar dikin ku qada hewayî ya Iraqê ji dewleta tirk re bigirin.
 
Jenosîda herî dirêj ya di erdnîgariya herî berfireh de pêkhatî heya îro jî di nava hiqûqa navdewletî da mîna sucê şer nehatine qebûlkirin. Em vê rewşê xerîb dibînin û dixwazin ku êrîşa li ser jinan a li Şengalê wek jenosîd ji aliyê hemû saziyên peywendîdar yên navneteweyî ve û bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî sucê şer û sucê li dijî mirovahiyê bê pênase kirin û qebûl kirin.
 
BERXWEDANA JINÊN AFGAN SILAV DIKIN
 
Em pêkhateya konferansê berxwedana xwişkên xwe yên Afgan li dîjî rejîma Talîban silav dikin. Em têkoşîn û berxwedana ku li dijî vê rejîma dijmirovî û neyarê azadiya Jinan ya Jinên Afganîstanê pir hêja dibînin û hevgirtina xwe bi wan re îlan dikin. Weke beşdarên tevlî vê konferansê bûne em diyar dikin ku li hemberî vê hovîtiya ku li ser jinên Êzidî hatiye meşandin, bersiva herî baş wê bibe hevgirtin û birêxistinkirina jinan di asta gerdûnî de. Em bang li hemû jinên cîhanê jî dikin ku werin em bi hev re hesabê qirkirina jinên Şengalê bipirsin.
 
 

Sernavên din

17/08/2023
19:19 Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir
18:30 Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
16:09 Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir
16:01 Li Amedê kesek hate girtin
15:52 Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin
14:02 Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket