Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin

  • rojane
  • 12:25 11 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Hunermend Diyar destnîşan kir ku dewlet hewl dide bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re îradeya milyonan kurdan bişikîne û wiha got: "Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîda faşîzan bînin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û ev 29 meh in tu agahî jê nayên girtin. Abdullah Ocalan, di 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û tevî girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nikare bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo astengkirina daxwazên hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî hinceta cezayên “disiplînê” tê nîşadan. Hunermend ê kurd Diyar têkildarî rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê axivî û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
Diyar
 
XETA SOR A GELÊ KURD
 
Diyar, destnîşan kir ku AKP dixwaze tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran bike, wî ji gel qut bike û da zanîn ku bi vî awayî gel hînî jiyaneke “bêrûmet” bike. Diyar, axaftina xwe wiha domand: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û paradîgmaya wî ji bo hemû kurdên têdikoşin hem rûmet e hem jî xeta sor e. Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo ku vê rûmetê bişikîne, tecrîdê kûr dike û dixwaze kurd bêyî rêberê xwe bijîn. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin, ji bo Kurdistanê tê wateya şer, ji bo çiyayên kurdan tê wateya bombebaranê. Wan bombeyan jî ji qirika xelkê dibirin û çêdikin. Ev 50 sal in ev dewran wiha ye."
 
‘PARADÎGMA GIHIŞT HEMÛ CIVAKAN’
 
Bi domdarî Diyar got ku Abdullah Ocalan li dijî pergala kapîtalîst Modernîteya Demokratîk pêş xistiye û bilêv kir ku îro hemû gelên cîhanê xwedî li vê paradîgmayê derdikevin. Di dewama axaftina xwe de Diyar anî ziman ku paradîgma ji bo pirsgirêkên gelan bûye weke “reçete” û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gêlên di nava çerxên kapîtalîzmê de tên eciqandin, her ku diçe bêhtir çareseriyê di paradîgmaya Serok Apo de dibînin, hîs dikin û xwedî lê derdikevin. Serok Apo ji ber vê yekê di destê dewletê de hatiye dîlgirtin. Fikr û paradîgamaya Serok Apo gihişt hemû civakan. Êdî tişteke ku ew bikin nemaye. Ew tenê bi meşandina tecrîdeke qirêj, bi kirina îşkenceyên li dijî mirovahiyê, tola xwe dihilînin.”
 
BÊDENGIYA HUNERMENDAN REXNE KIR
 
Di berdewamê de Diyar ji bo têkoşîna kurdan pênaseya “Şoreşek û tevgereke gel” kir û got ku hûnermendên wekî wî jî, parçeyeke pirsgirêka kurd in. Diyar, bêdengiya hunermendan a li hemberî şer û tecrîdê rexne kir û wiha derbirî: "Dê her roj bombeyan li ser gelê te bibarînin, dê her kesê dengê xwe dike biavêjin zindanan, dê gelê te ji qirkirinan re derbas bikin û tu dê rabî û bibêjî; 'Êz hunermend im, tu eleqeya min bi siyasetê re nîn e.’ Tiştek wisa tune ye.”
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Herî dawî jî Diyar ev bang kir: "Hunera kurd bi saya kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane pêş ketiye. Divê di serî de hemû hunermend, tevahiya gelan li dijî tecrîdê têbikoşin. Me gelek tişt bi dest xistin û em dikarin hîn bêhtir bi dest bixin. Derfet, feraset û berxwedana vê jî heye. Ez behsa hêviyeke beredayî nakim. Divê her kurdek vê yekê bibîne û bihêvî be. Em bên cem hev, hêza xwe bikin yek, hinek biwijdan, mirovahî û kurdewarî tevbigerin, em ê karibin ji faşîzma sed sale xwînê me dirijîne xelas bibin. Em dikarin destkeftiyên xwe, bi serkerftinê tacîdar bikin. Ez wek diyalektîkê difikirim ku em di erefeya şoreşê de ne. Ez xerabiyan jî şer jî dibînim lê heman demê de ez dibînim ku ev pergal çawa ketiye sekeratê û çawa hatiye ber asta hilweşînê jî. Em dikarin bi hevgirtinê xwe ji vê tecrîda faşîzan xelas bikin."
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

14/08/2023
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne
13:32 Karayilan bang li Barzanî kir: Êdî dev ji siyaseta piştgiriya bi dewleta tirk re berdin
12:51 Ji bo Geverê sewqiyata leşkerî hate kirin
11:31 Li Hawaiiyê şewat: Herî kêm 89 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:18 Li dijî êrişên dewleta tirk banga protestoyan
11:04 Hejmara 24’an a Kovara Jinê derket
10:26 Piştî raye ketî destê SES'ê nexweşxaneyê dest bi mobbîngê kir
09:52 Qeyûmê Geverê rêveberên AKP’î û xizmên wan bi ‘mulaqatê’ digire kar!
09:01 Konca: Berxwedana Rojava û Şengalê ji bo jinên efxan palpişt e
09:01 Komkujiya Dîgorê: Darizandina li ser kaxizê, yek faîl jî nehate cezakirin
09:01 Dixwazin Kûçeya Hunerê vegerînin ser cewhera xwe ya berê
09:00 AKP’ê di nava 20 salan de tenê qereqol, kule û avahiyên ewlehiyê li Şirnexê çêkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2023'YAN
12/08/2023
23:22 Mudaxileya şewata li Colemêrgê nayê kirin!
21:47 Ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:25 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
19:15 39 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:00 Ji bo şewata li Licê banga mudaxileya lezgîn hate kirin
18:44 Encamnameya konferansa jinan a Silêmaniyê: Bila vîna Şengalê bê nasîn
18:13 20 ciwanên li dijî şerê taybet duçerxe ajotin hatin binçavkirin
18:02 Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
17:53 Li Tetwanê îşkence li kesên di binçavan de kirine
17:31 Kizildere: Krîza avhewayê bandoreke neyînî li Kurdistan û Tirkiyeyê dike
17:12 Li Meletiyê li ser hev erdhej çêbûn
16:54 Li Roboskê 10 donimên daristanê şewitîn
16:52 Darên li Besta û Cûdî tên birin bi kamyonan dişînin derveyî bajar
16:36 Kartal piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bi serbilindî bidomînin
16:34 Şewata li Licê derketî nêzî gundan dibe
16:32 Kesên li Edeneyê hatin binçavkirin 3 saetan di otobûsa bêklîma de hatin sekinandin
16:12 Şînên li Şirnexê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:54 Li gel teşhîsa malbatê jî Acar li goristana bêkesan hate veşartin
15:47 Rapora nexweşxaneyê: Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne
15:15 Şaxa ÎHD’a Amedê kongre li dar xist: Çareserî ne bi çekê lê bi lihevkirinê dibe
14:40 Li Tetwanê 8 gundî hêj di bin çavan de ne
14:21 Astengkirina Dayikên Şemiyê hat protestokirin: Qada Galatasarayê ya me ye
13:56 Ji Bulut a bi birîndarî hatibû girtin agahî nayên girtin
13:05 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn
12:52 Polîsan careke din Dayikên Şemiyê dorpêçkirin
12:03 Ji ber germahiya zêde bajarên Kurdistanê hatin hişyarkirin
11:50 Komira alîkariyê dê ji hêla weqfan bê belavkirin
11:35 Li sêgoşeya Îran, Tirkiye û Sûriyeyê gefa tecawiz, îşkence û darvekirinê
10:06 Seferên Balafirgeha Amedê bi hinceta 'sedemên operasyonî’ hatin taloqkirin
10:00 ‘Sosyalîzma ekolojîk, çareseriya li dijî rûxandina ekolojîk e’
09:37 Girtî Ozturk 111 roj in di greva birçîbûnê de ye: Roj bi roj dihele
09:04 Dozgerê milê şikestî nedît ji ‘ker’ re doz vekir!
09:02 Ji taloqkirina înfazê re hinceteke nû: Rîska ku sûc bike heye!
09:02 Qeyûm 6 milyon xerc kirin: Cizîr di bin dagirkirina mêşûmoran de ye
09:01 Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye
09:00 Hevdîtinên tecrîdê yên bi CPT Û OHCHR’ê re: Tiştên ku me gotin pejirandin
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2023'YAN
11/08/2023
23:58 Li Tarsûsê civîna gel: Heta ku tecrîd ranebe pirsgirêka kurd nayê çareserkirin
21:50 Ji 15 gundiyên hatin binçavkirin agahî nayê girtin
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin