'Em bang li her kesî dikin serî hildin, li Çiyayê Kazê xwedî derkevin'
- ekolojî
- 09:07 02/8/2019
Çalakgerên li dijî lêgerîna Zêrê Bi Sîyanur a li Çiyayê Kazê nobeta xwe berdewam dikin. Çalakgeran bertek nîşanî lêgerîna şîrketan a zêrê bi Sîyanur dan û gotin: "Çiyayê Kaz pêşeroja Çanakkale ye. Divê her kes li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî talankirinê serî hildin."