ÎDIR – Dadgeha Herêma Erziromê, doza merttalên zindî ya Îdirê ku 16 kes dihatin darizandin; ji ber astengkirina parastinê, cezadayîna zêde, kêmasiya lêkolînê biryara betalkirina cezayê da.
Daîreya 6’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê, biryara cezayê 16 kesên ku li Zozanê Korxan a Îdirê ji bo bidawîbûna şer bûbûn mertalên zindî, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “ketina herima eskerî ya qedexe”, “alîkariya rêxistinê” ku di navbera 2 sal û 1 meh heta 8 sal û 9 mehan de hatibû dayîn, betal kir. Dadgeha Îstînafê, cezayê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (HDP) a berê Kiznaz Turkelî, Abdulkadîr Ozsular, Mehmet Sadik Aras, Mehmet Salîh Ozturk, Mehmet Siddik Kirang, Zubeyde Kaynar, Saniye Çark, Suleyman Kalkan 6 sal û 3 meh; cezayê Şaziye Cantepe 8 sal û 9 meh; Arîf Çetînkaya, Hatun Eray, Huseyîn Guven, Huseyîn Yîgît, Îbrahîm, Sînay, Teymût Kavrî û Abdullah Yucebaş 2 sal û mehek ji ber astengkirina parastinê, cezadayîna zêde, kêmasiyên lêkolîn û hincetan betal kir.
Dadgeha Îstînafê biryara Dadegaha 1’emîn a Cezayê Giran a Îdirê, ji ber astengkirina parastina mafê parastinê, cezadayîna zêde ji bo Şaziye Cantepe û yên din, herwiha ji ber lêkolîna û hinceta kêm ceza betal kir.
Dadgeha Îstînafê, ji bo ji nû ve darizandinê, dosya ji Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran a Îdîrê re şand. Danişîna ewil a dozê dê di 12’yê Mijdarê de bê lidarxistin.
